12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Şehbayê bi sedan koçber hatin revandin

HSDê ragihand ku wesayîtên 15 hezar welatî ji Şehbayê vediguhestin ji hêla komên paramîlîter ve hatine dorpêçkirin û gelek jê hatine revandin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku komên paramîlîter ên girêdayî Dewleta Tirk bi hezaran sivîlên li herêma Şehbayê asê mabûn, revandine.

HSDê têkildarî mijarê re wiha got: “Komên çete yên girêdayî Dewleta Tirk a dagirker êrişeke berfireh a revandin û kolekirinê li dijî sivîlên li herêmên Şehba ya bakurê Helebê asê mabûn, pêk anî. 120 erebeyên ku bi sedan welatî tê de bûn û dixwestin xwe bigihînin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li nêzî herêma Şêx Necar ji hêla çeteyan ve hatin revandin. Çeteyan ev 2 roj bû derketina welatiyan asteng dikir. Bi armanca kolekirinê jî wan koman, zêdetirî 15 hezar sivîl girtin û hejmareke mezin revandin. Tevî vê yekê jî wan tî û birçî dihêlin.”