12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dayikên Şemiyê aqûbeta Ahmet Yetîşen pirsîn

Dayikên Şemiyê ji bo Ahmet Yetîşen ê beriya 30 salan ji aliyê Dewleta Tirk ve di bin çavan de hatî windakirin, hatin ba hev. Dayikan di çalakiya xwe de polîtîkayên girtinê jî şermezar kirin

Dayikên /Mirovên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin, bipirsin û ji bo darizandina faîlan, cara 1027’an li Qada Galatasarayê hatin ba hev. Vê hefteyê, aqûbeta Ahmet Yetîşen hate pirsîn ku beriya 30 salan di bin çavan de hate windakirin.

Xwişka Hayrettîn Eren ê di bin çavan de hatî windakirin, Îkbal Eren nerazîbûn nîşanî girtinan da.

Hevjîna Fehmî Tosûn ê di bin çavan de hatî windakirin, Hanim Tosûn destnîşan kir ku wê beriya 30 salan li Qada Galatasarayê Nîmet Tanrikûlû yê hatî binçavkirin, nas kir.

Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulsere Yolerî ji bo Ahmet Yetîşen ê beriya 30 salan di bin çavan de hatî windakirin, edalet xwest û çîroka Yetîşen vegot.