Rêveberiya Xweser a Şengalê ji bo piştgiriya bi gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re li çerxerêya Sinûnê daxuyanî da çapemeniyê. Sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), tevgera ciwanan jî di nav de gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Rêveberiya Xweser a Şengalê ji bo piştgiriya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sindoqa alîkariyê daniye û banga alîkariyê li hemû gele Şengalê hate kirin.
Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) Nayîf Şemo ve hate xwendin. Nayîf Şemo diyar kir ku ew bi her awayî piştgiriya gele Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin û wiha got: “Em dibêjin Şengal Rojava ye, Rojava Şengal e. Em ti carî qenciya gele xwe yê Rojava ji bîr nakin. Her wiha em daxwaz ji hikumeta Iraqê jî dikin da ku destê alîkariyê dirêjî gele Rojava bike. Her wiha em dibêjin, li hemberî her êrişeke li ser Şengalê, wê dijmin me li pêşberî xwe bibîne.”
Pişt re Midûrê Nahiya Sinûnê Xwedêda Çûkê yê di daxuyaniyê de axivî jî wiha got: ‘’Bila gelê me yê Şengalê hişyar be, îro xeterî li ser me hemûyan heye. Pêwîst e Êzidî jî li hev kom bibin û amadekariya parastina xwe bikin. Pêwîst e gelê me netirse û xwedî îrade be. Îro roj pêwîst bû parlamenên me, Meclîsa Rûhanî, Mala Mîr li Rojava bûna. Lê mixabin yek jî pê ve ranebûn.’’
Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana YPG” bi dawî bû.