Di fîlm de karekterê Leylayê wek karektereke wêrek hatiye nivîsandin. Leyla li dijî kevneşopiyên malbat û civakê xwediyê helbesteke bi biryar e.
Leyla = Xwezî lembaya te ya bi efsûnî hebûya
Alîreza = Çima
Leyla = Xûşkek ya biçuk û ya din ji bo kû pişta min bi zexm be xûşkek mezin bide min
Ev axaftin di filma bi navê ‘Birayên Leyla’ de derbas dibe . Fîlm li Rojhilata Navîn derbas dibe. Serkarektera me Leyla bi 4 birayên xwe û dayik û bavê xwe re dijî. Leyla di AVM’yeke de dixebite. Leyla li gor pîvanên civakê temenê zewacê derbas kiriye lê hê jî nezewicî ye.
Birayên Leylayê di karên cuda cuda de dixebitin lê ji wan tu kes jî di karên xwe de serkeftî nînin û ji karên xwe heznakin. Bavê Leylayê jî dixwaze bibe sermiyanê xizmê xwe û ji bo ku bibe sermiyan hewceye şert û mercên ku ji bo sermiyantiyê hene bi cîh bîne. Ew şertê sermiyatiyê jî ew e ku di daweta xizmê xwe de 40 zêr bide xwediyê dawetê. Lê ji ber ku aboriya malbatê qels e malbat nikare 40 zêran bi xizmê xwe ve bike.
Lehenga wêrek
Di fîlm de karekterê Leylayê wek karektereke wêrek hatiye nivîsandin. Leyla li dijî kevneşopiyên malbat û civakê xwediyê helbesteke bi biryar e. Tevî ku Leyla di nav malbatê de xwediyê dahata herî zêde ye jî ji aliyê malbatê xwe wek xebatkar nayê dîtin. Leyla dixwaze alîkariya birayên xwe bike û bi hev re karekî bikin. Dixwaze bi dikana ku vekin birayên xwe bike xwediyê kar.
Lê li Rojhilata Navîn pergaleke hişk heye. Di nav vê pergalê de hemû rol û ristên jiyanê ji bo malbat û jinan hatiye diyarkirin û ev pîvan nikarin bên nîqaşkirin. Di nav vê pergalê de sermiyanê malê mêr e, jin ne xwediyê biryarê ye. Heta jin wek kes jî nayê hesibandin. Jin mecbûr e ku li gor pîvanên malbat û dewletê bijî. Jixwe malbata ku di fîlm de tê nîşandan jî nûnertiya vê pergalê dike.
Wek gelek qadan di qada sînemayê de jî jin wek karekterên yekem nayên dîtin. Karekterên ku tên avakirin jî wek alîkarê mêr anku kesên duyem tên afirandin. Karekterên jin ên ku tên avakirin jî xwediyê taybetmendiyên xirab in. Bi gelemperî kesên fesad, newêrek û li hember neheqiyan bêndeng in. Mêr çawa ku pîvana jiyana jinan ava dikin bi heman awayî li gor hişmendiya xwe pîvana xweşikbûna fizîkî jî diafirînin. Rol û misyonên ku zihniyeta erîl anku pergala dewletê diyar kiriye teşe didin jinan.
Bi karekterên jin ên ku di sînemayê de ava dikin dixwazin jinan tenê wek kesên ku zarok tînin, wan mezin dikin, di nav malê de xizmeta mêr dikin û ne xwediyê tu biryarê ne nîşan bidin. Li aliyê din di sînemayê de dema jineke rastê tundiyê tê bêdengiyê hildibijêre û tundiyê qebûl dike. Bi vê rêbazê tundiyê di nav civakê de wek tiştek rewa nîşan didin.
Têkoşîna li dijî feraseta şaş
Lê di fîlma Birayên Leylayê de karaktera Leylayê ne li gor pîvanên ku me li jor anî ziman hatiye avakirin. Leyla li dijî ferasetên şaş ên malbat û civakê tim di nav têkoşîneke de ye. Leyla xwedî biryar e. Mînak li gor civakê divê zû de zewicî be lê bi biryara xwe nazewice. Ji aliyê pîvanên xweşikbûnê ên ku hatine avakirin jî nîne.
Hejmara mêran a li der dora Leyla zêde ye û jinên ku hene jî tev li gor pîvanên mêran tevdigerin anku bi hişmendiya xwe bûne mêr. Leyla dijî vê hişmendiyê tim di nav têkoşîneke de ye. Li derve dixebite lê li mal jî bi gelek karan re eleqedar dibe. Hem ji aliyê aborî de hem jî ji aliyê hîsî ve tim malbata xwe li ser piyan dihêle.
Li dijî neheqiyên ku pêk tên car carna ditengije û digirî lê dîsa jî li ber xwe dide. Keda ku ji bo birayên wê bibin xwediyê kar dide her çiqas li tewşê biçe jî ew wêrekî û têkoşîna ku dide di bîra mirov de dimîne.
Sînema îro her çiqas ji bo avakirina pîvanên jinên li gor hişmendiya mêrperest ava dike jî ji bo ev rewş ji holê rabe divê di nav sînemayê de kesayetên anku karekterên wek Leylayê werin avakirin. Ev karekter ne tenê di sînemayê de di hemû beşên hunerê de bên avakirin da ku ratiya jinan baştir bê dîtin.