12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

3 peyvên efsûnî

Semîha Alankuş

Jin weke hemû tiştên ku li dinyayê hatine avakirin hem xwezayî ye hem jî piralî ye. Wateya jinbûnê carna li gorî feraset û nêzîkatiya civakan tê guhertin.

Çîroka jinan dîrokeke kevnar û qedîm e. Carna bi dengeke nizm, carna bi dengekî bilind tê vegotin ev çîrok. Lê her tim şopên têkoşînê di nava xwe de dihewîne. Jin cewherê jiyanê ye. Guhertin û veguhertinên xwezayê di nava xwe de dihewîne, ruhê dide dinyayê, kokên xwe berdide nava axê û bi her zereyê xwe jiyanê ji nû ve diafirîne. Di nava vê jiyanê de berêxwedayîna pey azayê weke ku mirov bayî bigire nava destên xwe ye. Mirov belkî nikare bi çavên xwe bibîne lê her tim wê his dike û ev yek dibe pêdiviyeke jêneger.

Daxwaza azadiyê

Jin weke hemû tiştên ku li dinyayê hatine avakirin hem xwezayî ye hem jî piralî ye. Wateya jinbûnê carna li gorî feraset û nêzîkatiya civakan tê guhertin. Carna dayik, carna hevjîn, carna xwişk, carna hogir, carna jî hezkirî. Hemû wekî ristên ku ji aliye civakê ve weke rûpoş tên dayîn in. Lê di pişt van rûpoşan de daxwazeke azadiyê ya di kûrahiyê de veşartî heye. Ev daxwazeke şexsî jî nîn e. Di heman demê de ji bo hebûna mirovahiyê û civakê dijderketinek e, serîrakirinek e; ji ber ku azadiya jinan azadiya mirovahiyê, azadiya civakê ye.

Parastina hebûna xwe

Ji destpêka dîrokê heta niha, di nava demê de jin mecbûr mane ku nasnameya xwe ji nû ve saz û ava bikin. Di nava pêvajo û têkoşîna xwejinûveavakirinê de, ji aliyê hişmendiya mêr a desthilatdar ve hatiye xwestin ku dengê jinan bê qutkirin û jin tune bên hesibandin. Ji bo vê gelek hewldan çêbûne. Lê jin her tim li wir bûn, hebûn. Wekê bayê bêdeng ê beriya bagerê hebûna xwe parastin. Ji ber ku dengê jineke hatiye bêdengkirin di nava ruhê jineke din de, di têkoşîneke jineke din de her tim olan daye û dide.  Ji ber ku jin ne tene ji bo hebûna xwe hebûna azadiya mirovahiyê û civakê jî esas digire. Ev yek di cewherê jinan de heye.

Teşedayîna jiyanê

Têkiliya jinan bi jiyanê re tenê têkiliyeke biyolojik nîn e di heman deme de têkiliyeke ruhî ye.  Ji ber ku jin jiyanê tenê di bedena xwe de nahewîne, di heman demê de di hest, fikir, mejî û xeyalên xwe de dihewîne û mezin dike. Dilê jinan weke axa herî bi bereket a dinyayê ye. Her tim fikir, hêvî û hezkirin mezin dibe. Jiyan bi destên wê teşe digire.

Feraseta mêran

Lê sînorên civaka heyî anku feresata mêrane gelek caran dixwaze vê hêza jinan a afirîner bifetisîne. Dixwaze hêza jinan a afirîner bixe nava ristên zayendpareziya civakî û bi vî rengî di esasê xwe de jiyanê sînordar bike. Lê weke ku tê zanîn jiyan weke avê ye û her tim diherike. Jin jî di nava vê herikbariyê de reh  û ruhê herî bi hêz e. Ew sînoran nas nake, zincîran dişikîne û hêza xwe ya afirîner bi awayekî saf û paqij serbest dihêle û herikbariya xwe didomîne.

Azadî şerek e

Wek tê zanîn azadî jî bi zanebûnê ve girêdayî ye. Ji bo ku jin azad bibe divê ewilî bawerî û qimeta xwe bizanibe, bi vê bihese. Ji dîroka desrhilatdariyê heta niha pêkûtiyên civaka serdest a mêrane xwestiyê azadiya jinan sînordar bike, ji holê rake. Lê ji ber ku azadî tiştekî cewherî ye û şerek e ji bo ku jin bi ser keve divê ewilî xwe nas bike, dengê xwe bibihîse; anku bibe xwebûn.

Çîroka azadiya jinê

Ji dîrokê heta niha çîroka azadiya her jinê jî cuda bûye. Hinek ji wan ji bo mafê perwerdeyê, hinek ji wan di qada kar de ji bo wekheviyê, hinek ji wan ji bo jiyana xwe, hinek ji wan ji bo ku li bedena xwe xwedî derbikevin şer û têkoşîna xwe didomînin. Lê her çiqas ev şer cuda xuya bike jî xala wan a hevpar ji bo jiyaneke azad e. Anku ji bo daxwaza jiyana azad e.  Ji ber vê jî azadî tenê parastina mafekê nîn e. Di heman demê de diyarkirina qedera xwe ye. Anku jin ji bo xwe bigihîne azadiyê rêya xwe dibine. Carna bi tenê carna bi hev re.

Jin jiyan azadî

Di roja me de jî ev têkoşîna ji bo jiyaneke azad didome. Jin bi 3 pêyvên efsûnî têkoşîna xwe didomînin. Anku bi pêyvên ‘jin jiyan azadî’ ev têkoşîn didome. Gelo ev peyv çima efsûnî ne?  Ji ber ku êdî jin dizanin ‘jin, jiyan, azadî’ girêdayî hev in. Yek nebe ya din jî nabe, kêm û nîvco dimîne. Jin êdî dizanin ku azadiya jinan ji nû ve teşe dide jiyanê. Ji bo cihaneke azad  bê avakirin rê nîşan dide. Ji ber ku azadiya jinan tenê ji bo wan nîn e. Azadiya jinan xizmetî mirovahiyê û civakê dike. Dîsa ji ber vê jin azadiyê tenê ji bo xwe naxwazin, ji bo nifşên pêşerojê jî dixwazin. Ji ber ku jin jiyan bixwe ye û pêdiviya vê jiyanê jî bi azadiyê heye. Ji ber vê yekê jî her ku diçe ev 3 pêyvên efsûnî anku ‘Jin Jiyan Azadî’ bilind dibe, geş dibe.