19 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Newroz Uysal: Parastina Rojava erka hemû mirovahiye yê

 Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan di daxuyaniya li dijî êrişên ser Helebê de axivî û got: "Hêzên çektar ên berdewamiya DAIŞê dixwazin şoreşa Rojava bifetisînin."

Tevgera Jinên Azad (TJA), Rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) ên Şirnexê, li ber avahiya DEM Partiyê ya navçeya Silopiyayê tekildarî êrişên komên çektar li dijî Helebê û Tilrifat pêk tên daxuyanî da. Dayikên Aştiyê, nûnerên saziyên sivîl, Parlamentera DEM Partî ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Rojava rûmeta me ye” vekirin. Girseyê dirûşmeyên, “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî berxwedana gelê Kurd” berz kirin.

Hevseroka DEM Partî ya Şirnexê Nurcan Alturk anî ziman ku bi êrişan deskeftiyên gelên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê tê hedefgirtin û got: “Em bang li hemû dinyayê dikin. Li Rojava li pêş çavê hemû dinyayê şerê mirovahiyeyê hat dayin. Îro parastina Rojava ne tenê berpirsyariya gelê Rojava ye. Berpirsyariya hemû dinyayê ye. Li dijî van êrişan divê em tîfaka xwe çêbikin û dest bidin hevdû.”

‘Rojava ne bi tenê ye’

Piştrê jî Parlamentera DEM Partî ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan axivî û anî ziman ku komên çektar ên êrişî Helebê kirinê berdewama DAIŞê ne û wiha pê dê çû: “Bi van êrişan tê xwestin ku Şoreşa Rojava bifetisînin. Ew bûyerên ku li Rojava û Suriyeyê diqewime raste rast giredayî şerê cihanê yê 3emîn e. Şerê cihanê yê 3yemîn li Rojhilata Navîn pêk tê. Bi vî şerî dixwazin gelan bifetisînin. Yên ku li dijî vî şerî dertên jî weke Şoreşa Rojava dibin hedef. Dema DAIŞê li Mûsûlê dest pê kir û berê xwe da Kobanê îro jî li Helebê dest pê kirin û berê xwe didin Minbîçê. Ew yek ne tesaduf e. Dixwazin Şoreşa Rojava bifetisînin. Ew êriş ji aliyê mislimantî û aliyê mirovatiyê vê nayê qebûlkirin. Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewropa divê li dijî vê qeyranê bêdeng nemine. Divê gelê Kurd bizane ku Helep Amed e. Parastina destkêftiyên Kurdan erka her Kurdekî ye. Bi rihê Kobanê li Rojava seferberî hat ragihandin. Divê li her deverê Kurd deng bidin dengê Rojava. Em li şoreşa Rojava xwedî derkevin. Şoreşa Rojava şoreşa gelan e. Parastin jî ya tevahiya mirovahiyê ye. Bi rihê Jin jiyan azadî şoreşa Rojava li dinyayê bûyê mînak. Dixwazin vê mînakê ji holê rakin. Rojava ne bi tenê ye. Gelê Kurd ne bi tenê ye. Em ê destkêftiyên Rojava li her derê biparêzin.”Daxuyanî bi çêpik û dirûşmeyan bi dawî bû.