12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Dêrazorê ewlekariya 7 gundan pêk hat

Meclisa Leşkeriya Dêrazorê li hemberî metirsiyên çeteyên DAIŞê, li ser banga gelê herêmê berpirsyariya ewlekariya 7 gundan girt ser xwe û hêz bi cîh kirin.

Fermandariya Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê ya girêdayî HSDê der barê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniya ku li ser malpera înternetê ya HSDê hat weşandin de ev agahî hatin parvekirin: “Li rojavayê Suriyeyê di demên dawî de gelek bûyer diqewimin û heta herêmên çolistanî bandorek wan a cidî heye. Lewma ji ber van bûyeran metirsî heye ku bi taybetî li bakur û rojhilatê Dêrazorê li deverên ku valiya ewlekariyê lê heye, şaneyên DAIŞê bikevin nava liv û tevgerê.

Ji ber vê metirsina cidî em agahdariyê dikin ku hêzên me li gundên Salihiye, Tabiye, Hatla, Haşam, Marat, Mazlûm û Huseyniye yên li rojhilatê Dêrazorê berpirsyariya gelên herêmê girtiye ser xwe.

Hêzên me li ser banga gelê herêmê ya li hemberî metirsiya ku çeteyên DAIŞê geşedanên li rojavayê welat ji xwe re bike hincet û tevliheviyan derxîne, li van gundan hatine bicîhkirin.