Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan di 22’yê mijdarê de qeyûm li şûna wê hatibû tayînkirin û piştî hat binçavkirin cezaya hepsa malê lê hatibû birîn. Hevşaredar Bîrsen Orhan careke din li mala xwe ya li navçeya Pêrtagê serê sibê hat binçavkirin. Dozger piştî îfadeya hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan girt, ew bi daxwaza girtinê sewqi dadgehê kir.
Dadgeya Cezayê Sulh a Nobedar biryara girtina hevşaredar Bîrsen Orhan da.
Dadgeha Dêrsimê di hefteyekê de, der barê Hevşaredara Dêrsimê Birsen Orhan de du biryarên cuda dan. Ewil biryara girtîgeha malê da. Piştre îro dîsa binçavkirin û vê carê biryara girtinê da û şandin girtîgehê. Dadgehê bi vê helwesta xwe mohra xwe li dîroka darazê xist. Komek nûnerên saziyên civakî û rêxistinên demokratîk û partiyên siyasî li Kolana Hunerê girtina Bîrsen Orhan şermezar kirin. Komê di çalakiyê de pankarta “Em li vîna xwe xwedî derdikevin, binçavkirin, girtin û zext me têk nabe” vekirin. Komê bê navber dirûşmeyên “Dê qeyûm biçe em ê li vir bin” û “zext me bêzar nakin” berz kirin.
Di çalakiyê de Parêzer Kenan Çetin, bertek nîşanî biryara darazê da û wiha got: “Ji ber Birsen Orhan, barîkatên polîsan şermezar kir hat girtin. Em disa di dîroka darazê de rastî gavek nû tên. Kesek di hepsa malê de bû girtin. kesek li mala xwe girtî çawa fikara ku bireve heye. Em ji kesên ku biryaran didin re dibêjin ‘Hiqûq ji bo her kesî lazim e’ û divê li gorî wê biryarê bidin.”