Şerê li Helebê di navbera artêşa Şamê û HTŞê de di 27ê Mijdarê de dest pê kir 4 rojin didome. Di şerê li herêma Idlib û Halebê yê çar rojan de herî kêm 327 kes hatin quştin. Li gorî daneyên Saziya Mafên Mirovan a Sûriyeyê SOHR’ê daneyên kuştiyan wiha ye:
Di şerê 4 rojan de 183 îsyankar, 155 endamên HTŞê, 28 endamên fraksiyonên Artêşa Neteweyî, 100 mîlîsên girêdayî hêzên rejîmê, 79 endamên hêzên rejîmê, 6 endamên mîlîsên Îranê, 15 mîlîsên miletên din û 44 sivîl hait nkuştin
Di êrîşên hewayî yên artêşa Ûris de jî 4 zarok, 3 jin bi giştî 23 kesên sivîl hatin kuştin. Piştî hêzên artêşa Şamê kozikên xwe berdan û piraniya Helebê teslîmî çeteyan kir, vê carê çeteyan berê xwe dan taxên Kurdan jî.
Çeteyên Heyet Tehrîr El Şam di çar rojên dawî de gelek gund û taxên Helebê desteser kirin. Piştî piraniya Helebê dagir kirin xwestin têkevin taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê. 3 çeteyên Tahrîr El şam dema xwestin têkevin Şêxmeqsûd ketin tora HPCê. Hêzên artêşa Şamê gelek tax û gund teslîmî çeteyan kirin. Piştî çeteyan piraniya Helebê dagir kirin vê carê berê xwe dan taxên Kurdan. 3 çeteyên xwestin derbasî taxa kurdan bibin ketin tora HTCê û hatin girtin.
Li gorî agahiyên nûçegihanê Ajansa Hawarê (ANHA) ji taxê dane, di çarçoveya xweparastinê de, Hêzên Parastina Cewherî (HPC) 3 çeteyên ku hewl da bikevin taxê girtin.