12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dewletê qeyûm tayînî Şaredariya Miksê kir: Gel derket kolanan

Dewletê qeyûm tayînî Şaredariya Miksê ya Wanê kir. Gel li dijî qeyûm daket kolanan. Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslihan Şedal, bertek nîşan da û got; "Ew tehamul nakin ku gel ji 14 şaredariyan her 14 şaredariyan jî bi dest bixe."

Dewletê qeyûm tayînî Şaredariya Navçeya Miksê ya Wanê kir. Li dijî qeyûm gel derket kolanê û dest bi çalakiyê kir. Piştî dadgehê li Hevşaredarê Miksê Ayvaz Hazir bi îdîaya “Li ser navê rêxistinê sûc kiriye” 3 sal û 11 meh ceza birî, wezîr qeyûm tayînî şûna Hevşaredarê Miksê kir. Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Miksê kirin, bi sedan welatî kom bûn û bertekên xwe nîşan dan. Welatiyan bênavber dirûşmeya “Qeyûm dê biçe dê gel bê” berz kirin. Çalakiya welatiyan a li pêş şaredariyê berdewam kir. Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şeddal anî ziman ku gel di hilbijartina 31ê Adarê de ji 14 şaredariyan 14 şaredarî bi dest xistin û ew vê yekê tehamul nakin. Hevşaredara Miksê Nebahat Benek jî anî ziman ku ew şaredariyan bi destê wan de bernedin.