12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bandora înternetê ya li ser zarokan

Siyabend Aslan

Înternet û medyaya dijîtal bûne beşeke girîng a jiyana modern, bi taybetî ji bo nifşên ciwan. Lêbelê, girîng e ku em hay ji bandorên potansiyel ên neyînî yên bikaranîna zêde ya vê teknolojiyê hebin

Di sedsala 21ê de, înternet û medyaya dijîtal bûne beşeke girîng a jiyana me ya rojane. Ev pêşketinên teknolojîk, bi taybetî ji bo zarokan û ciwanan, gelek derfetan bi xwe re tînin, lê di heman demê de hinek xetereyên girîng jî derdixin holê. Ev gotar dê li ser bandora bikaranîna înternetê û medyaya dijîtal a li ser zarokan bisekine, çend lêkolînên derbarê vê mijarê de binirxîne û bo malbatan hin pêşniyazan pêşkêş bike.

Li ser bandora bikaranîna înternetê û medyaya dijîtal a li ser zarokan gelek lêkolîn hatine kirin. Li gor lêkolîneke ku ji aliyê Pew Research Center ve hatiye kirin, ji sedî 95ê ciwanên amerîkî di navbera 13-17 salî de xwedî telefonên zîrek in û ji sedî 45ên van ‘hema hema her dem’ onlîne in. (Anderson û Jiang, 2018)

Lêkolîneke din a ji aliyê Zanîngeha Oxfordê ve hatiye kirin destnîşan dike ku zarokên ku rojê ji sê saetan zêdetir wextê xwe li ber ekranê derbas dikin îhtîmal e ku li gor kesên din du qat zêdetir rastî pirsgirêkên tenduristiya derûnî bên. (Twenge û Campbell, 2018)

Li ser vê mijarê li Kurdistanê û li Tirkiyeyê jî gelek lêkolîn hatine kirin. Li gorî Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUIK), di sala 2021an de ji sedî 82,6ê malbatên li Kurdistanê û li Tirkiyeyê dikarin xwe bigihînin înternetê. Di heman lêkolînê de hatiye dîtin ku ji sedî 84,5ê zarok û ciwanên di navbera 6-15 salan de înternetê bi kar tînin. (TUIK, 2021).

Di lêkolîneke din a li Kurdistanê û li Tirkiyeyê de, hatiye dîtin ku bikaranîna zêde ya înternetê û medyaya dijîtal di nav zarokan de dikare bibe sedema kêmbûna serketina akademîk, zêdebûna nîşanên depresyonê û anksiyeteyê û pirsgirêkên xewê.(Savci û Aysan, 2017)

  1. Pirsgirêkên xewê: Bikaranîna zêde ya cîhazên dîjîtal dibe ku bandoreke neyînî li ser xewa zarokan bike. Dibe ku ronahiya şîn a ji ekranan derdikeve rîtma xewê ya zarokan têk bibe û bibe sedema kêmbûna kalîteya xewê.
  2. Zehmetiyên baldariyê: Zarokên ku wextê xwe zêde li ser înternetê û medyaya dijîtal derbas dikin, dibe ku di perwerdehiyê de zehmetiyên baldariyê bibînin. Ev jî bandoreke neyînî li ser serketina wan a akademîk dike.
  3. Depresyon û anksiyete: Lêkolînan nîşan daye ku dibe ku bikaranîna zêde ya medyaya dijîtal bi zarokan re nîşêtên depresyon û anksiyeteyê derxîne holê. Ligel vê rewşê dibe ku hesta jixwebaweriyê lawaz bike.
  4. Pirsgirêkên têkiliyên civakî: Dema ku zarok wextê xwe zêde li ser cîhazên dîjîtal derbas bikin ji têkiliyên civakî dûr dikevin. Dibe ku ev bandoreke neyînî li şiyanên wan ên civakî bike.
  5. Xetereya zordariya sîber: Îroroj medyaya dijîtal dibe platforma sereke ku tê de zordariya sîberê jî heye. Dibe ku ev rewş jî bandoreke cidî li tenduristiya derûnî ya zarokan bike.
  6. Pirsgirêkên tenduristiya fizîkî: Bikaranîna zêde ya cîhazên dîjîtal dikare bibe sedema kêmbûna çalakiyên fizîkî ku ev jî bibe sedema pirsgirêkên wek obezîte û nexweşiyên din ên tenduristiyê.

Divê malbat çi bikin?

  1. Sînordarkirina demê: Divê malbat ji bo bikaranîna cîhazên dîjîtal sînorên zelal diyar bikin. Tê pêşniyazkirin ku zarok rojê ji 1-2 saetan zêdetir wextê xwe li ber ekranê derbas nekin.
  2. Çavdêriya naverokê: Divê haya dayik û bavan ji naveroka medyaya dijîtal ku zarok pê mijûl in hebe. Dayik û bav bi kontrolkirina bi vî awayî dikarin pêşiya gelek pirsgirêkan bigirin.
  3. Perwerdehiya medyaya dijîtal: Divê malbat zarokên xwe li ser bikaranîna ewle û berpirsiyar a înternetê û medyaya civakî perwerde bikin.
  4. Çalakiyên alternatîf: Divê malbat zarokên xwe ji bo çalakiyên alternatîf teşwîq bikin, wek werzîşê, xwendina pirtûkan an jî hobiyên din.
  5. Rol-modeleke baş: Divê dayik û bav di bikaranîna cîhazên dîjîtal de bibin nimûneyeke baş da ku zarok li gor wê tevbigerin û wextê xwe gelek li ber ekranê derbas nekin.
  6. Danûstandin û têkilî: Divê malbat li ser mijarên têkildarî înternetê û medyaya dijîtal bi zarokên xwe re bi awayekî zelal biaxivin û wan teşwîq bikin ku ger pirsgirêkek hebe bi dayik û bavên xwe re parve bikin.
  7. Dema bêekran: Malbat dikarin demên taybet ên ‘bêekran’ destnîşan bikin, wek dema xwarinê yan jî dema berî razanê.

Encam

Înternet û medyaya dijîtal bûne beşeke girîng ji jiyana modern, bi taybetî ji bo nifşên ciwan. Lêbelê, girîng e ku em hay ji bandorên potansiyel ên neyînî yên bikaranîna zêde ya vê teknolojiyê hebin. Malbat dikarin bi danîna sînoran, perwerdehiya zarokan û pêşkêşkirina alternatîfan, risteke girîng di parastina tenduristiya fizîkî û derûnî ya zarokên xwe de bilîzin. Bi vî awayî, em dikarin bêyî ku bibin êsîrên înternetê ji teknolojiyê sûd werbigirin.

Lêkolînên li Kurdistan, Tirkiye û li seranserî cîhanê destnîşan dikin ku pirsgirêka bikaranîna zêde ya înternetê û medyaya dijîtal ya ji aliyê zarokan ve, pirsgirêkeke gerdûnî ye. Lêbelê, çareserî divê li gor taybetmendiyên civakî û çandî yên her welatî bên bipêşxistin. Li Kurdistanê û li Tirkiyeyê, bi taybetî, pêdivî bi bernameyan heye ku hem zarok û hem jî dêûbav li ser bikaranîna ewle û berpirsyar a teknolojiyê bên perwerdekirin.

Herwiha, divê saziyên perwerdehiyê, dezgehên dewletê û rêxistinên civaka sivîl bi hev re bixebitin da ku siyasetên guncav ji bo parastina zarokan li dijî xetereyên înternetê bi pêş bixin. Ev yek bi pêşxistina bernameyên perwerdeya medyaya dîjîtal di dibistanan de, agahdarkirina dayik û bavan pêkanîna zagonên berfirehtir ji bo parastina zarokan a derbarê înternetê pêkan e.

Divê em ji bîr nekin ku teknolojî di heman demê de derfeteke mezin e jî. Armanca me divê ew be ku em zarokan fêrî bikaranîna berpirsiyar û sûdwer a van amûran bikin, ne ku wan bi temamî ji teknolojiyê dûr bixin. Bi vî awayî, em ê bikaribin nifşekî perwerde bikin ku hem ji aliyê dîjîtal ve jêhatî be hem jî ji aliyê civakî û derûnî ve saxlem be.

Çavkanî:

  1. Anderson, M., & Jiang, J. (2018). Teens, Social Media & Technology 2018. Pew Research Center.
  2. Twenge, J. M., & Campbell, W. K. (2018). Associations between screen time and lower psychological well-being among children and adolescents: Evidence from a population-based study. Preventive Medicine Reports, 12, 271-283.
  3. Chassiakos, Y. L. R., Radesky, J., Christakis, D., Moreno, M. A., & Cross, C. (2016). Children and adolescents and digital media. Pediatrics, 138(5), e20162593.
  4. Kardefelt-Winther, D. (2017). How does the time children spend using digital technology impact their mental well-being, social relationships and physical activity? An evidence-focused literature review. Innocenti Discussion Paper 2017-02, UNİCEF Office of Research – İnnocenti, Florence.
  5. American Academy of Pediatrics. (2016). Media and Young Minds. Pediatrics, 138(5), e20162591.
  6. TUÎK 2021). Hanehalki Bîlîşîm Teknolojîlerî Kullanim Araştirmasi,

7.Savci, M., & Aysan, F. (2017). Teknolojîk Bagimliliklar ve Sosyal Baglilik: Înternet Bagimliliği, Sosyal Medya Bagimliliği, Dîjîtal Oyun Bagimliliği ve Akilli Telefon Bagimliliğinin Sosyal Bagliliği Yordayici Etkisi, Duşunen Adam The Journal of Psychiatry and Neurological Sciences, 30(3), 202-216.