Taybetmendiya herî mezin a ku mirov ji candarên din vediqetîne hestên afirandinê ne ku di nav hebûna hişmendî û behreya ramanê de didebirin. Hînbûna zimên, ji zarokên ku di navbera zikê dayikê û hembêza wê de mezin dibin dest pê dike. Di destpêkê de zarok dixwaze tîbûn an jî birçîbûna xwe bi giriyê vebêje û ragihîne dayika xwe; paşê dest bi lasaya gotinên ku ji malbat û derdora xwe ya nêzîk dibihîse dike. Zimanê ku zarok pê daxwaz û pêdiviyên xwe derdibire û hestên xwe (cîhana hundirîn) vediguhêze cîhana derveyî, li gel geşbûn û mezinbûna wê/î bi awayekî yekta bi pêş dikeve.
Pêwendiya domdar û hevseng a ku di navbera cîhana derveyî û cîhana hundirîn de gav bi gav bi fêrbûnê re bi dest dikeve, bi saya ziman pêk tê. Di vî warî de ziman ji bo berhemeke bedew jî hêmaneke bingehîn e.
Huner bi veguhastina hest û ramanan derdikeve holê. Derbirina hest û ramanan jî bêyî ziman ne pêkan e. Belê hemû zimanzan vê nihêrînê napejirînin.
Hinek zimanzan angaşt dikin ku mirov bê ziman jî dikare bifikire. Li gor nihêrîna wan; tu têkiliya xebatên muzîk, wênesazî û peykersaziyê bi ziman re nîn e. Dîsa li gor wan, fikirandin, pêvajoyeke hişê serbixwe û hişmend e ku bi tevayî ji ziman cuda ye. Lê divê neyê jibîrkirin ku têgihên razber ên wekî wijdan, dadmendî, xuypakî, dilpakî, dilsozî, dilovanî, rêzdarî, hezkirin, dilxweşî, şahî, kîn, şîn, kerb, xemgînî, bêzarî û hwd. bêyî ziman nayên vegotin û ravekirin.
Li aliyê din jî hinek zimanzan cudahiyê naxin navbera axaftin û ramanê. Anku nihêrîna ku derbirina ramanê tenê bi ziman pêkan dibe dipejirînin. Li pêşberî van herdu nihêrînên cuda, herçendî ku em ziman û ramanê ji hêla taybetmendiyên wan ve wekî du pêvajoyên cihê bibînin jî, divê em qebûl bikin ku ji bilî awarteyên wekî muzîk, wênesazî û peykersaziyê hemû ber û berhemên hest û ramanê bi saya zimên tên vegotin û veguhastin.
Tu şik û guman nîn e ku di navbera ziman û ramanê de têkiliyeke xurt, teqez û çarenîn tunebe. Ji ber ku berhemên zîrekiya mirov ên bêsînor her gavê bi hest û ramanê nayên veguhastin, pêdivî bi zimên heye. Ji bo wê ne mimkûn e ku têkiliya ziman û ramanê ji hev bê qutkirin. Axaftin û peyvên me, anku zimanê me, bi awayekî, alavên derbirina raman û hestên me ne. Berfirehî, kûrahî û watedariya hest û ramanên me tenê bi ziman tên vegotin. Ger zimanê mirov bi têrbûn, berfirehî û kûrbûna xwe ya derbirinê ne tekûz be, mirov dê hem ji gelek nirxên cîhana xwe ya hundirîn û hem ji derfeta derbirina derveyî bêpar bimîne.
Di wateya têgîna hunerê de, ziman bi bilêvkirin û axaftinên cur bi cur digihije kesên din ên têkildar. Zimanê hunerê rasterast bi şirovekirina hunermend re têkildar e. Bi taybetî di hunerên dîtbarî de hevgirtina ziman, hest û ramanê û di şirovekirina berhemên hunerî de bingeha afirîneriya hunermendan ava dike. Ziman, fikir û huner têgihên taybet ên mirovî ne ku hevdû temam dikin. Belê berî têkiliya navbera van têgihan, pêdivî bi pênasekirina wan heye.
Bi gelemperî ziman, pêvajoya ragihandinê ya veguhastina agahdariyê ye ku hest, raman û boçûnên mirov radigihîne civakê û cîhana derveyî. Awayê ragihandinê yê herî pêşketî û hêsan ku têgihîştina navbera mirovan pêkan û misoger dike ziman e. Herçendî ku di navbera heywanan de têkilî bi awayekî hoveber û dozînî pêk were jî, heman têkilî di navbera mirovan de bi riya ziman gihiştiye radeyeke bilind. Tiştê ku mirov ji heywanan vediqetîne behreya ramînê ye. Îmtiyaza herî mezin a ku mirov ji heywanan vediqetîne jî dîsa ramîn e. Huner wekî bedewkariya berhemên ku ji aliyê mirovan ve hatine afirandin tê zanîn. Di civak an jî cîhana ku em tê de dijîn de wate û pênaseya hunerê li gor mirovan diguhere. Belê ligel vê guherînê jî, têgîna ku di pênaseyên hunerê de naguhere tenê afirînerî ye. Taybetmendiya herî mezin a ku mirovan ji candarên din cuda dike jîrayî û hesta afirandinê ye ku di nava feraset û zerengiya ramanê de cih digire.
Di dîsîplîna ku wekî afirîneriya hunerî tê pênasekirin de hest û raman wekî navend tên pejirandin. Kesên ku xewn û xiyalan dibînin difikirin û hestên xwe tînin zimên; encama vê sêvbareyê (xewn, raman, hest) yan bi gotin, tevger û afirîneriya xwe yan jî bi kar û kiryarên xwe derdibirin. Bo nimûne; berhema hunerî, ramanê dixemilîne û şêweyên hunerî bi tevê naveroka xwe ya giyanî ya hestiyar, bi afirîneriyê ve girê dide.
Di têgîna hunerê de raman cihekî pir girîng digire. Belê tiştê ku ramanê girîngtir dike ziman bi xwe ye. Heke ziman tune be, raman bi serê xwe bi kêrî tiştekî nayê. Tenê hunera amûrjenî, wênesazî û peykersaziyê bêyî zimên jî pêkan dibe. Ger em bi awayekî camidî/objektîf ziman di qada hunerê de bi kar bînin û tenê wekî zimanê hunerê bibînin, rewş diguhere. Mînak; ger babet şaxê hunerê yê wênesaziyê be, zimanê wêneyê xêz, reng, çilk, şewq û sîwan e. Ger babet şaxê hunerê yê wêjeyî be, zimanê wêjeyê bêje, biwêj û gotin e. Ger babet şaxê hunerê yê muzîkê be, zimanê muzîkê nota, lêdan û deng e. Ger babet şaxê hunerê yê sînemayê be, zimanê sînemayê perdeya zîv e. Herwekîdin; zimanê baleyê û dîlanê jî reqs, liv û bizav e. Belê herikîna zimanê hunerê jî li gor dem û cihî diguhere; carinan nerm e, carinan hişk e, carinan hînker e, carinan qerfî ye, carinan jî azwer e. Zimanê hunerê hestyar e; ji hêla fonksiyonel ve hin caran tiral, hinek caran çalak, hinek caran bifikar, hin caran jî bibiryar e.
Pergala ramana mirovên ku zimanê xwe yê dayikê baş bi kar tînin pir pêşketî ye. Dewlemendiya zimên dewlemendiya ramanê; dewlemendiya ramanê jî dewlemendiya (bedewiya) hunerê pêk tîne. Di hunerê de fikra ku xwe di tiştên cur bi cur dide dide der, li ber çavên mirovan razber bê dîtin jî bi şêwazên cuda re şênber dibe. Lewre hinek kes cudatiya ramanê wekî tiştekî erênî û bikêr dibînin. Belê hin kes jî cudatiya ramanê wekî tiştekî neyînî û bêkêr dibînin.
Zimanê hunerî yê ku di hunera dîtbarî de diguhere, êdî ne bi peyvan; bi reng, şewqdan, sî û xêzan tê vegotin. Belê hînek kes jî tenê bi awayê vegotinê ji mirovan re behsa cîhana hundirîn a kesên din dikin. Berhema hunerî ji ber ku bêtir di encama lêhûrbûn û hewldanên bêhempa de derdikeve holê di pêvajoya afirandina hunerî de, ji bo ku berhemek bedew bê hilberandin pêdivî bi lêhûrbûna cîhana hundirîn heye. Berhema hunerî ne bi lasayikeriyê, bi şopandin, hewldan û behreya afirîneriyê derdikeve holê. Hunermend di tevahiya jiyana xwe de bi berdewamî xwezayê dişopîne û disêwirîne. Şopandin û sêwirandina xwezayê ji bo afirandina berhema hunermend dibe alav û amûrên bêhempa.