13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Siyasetmedaran banga tevlibûna seferberiyê kirin

Siyasetmedarên li bajarê Hesekê ji gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwestin ku ji bo têkbirina êrişên çeteyan, tev li seferberiya giştî bibin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Hêzên Sûriya Demokratîk di 1ê Kanûnê de li hember êrişên Tirkiyeyê û çeteyên xwe dispêrin wê, seferberiya giştî ragihand. Der barê mijarê de hevserokê Nûnertiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ê bajarê Hesekê Ferhan Daûd anî ziman ku guherînên bilez ên li herêmê û dagirkirina bajarê Helebê ji aliyê çeteyan ve û êrişên li ser herêmê tên kirin, nîşan didin ku rewş çi qasî aloz e.”

Ferhan Daûd diyar kir ku ragihandina seferberiya giştî ji aliyê Rêveberiya Xweser û hêzên leşkerî ve, tê wateya ku rewşa herêm tê re derbas dibe pir girîng e û wiha axivî: “Ji ber wê jî divê gelên herêmê li dora hêzên xwe yên leşkerî kom bibin û tev li refên van hêzan bibin. Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê her tim hewl didin êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin û dagir bikin û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Ji ber vê yekê divê em rê nedin ku ew derbasî herêmên me bibin û em li kêleka hêz û rêveberiya xwe bin, dem dema azadî, berxwedan û rûmetê ye.”

Ferhan Daûd da zanîn ew rê nadin ku dagirkirina vê axê û wiha got: “Ev axa bi xwîna şehîdan hatiye avdan û bi wê xwînê û bi xebata gel hatiye parastin. Ji ber vê yekê em rê nadin ti kesî ku ewlehiya wê têk bibe.”

Siyasetmedar Mihemed Eşref Elî jî der barê seferberiya giştî ya ku ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve hatiye ragihandin axivî û got: “Em jî amade ne ji bo her rewşa awarte ya li dijî herêmê. Divê gelê me li kêleka hêzên xwe be û li dora rêveberiya xwe kom bibin.”

Mihemed Eşref Elî xwest her kes tev li seferberiyê bibin û got: “Di vê rewşa hestiyar de divê em weke gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tev li vê seferberiyê bibin. Bila ti kes nebêje êriş ne li dijî min e, ji ber ku armanca van êrişan tinekirina gelên herêmê ye, ji ber vê yekê divê her kes bikevin nava liv û tevgerê û li kêleka hêzên xwe bin.”