Li gelek navendên Ewropayê ji bo şermezarkirina êrîşên çeteyan ên li ser Rojava, bi pêşengiya federasyon û navendên girêdayî Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd a Kurdistaniyên Ewropayê (KCDK-E), meclisên girêday Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) û rêxistinên ciwanên Kurd çalakî li dar xistin.
Stockholm
Li paytexta Swêd Srockholmê, li dijî êrîşên liser Rojavayê Kurdistanêmeş û mitîngek hat lidarxistin. Li ser bangewaziya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK), ji bo şermezarkirina êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê û parastina destkeftiyên Kurd bi sedan kes li meydana Norra Bantorgetê kom bûn. Meclisa Jinên Amara, Komîteya Rojava, nûnerên gelek saziyên sivîl, rojnamevan û mafparêz tevlî çalakiyê bûn. Beriya ku meş destpê bike, Hevseroka KNKê Zeyneb Muradî û rojnamevan Kurdo Baksî axaftin kirin. Hevseroka KNKê Zeyneb Mûradî di axaftina xwe de anî ziman ku nêzî 15 sal in dewleta Tirk û çeteyên wan li Rojava her tim êrîş û qetlîaman pêk aniye û ev aliyane careke din hewl didin ku hebûna gelê Kurd li Rojava tine bikin.
Zeyneb Mûradî got: “Me beriya niha li Efrînê, Kobaniyê, Grê Spî dît ku dewleta Tirk çi bi serê gelê Kurd aniye. Ev hêzên xwînrij û nijadperest gelek qetlîaman kirin ku wê di rûpelê dîrokê de bibe rûreşiya mirovahiyê. Îro careke din bi destê çeteyên xwe dixwazin heman tiştî bikin. Bila baş bizanibin ku ji bo Rojavayê Kurdistanê ji Agirî û Amedê bigre hetanê Kirmanşan, İlam, Kerkûk û Silêmaniyê bi hezaran ciwanên Kurd ji bo parastina welatê xwe, canê xwe feda kirin. Banga min ji bo tevahiya Kurdistanê ew e ku ji bo parastina destkeftiyên li Rojavayê Kurdistanê dengê xwe bilind bikin. Bila her kes bizanibe ku çi jî bibe em dest ji gelê xwe yê li Rojava bernadin.”
Rojnamevan Kurdo Baksî jî axaftina xwe bi Swêdî kir. Kurdo Baksî anî ziman ku çete û cîhadîstên ku beriya niha çawa êrîşî Kobanê û deverên din kiribûn û îro ji bes navê xwe guherandine û bi hevpeymaniyeke nûjen careke din gef li hebûn û destkeftiyên Kurd dixwin û wiha got: “Hêzên YPG û YPJ gelê xwe diparêze ku hemû aştixwaz û mafparêzên cîhanê hîna jî rêz digre. Ew cîhadîstên ku dijminê mafê jinan, mafê ol û neteweyên cûda ne careke din bi serkêşiya dewleta Tirk êrîşan pêk tîne. Em dizanin ku bi dehan sal in dagirkerên li Kurdistanê êrîş û qetlîamên bi vî rengî pêk anîn ku armanca wan tinekirina gelê Kurd bû. Lêbelê çawa ku dîktatorên weke Sedam Huseyîn têk çû, dagirkerên cîhadîst, Tirkiye û İran jî wê têk biçe.”
Piştî axaftinan bi sedan kes meşiyan. Di kûçe û kolanên Stockholmê de dirûşmên “Bijî berxwedana YPGê û YPJê”, “Bijî piştevaniya bi Rojava re”, “Bimre dagirkeriya dewleta Tirk” bilind bû.
Kurdistaniyan destnameyên piçûk li Swêdiyan belav kirin ku derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de zanyariyên dawî tê de hebûn. Hat ragihandin ku çalakiyên bi vî rengî wê di rojên pêşde jî berdawam bike. Saziyên Kurd hem di warê civakî, hem jî dîplomasiyê de hewldanên ji bo parastina Rojavayê Kurdistanê didomîne.
Hamburg
Li bajarê Hamburgê ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava û dilsoziya bi gelê Rojava re meşek girseyî hat lidarxistin. Enternasyonalîstên Elman û komên çep ên Tirk jî piştgirî dan meşa ku bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Hamburgê (DKTM), Meclîsa Jinê ya Rojbîn û Tevgera Ciwanên Şoreşger hat lidarxistin. Girseya li stasyona trenê ya navendî ya Hamburgê li hev kom bûn, ji bo şehîdên şoreşê deqeyek rêz girtin. Piştî rêzgirtinê dest bi meşê kirin. Parlamenterê Partiya Çep Norbert Hakbusch diyar kir ku ew weke partî her tim li gel têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd in û ji niha û pê ve jî wê li ber xwe bidin. Li ser navê Meclîsa Jinê ya Rojbîn Anja Flach axivî û diyar kir ku komkujiyên li dijî sivîlan sûcên li dijî mirovahiyê ne û destnîşan kir ku di şer de herî zêde jin û zarok rastî êrîşan tên. Anja Flach anî ziman ku îradeya gel ji hemû çekan bi hêztir e û got, “Divê her mirovekî xwedî wijdan di vê pêvajoyê de dengê xwe bilind bike û xwedî li Rojava derkeve.”
Parêzer Yavuz Fersoglû di axaftina xwe ya bi Elmanî de diyar kir ku dewletên ku li hemberî êrîşên çeteyên girêdayî dewleta Tirk bêdeng dimînin hevparê vî sûcî ne. Girseya ku ji hezar kesî pêk dihat dema ji ber Girtîgeha Damtorê derbas dibûn bê navber dirûşmên “Ji girtiyên siyasî re azadî”, “Ji Kenan Ayaz re azadî” û “Ji Kadrî Saka re azadî” berz kirin. Di meşê de bi sedan alên YPG’ê hatin hilgirtin û dirûşmên “Terorîst Erdogan”, “Qatil Erdogan”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Jin Jiyan Azadî” hatin berzkirin. Di meşê de ala Kurdistanê ya mezin a ji rengên kesk-zer-sor pêk dihat jî hat hilgirtin. Meş heta taxa Sternschanze bi dirûşme û tilîliyan berdewam kir.
Den Haag
Li bajarê Korte Voorhout ê bajarê Den Haag ê Holandayê li dijî êrîşên qirkirinê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakî hat lidarxistin. Di çalakiya ku bi pêşengiya Dem-Nedê hat lidarxistin de dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana gelê Kurd”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana YPG/YPJ’ê” hatin berzkirin. Girseyê soza parastina destkeftiyên Rojava dan.
Bodenseee
Kurdistaniyên li bajarê Ravensburg ê herêma Bodensee ya eyaleta Baden-Wurtemberg a Elmanyayê, bi armanca şermezarkirina êrîşa dewletên mêtinger û çeteyan ên li ser Rojava, mîtîng li dar xistin. Li gel barana dijwar jî dostên Kurdan ên Elman jî beşdarî çalakiyê bûn. Di mîtîngê de bi sedan belavok hatin belavkirin û peyama “Rojava xeta me ya sor e, em heta dawiyê bi Rojava re ne” hat dayîn.
Basel
Li ser banga Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) bi beşdariya bi sedan Kurdistanî û enternasyonalîstan li Baselê meşek hat lidarxistin. Çalakgerên li Parka De Wette kom bûn, ji bo şehîdan deqeyek rêz girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê YJK-S’ê daxuyaniya çapemeniyê hat xwendin.
Endama YJK-S’ê Ozen Aytaç daxuyaniya bi Elmanî xwendin. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wê yên faşîst ên paşverû bi êrîşên li ser Rêveberiya Xweser a Rojava hewl dide li Sûriyeyê kaos û pevçûnan gurtir bike. Eşkere ye ku ev yek wê li Sûriye û Rojhilata Navîn bibe sedema komkujî û qirkirina zêdetir. Dê formek nû ya terorîzma îslamî derkeve holê ku wê bibe sedema karesatên mezin ên mirovî. Ev yek ji bo Rojava/Sûriyê metirsiyê çêdike; ev dibe sedema encamên cidî yên herêmî û cîhanî. Ji bo vê jî divê bêyî ku sînoran nas bikin şoreşê biparêzin û li dijî dagirkeriyê xwedî helwest bin. Weke YJK-S em bang li gel, jin, dostên xwe û her kes dikin ku parastina Rojava bikin û li cem mirovahiyê bin. Berxwedan ne alternatîfek e, erkek e.”
Sekretera Partiya Basel BastA Fransizka Stier a ku beşdarî çalakiyê bû jî axaftinek kir. Stier di axaftina xwe de diyar kir ku Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan ne durist e û got, “Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan di şerê Ukrayna û Filistînê de xwe wek navbeynkar û aştîxwaz nîşan dide. Lê di heman demê de Rojavayê Kurdistanê bombebaran dike. Em ji bo vê hatin cem hev. Li Sûriyeyê şer heye. Divê em jî xwedî li şoreşa Rojava derkevin.” Piştî axaftinan girse tevî barana zêde dest bi meşê kir û bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” û “Jin Jiyan Azadî” heta Qada Dreîrosenbrucke meşiyan.
Hevseroka Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) Dîlan Çetînkaya li qadê axaftinek kir. Dîlan Çetînkay şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ji ber rola wan a serkeftî ya di veguhestina gelên li herêmên dagirkirî ji bo herêmên ewle û serkeftina wan a li Dêrezorê pîroz kir û got, “Hêzên YPJ, YPG û QSD’ê bi taybetî Jinên Kurd, mizgîniyê didin me. Em di wê baweriyê de ne ku yên DAÎŞ têk birin wê çeteyên girêdayî Tirkiyeyê jî têk bibin. Em ê hevgirtina xwe ya bi Rojava re mezintir bikin. Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye. Parastina wê di serî de erka me jinan e.”
Çalakî bi dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” bi dawî bû.
Dresden
Li Neustadta a li bajarê Elmanyayê Dresdenê, bi pêşengiya Meclisa Gel a Dresdenê, Jina Mala û Înîsiyatîfa Kurdistanê mitîng hat lidarxistin. Di mitîngê de êrîşên li ser gelê Kurd ên komên cîhadîst ên girêdayî dewleta Tirk hatin protestokirin. Di axaftinan de hate destnîşankirin ku divê di dema herî kurt de ev êrîşên ku destkeftiyên Kurdan ên li herêmê hedef digirin bên rawestandin û di serî de Elmanya bang li dewletên Ewropî hate kirin ku li dijî dewleta Tirk a ku piştgiriyê dide çeteyên cîhadîst û li dijî gelê Rojava. komkujiyan dike, gavan bavêjin. Hat diyarkirin ku bi taybet ji bo pêşîlêgirtina komkujiyan divê nerazîbûneke navneteweyî bê nîşandan û bang li gelan hat kirin ku her roj dengê xwe li qadan bilind bikin û xwedî li gelê Rojavayê derkevin. Di mîtîngê de bi sedan belavok hatin belavkirin û ji bo meşa 14’ê Kanûnê ku saet di 14.00’an de wê li Altmarkt-Galerîe bê lidarxistin banga tevlêbûnê hat kirin.
Di çalakiyê de dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Jin Jiyan Azadî” û “Hoch die internationale Solidarität” hatin berzkirin.
Cenevere
Tora Serhildanê ya Enternasyonalîst ku li Fransa, Belçîka û Swîsreyê li ser esasê parastina Şoreşa Rojava û piştgirîdayîna Kurdistanê xebatên xwe didomîne, li bajarê Swîsreyê Cenevreyê çalakiyek li dar xist û banga xwedîlêderketina Şoreşa Rojavayê kir.
Di çalakiyê de êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku çeteyên girêdayî dewleta Tirk bi rê ve dibin, hatin protestokirin û banga tevlêbûna kampanyaya alîkariyê hat kirin ku ji aliyê Heyva Sor a Kurdistanê ve ji bo koçberên ji Til Rifet û Şehbayê ji cih û warên xwe bûne, hatiye destpêkirin. Girse li Qada Navigationê kom bû û daxuyanî da. Li ser navê Tora Serhildanê Angelina Marayê peyama #RiseUp4Rojava’yê ku li dijî êrîşên dagirkeriyê weşandibû, xwend. Angelina Marayê da zanîn ku di encama berxwedana destanî ya bi hevgirtina enternasyonalîst de şêwejiyaneke demokratîk, ekolojîk û li ser bingeha azadiya jinê hat avakirin. Angelina Marayê diyar kir ku armanca êrîşan tunekirina jiyana demokratîk e û got, “Em ê bi gelê Kurd re Şoreşa Rojava biparêzin.”
Piştî axaftina Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê Îbrahîm Yuksel ku banga têkoşîna li dijî êrîşan kir, çalakî bi dawî bû.
Lorient
Bi bangawaziya CDK-F’ê Kurdistanî û dostên wan ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li qada şaredariyê ya li bajarê Fransayê Lorientê li hev kom bûn.
Çalakiyê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û piştre axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hat diyarkirin ku dewleta Tirk ev 26 sal in Rêber Apo di bin tecrîd û zextên giran ên li Îmraliyê de digire û ji aliyê din ve jî di şerê Sûriyeyê de bi rêya çeteyên xwe yên paramîlîter planên jiholêrakirina destkeftiyên gelê Kurd dike. Lê belê çawa ku gelê Kurd bi ruhê berxwedanê yê Kobaniyê DAÎŞ têk bir, dê qedera van çeteyan jî bi heman awayî be.
Di çalakiyê de bal kişandin ser bêdengiya hêzên navneteweyî û raya giştî ya cîhanî jî û bangawaziya “Em bibin dengê bindestan, em xwedî li nirxên azadî, edalet û rûmetê derkevin” hat kirin.
Her wiha li ser banga Heyva Sor a Kurdistanê, ji Kurdistanî û dostên wan ên li dîasporayê hate xwestin ku bi hişmendiyeke berpirsyar piştgiriya kampanyayê bikin.
Di çalakiyê de belavokên Fransî yên ji aliyê CDK-F’ê ve hatibûn amadekirin, hatin belavkirin û dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî Berxwedana Gerîla” hatin berz kirin. Di axaftinên li ser navê dost û hogiran de jî peyamên piştgirîdayîna Kurd hatin dayîn.
Frankfurt
Li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê bi sedan Kurdistanî û dostên wan bi pêşengiya TCŞ û TEKO-JIN’ê li Oper Platzê meş lidarxistin.
Di çalakiyê de êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava hatin protestokirin. Siyasetmedarê Kurd Faysal Sariyildiz axivî û got: “Îro ciwanên Kurd li dijî çeteyên hov ên Tirk berxwedaneke mezin didin. Divê xwedî li wan derkevin û bibin dengê wan.”
Li ser navê TCŞ û TEKO-JIN’ê jî Hakî Botan axivî. Botan bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê û wiha got: “Gelê Kurd wê berisiva wan êrîşan bide. Em divê berxwedana gelê xwe yê li Rojava mezin bikin.”
Marsilya
Li bajarê Marsîlya ê Fransayê bi pêşengiya TCŞ li dijî dagirkerî û tecrîda Îmraliyê meşekî girseyî hate lidarxistin.
Meş li herêma Canabiere ya bajêr destpê kir û heta avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) dewam kir.
Di tevahiya meşê de dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî YPG”, “Bijî YPJ”, “Bijî Serok APO” û “Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re Statu” hatin berzkirin.
Di daxuyaniya li pêşiya avahiya NY’ê de hate diyarkirin ku bi piştgiriya Tirkiye ya ji bo komên terorîst, Kurdên li herêmên Til Rifet û Efrînê bi zorê têne koçberkirin.
Nantes
Li bajarê Nantes ê Fransayê bi armanca silavkirina berxwedana li Rojava çalakiyekî girseyî hate lidarxistin.
Girseya ku li Place de Bretagne li hev civiyan, dirûşmeyên “Şoreşa Rojava ne bi tenê ye”, “Ji gelê Kurd re azadî “, “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana YPJ-YPG” berz kirin.
Di axaftinên çalakiyê de bal kişandin ser gefên li ser Rojava û girîngiya piştevaniya navneteweyî. Sazî û partiyên weke Union Communiste Libertaire, Partiya Komunîst a Fransa û Partiya Karkeran a Fransayê piştgirî dan çalakiyê.
Di çalakiyê de li ser navê Navenda Civaka Kurd a Nantesê Kawa Zindar daxuyanî da û wiha got: “Em êrîşên li ser Rojava ji DAÎŞ’ û çeteyên wekî wan dizanin. Di êrîşên niha de emelên ku DAÎŞ’ê nekarî bike, dewleta Tirk û çeteyên wî hewl didin bikin. Lewma em bang li raya giştî ya navneteweyî dikin ku piştgirî bidin têkoşîna Kurdan. Em bang li her kesî dikin ku xwedî li şoreşa jinê ya li Rojava derkevin.”
Kassel
Gelê Kurd û enternasyonalîst, li Hauptbahnhofa li bajarê Elmanyayê Kasselê li hev kom bûn û êrîşên li ser Rojavayê protesto kirin. Di çalakiyê de Hevserokê Meclisa Gel a Kasselê û Koma Çepgir Fantosma ya Elman jî daxuyanî dan. Di çalakiyê de bi berzkirina dirûşmeyan li Qada Am Sternê meş hat lidarxistin.
Freiburg
Li bajarê Elmanyayê Freiburgê gel êrîşên çetewarî yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojavayê protesto kirin. Çalakî ji aliyê meclisa gel ve hat organîzekirin û ji bo şehîdên şoreşê bi rêzgirtinê dest pê kir. Gelek Kurd û dostên wan beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de alayên QSD, YPG û YPJ’ê hatin hilgirtin. Di tevahiya çalakiyê de “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana gerîla” , “Terorîst Erdogan” û “Bijî berxwedana YPG/YPJ” hatin berzkirin.