Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal der barê pevçûnên li Sûriyeyê de daxuyaniyek da û got: “Piştî artêşa Sûriyeyê û hevalbendên wê têk çûn, ew hewl didin korîdoreke mirovî ji bo parastina gel vekin. Hêzên me li Heleb, Til Rifat û Şehbayê bi qehremanî parastina gel kirin. Lê êrîşên komên çekdar ên ku ji aliyê Dewleta Tirk a dagirker ve tên destekkirin korîdora mirovî ku em dixwazin di navbera herêmên me yên rojhilat û van herêman de çêbikin, qut kir.”
Mezlûm Ebdî diyar kir ku ew hewl didin bi hemû aliyên çalak ên Sûriyeyê re têkiliyê deynin da ku ewlehiya gel pêk bînin û wan ji Til Rifat û Şehbayê derbasî herêmên ewle yên li bakurê rojhilatê welat bikin.
Mezlûm Ebdî di berdewamiya daxuyaniya xwe de got: “Hêzên me li taxên Kurdan ên Helebê berxwedana xwe didomînin. Erka me ya sereke ew e ku em parastina gelê xwe bikin. Em ê di vê pêvajoya zehmet de gelê xwe bi tenê nehêlin.”
Mazlûm Ebdî banga piştgiriya berfireh li civaka navneteweyî kir û destnîşan kir ku pêwîste gavên lezgîn ji bo ewlehiya gel werin avêtin.