Mînerva, Patriya, Marîa Teresa… Sê xwişkên delal. Sê perperokên li dijî dîktatoriya li komara Domînîkê… Qet jibîr nakim. Me li zîndanê pirtûka li ser jiyana wan xwendibû û wê şeva payîzê di nav barana rondikan de hîştibû. Hersê xwişk an jî bi navê xwe yê din Las Marîposas…Yanî Perperok. Ew perperok hê jî difirin, hê jî dîktatoran aciz dikin. Ew perperok hê jî tên kuştin. Carna wek baranê li erdê dikevin perperokên mirî. Lê dîsa ji nûve zîndî dibin. Ha li vî alî ha li wî alî difirin. Em in çimkî, em in pinpinîkên mirî jî zindî jî… Li baskek me mirin, li yê din jiyan nexşandiye. Em wan ji nû ve dikin cêwî jî. Pinpinîkên bêtirs in em, bê derew û zexelî, bê dalewere. Baskek jiyan, yek mirin, baskek firîn yek ketin. Bes bêdawî ye reqsa me.
Ka em li vir guh bidin vê helbesta hemzayenda pinpinîkan, Leyla Mexso Berazî (Deng bi perên kevokan dikeve, Avesta)
Rojên me yên qermiçî
Me kelehên xwe yên kevn bi dest ve berdaye dilo!
dîrok a şêran e lê gur dinivîsînin!
ji wê rojê ve ye qermîçokî ne rojên me,
tav weke sêleke sor e li raserî me,
tîna xwe dide ser hinarokên rûyê me yên şermokî
tu li ber dilê min digerî!
û qala stûnên pirên nû dikî
ku xwe li ber avên gur digrin bi sal û salewextan
li ber dilê min digerî!
weke bavekî di şer de xwe bike mijûliya zarokan
û perdeya leyîstikan bikşîne ber çavan
lê av diherike dîsa
wexta zivistanê tê
di dîwaran de ciyê xwe çê dikin hechecik weke her car
ez ketime etr û xema wê çêlîkê
ku ji xwe re li çiqilê darekî digere bo xwe lê bigre
dikule…duwazdeh hezar sal e
bi lingekî şikestî ye li ser latekî ku dor lê hatiye girtin
dike ku bifire carekê…perên xwe vedike û difire.
Sehet xweş be xwîşka perperokan. Nav qet derbas nebe jî mirov dizane ku ev helbest behsa çi dike ne? Nas û nêzî dil tê her tişt. Ji ber ku jinîtî bi rastî jî bûyînek din e, dinyayek din, dil û mêjiyek din, xwebûnek din.
Li aliyê din, niha lê varqilîm ku teva min li ser wan meqale nivîsiye jî, lê qet li ser van pinpinîkan yanî xwîşkan helbest nenivîsandiye. Helbet dê roja wê jî were. Ji ber ku rondikên me yên li wê şeva payîzê şahid in, ew tim bi me re ne. Jixwe qet bi tenê namînin jî. Ne Jînayê wan tenê hîşt ne jî tekoşerên din. Dinya hê jî ji bo jinan wek firinên Naziyan e. Dinya bûye firina jin û jiyanê, bi hezaran salan e. Herî dawî Rojînê kuştin û xwestin Behra Wanê wekî kujer nîşan bidin. Lê em dizanin, av û behr nîne ya ku jinan dikuje, ew bi xwe ne. Çi jî bikin, nikarin sûcê xwe ji stûyê xwe derxin û bikin stûyê xwezayê.
Lê ka em binhêrin. Way hersê xwişkên kuştî di ber me re derbas dibin. Xwişka ku ji bo li mal, li ber zarokên wan maye xelas bûye, bi zorê xwe gîhandiye ba cenazeyên wan perperokan, wan li pey kamyonetê bicîh kiriye û bi lez ber bi malê ve dibe. Barê dilê wê, barê rêwîtî û ereba wê, barê dîroka wê, barê bext û zaroktiya wê, barê pêşeroja wê perperokên kuştî ne. Xwişk in, jin in, jîn in. Çi rêwîtiyek zor û dijwar, çi mirinek bêdawî, çi pinpinîkên delal û dilêş. Em hemû li wir in. Hem pinpinîk in hem ajovan, hem kuştî ne hem rêwîtî, hem li wir in hem li vir. Ji ber ku jiyana di firinên Naziyan de nahêle em ji hev qut bibin. Mesafeyên dem û deran tune dibin. Firin firin e çimkî. Nahêle qurbanî jê xelas bibin. Bes êdî gere em ne qurban lê serwerên vê dinê û jiyanê bin.
Ne tenê ji bo xwe ji bo mirovahî û xwezayê jî. Ji ber ku jinkujî jînkujî ye û jînkujî mirovahîkujî, xwezakujî, dîrokkujî û pêşerojkujî ye. Kujer di şexsê jinan da her tiştî dikujin. Lê bila êdî nikaribin bikujin. Bila îstatîstîkên kuştinê na yên xweparastin û jiyanê bilind bin. Bila pepûle neyên kuştin, bifirin. Dinya û jiyanê xweş bikin.
Xwişkno, delalno, perperîkno, stêrkno, heta em hebin hûn jî hene. Ne Domînîka we dûr e ne jî welatê me. Heyf û eşqa we li erdê namîne.
Larga vîda a las marîposas…Bijîn perperok!