Li gorî agahiyên Rewangeha Mafê Mirovan a Sûriyeyê Heyet Tehrîr el-Şam û komên hevalbendên wê “piranîya bajar, navendên hikûmetê û zindanan kontrol kirin.” Li gorî heman çavkaniyê doh êvarê Çeteyên çekdar gelek endamên xwe li Keleha Helebê û derdora wê li navenda bajêr bi cih kirin.
Rewangehê herwiha destnîşan kir ku ji sala 2016’an de ev cara pêşî ye ku komên çekdar derbasî bajarê Helebê dibin. Her wiha diyar kir ku komên çekdar kontrola 6 gundên nû li Idlibê ragihandine.
Beriya çend demjimêran, Rewangeha Sûriyê teqez kir ku zêdeyî nîvê bajarê Helebê di bin kontrola çekdaran de ye, di heman demê de çavkaniyên El-Erebiye û El-Hedath teqez kirin ku hikûmeta Sûriyê firokexaneya navdewletî ya Helebê girtiye û hemû geştên xwe heta daxuyaniyeke din betal kirine.