Piştî êrişên çeteyên xwe distpêre Tirkiyeyê yên li ser Til Rifet û Şehbayê bi hezaran şêniyên ji Til Rifetê û Efrîniyên ku ji ber êrişên dewleta Tirk koçî Şehbayê bûbûn, koçber bûn. Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetirî 120 hezar koçberên ji Şehba û Til Rifetê di rojên borî de koçber bûne, pêşwazî dike.
Li ser banga seferderiyê ya Rêveberiya Xweser jî, bajarê Til Temir a Kantona Cizîrê jî dest bi pêşwazîkirina hejmarek ji malbatên koçber ên Şehba û Til Rifetê kiriye. Li ser vê mijarê Rêvebera Şaneya Kirîzê û Rêvebera Meclisa bajêr Gulîxan Sofî a ku rewşa koçberan jî dişopîne ji Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA) re axivî.
‘Aşûrî koçberan pêşwazî dikin’
Gulîxan Sofî diyar kir ku li ser banga seferberiyê komîteya şaneya kirîzê hatiye avakirin û amadekariyên pêşwazîkirina koçberan wiha anî ziman: “Ji bo pêşwazîkirina koçberan çend roj in em malan amade dikin. Malên ku tên amadekirin jî li gundên Aşûriyan e. Ji lewra di vê mijarê de gelê Aşûrî gelek alîkar bû ku ew jî koçberên Şehba û Til Rifet û Efrînê di nav de jî pêşwazî bike. Ji ber ku mal çend sal in vala ne û gelê wê bi xwe koçber bûye, li gorî pêdiviyan niha tê çaksazkirin.”
4 gundan ji bo koçberan amade dikin
Gulîxan Sofî da zanîn ku îroj wan 6 malbat bi cih kirine û wiha dirêjî da gotina xwe: “Li kêleka bicihkirina koçberan jî, alîkariya ku ji gel tên komkirin jî li wan tê belavkirin. Bi awayekî wiha xebat ji bo van koçberan tê meşandin dişibihe karê şaneyên mêşên hêngiv. Ji lewra hîn malbatên ku dê werin Til Temir jî hene, di rê de ne. Ji bo wan jî 4 gund hatine amadekirin û her çar jî gundên Aşûriyan in; Til Balûa, Til Baz, Ebû Tîna û Til Cezîrê ye. Li gundê Til Balûa tenê 31 mal û 2 dibistan hatine amadekirin. Herwiha Saziya Enerjiyê jî ji bo ku koçber di tariyê de nemînin niha xebatên kişandina kehrebê jî destpê kiriye.”
‘Ji bo em gelê xwe hembêz bikin em astengiyan nas nakin’
Gulîxan Sofî da zanîn ku gel bi her awayî piştgiriya xwe ji bo koçberan nîşan didin û wiha dewam kir: “Li ser banga seferberiyê ji derveyî ku her taxek nobedariyê dikin, gel derdikevin ser rêyan û koçberan jî pêşwazî dikin, heta ku em malan ji wan re amade dikin. Tevî ku rojane bajar bi êrîşên dewleta Tirk a dagirker re rû bi rû tê, lê belê ev nabe asteng ku gelê xwe yê koçber jî hembêz bike. Di tevger û amadekariyên gel de êdî ev tê îfade kirin ku ji rêya berxwedan û hevgirtinê ti rêyên din tune ye.”
‘Cihê wan mal in’
Gulîxan Sofî destnîşanî vekirina konan kir û wiha nêrîna xwe parve kir: “Di vê koçberiyê de heta ji me tê em hewl didin ku ji bo bicihkirina koçberan konan venegrin. Ji lewra em ê wan li malan bicih bikin, ger were xwestin em ê wan li malên xwe jî bicih bikin, lê tenê di konan de nejîn. Ji ber cihê wan ne kon in mal in û bê guman ev jî nêrîna gel e û bi vê germahiyê gel gelê xwe yê koçber pêşwazî dike.”