12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Têkoşîn nahêle civak di nav tarîtiyê de bimîne

Riham Temo

Li dijî tundiya fizîkî, ruhî, bîrdozî û polîtîk tevahî tevger û rêxistinên jinan û ciwanan serî hildane û qebûl nakin ku wehşîtî û hovîtiya van desthilatdaran civak û gelan di nava tarîtiyê de bihêle.

Di cîhana îro de, rastiya jinan hê jî kêşeyên mezin û nakokiyên tevlihev ên ku sînorên çandî, siyasî û aborî derbas dikin nîşan dide.  Di dîrokê de jinan li dijî pergalên baviksalarî yên ku hewl didin ku rista wan biçûk bixin, têkoşîneke bênavber dane meşandin û ev şer di hemû serdeman de bi awayekî zelal hatiye nîşandan. Ji tevgerên jinan ên ku di sedsala 19’emîn de li Ewropa û Amerîkayê derketine, heta tevgerên jinan ên hemdem di yên sedsala 21’emîn de em li ser girîngiya wan bûne şahidên hişyariyeke mezin. Ev tevger ne tenê qêrînên li dijî neheqiyê ne, di heman demê de di asta pergalên civakî û siyasî de bangek komî ya guhertinê jî temsîl dikin. Lê belê rastiya jinan bi pirsgirêkên cîhanî yên weke bêkarî û tundiyê ve girêdayî ye; ji ber ku şer û pevçûn bûne amûrên nûjen ên çewisandinê ku ev yek ji bo hilweşandina tevgerên jinan û têkbirina demokrasiyê tê bikaranîn. Şerê nûjen ku wek ‘Şerê Cîhanê yê Sêyemîn’ tê dîtin, xwe bikaranîna gelek amûran nîşan dide, di nav de îstîsmarkirina xizaniyê, lawazbûna tevgerên jinan ta asta qirkirina jinan û afirandina nakokiyên wekaletên ku rasterast bandorê li ser jinan dikin hene.

Rewşeke tevlihev a siyasî û civakî li herêma Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqaya serdest e, ji ber ku bûyerên domdar ên li ser erdê rastiyeke tevlihev nîşan didin ku ev yek ji şer û pevçûnên ku bi gelemperî ji nakokiyên etnîkî û olî wêdetir xuya dike. Ev şer ji pîvanên aborî û siyasî yên cîhanî cihê ne, lê ji wan tê xwarin, ji ber ku hêzên mezin beşdarî zêdekirina bandora xwe ya bi kontrolkirina çavkaniyên jiyanî dibin.  Di çerçoveya şerên çekdarî de jin wek amûrên şer tên bikaranîn, rastî tundiya zayendî tên, neçarî koçberiyê tên kirin û ji cih û warên xwe tên koçberkirin; ev jî dibe sedema parçebûna malbat û civakan.

Ev şer û pevçûnên ku bi hev re ne, rastiyeke tevlihev ji jinan re diafirînin, ji ber ku ew rastî gelek cureyên zordarî û biçûkxistinê tên. Ji ber ku ew dixwazin mafên xwe bi dest bixin û beşdarî avakirina civakên xwe bibin ji tundiya laşî û derûnî bigire heta astengiyên civakî û çandî rastê gelek astengiyan tên. Jin di van şert û mercan de di nava fikariyeke berdewam de dijîn, lê ji bo mafên xwe rêxistinbûn û têkoşîneke berbiçav nîşan didin. Rista wan ne bi mexdûrên pevçûnan re sînordar e, lê ji wê wêdetir diçe ku wan bike beşek ji tevgereke mezin a ku li guhertin û azadiyê digere.

Sedsala 21’ê dê bibe sedsala azadiya jinên cîhanê. Lewma têkoşîna jinan di vê serdemê de xwediyê cihekî pir girîng e ku bi xwe re dê ne tenê azadiya jinan bi dest bixe dê li dijî tevahiya cureyên tundiya ku ji milê dewlet û mêrê serdest ve tê meşandin jî bi ser bikeve û ji bo tevahiya zayend û pêkhateyên xwezayê azadiyê mîsoger bike.

Banga bi felsefeya ‘jin jiyan azadî’ ya ku îro jinan li derdora xwe kom dikê xwediyê rist û bandoreke dîrokî ye di pêkanîna guhertinên demokratîk de û aştiya ji bo civak û jinên cîhanê.

Li dijî tundî û femînîsîda ku li dijî jinan bi pêş dikeve rêxsitinbûn û xweparastina jinan pêwistiyeke jiyanî û hebûnî ye. Ji ber vê yekê îro jin bi hemû hêz û baweriya xwe li dijî tundiyê li ber xwe didin û banga azadî, guhertina demokratîk û aştiyê dikin. Bi salên dirêj pergal û hişmendiyên desthilatdar jin ji dîrok û jiyanê mehrûm kirine û bê behr hiştine. Cîhana ku bi hebûna azad a du zayendan bi wate dibe bi nêzîkatiyên xwe yên baviksalar bê reng kirine û her tim bi yek hebûnê dane meşandin. Vê yekê di domdariya dîrokê de bi xwe re qeyran û pirsgirêk peyda kirine. Wek me anîbû zimên ku em li kijan aliyê wê binihêrin em ê bibînin ku dagirtî ye; ji pirsgirêkên ji milê aborî, siyasî, civakî leşkerî û hwd. ve.

Sedemeke bingehîn a sereke tundî û koletiya li ser jinan ferz bûye hiştiye ku jin bêpergal an jî li derveyê pergalê bimînin.

Lewma em dibînin ku ev pergal bi tevahiya hêza xwe hewl didê ku siyaset û pergala işkenceyê bi qirkirina jinan weke qederekê ferz bike û bênavber êrîşî mejî û bedena wan dike, wan bêmaf û bêîrade dihêle. Lê li dijî wê jî xeta têkoşînê her kêliyê bilind dibe.

Wek me bal kişandibû ser şerê cîhanê yê sêyemîn li dijî hebûna jinan e û berdewamiya planên demdirêj e ku bi hûrgulî li ser tunekirina hêza jinan bi pêş dikeve. Jinên ku qeydên koletiyê qetandin û bi yek dengî bang kirin ‘jin jiyan azadî’ derbek pir mezin li bengiha vê şerî xist û ispat kir ku tu çareserî bê azadiya jinan pêkan nîne. Lewma ji ber ku xetên çareseriyê winda bibin her roj, di her welatî de li dijî jinan îşkence, hedefgirtin,binçavkirin, tecawiz û zewcandina zarokan, qetilkirinên bi hovîtî dê weke ku tola baviksalariyê ya îflaskirî bi pêş bikeve û ji pêşeng û jinên zane bigire pergal bi şev û rojên xwe dê tev bigere ka dê çawa careke din serê jinên ku wek enerjiya rojê şewqê didin bitewîne.

Lewma çav li tevahiya kiryarên tundiya bi sazî û qanûnên sermayedar û kapîtalîst ên ku  bi pêş dikevin digire.

Ji bo ku tevgerên jinan li dijî êrîşên kapîtalîzmê bisekinin pêwîstiya bilezgîn bi bilindkirina asta hevgirtin û tekoşîna bi hevre heye. Xurtkirina pergala xweserî û xweparastina tekane rêya serkeftinê ye , israra di xeta tekoşînê de ya ku dê me bigihîne azadiyê ye. Li gor wê li seranserî cîhanê hêza jinan dibe yek û mezin dibe.

Li derdora felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî ’ kombûn tê wateya ku di cîhana jinan de guhertinênên bingehîn çêbûne.

Jinên ku di domdariya dîroka baviksalar de hatine şikandin û ji rehên jiyanê hatine qutkirin îro bi dirûşm û armancên pir girîng li ber xwe didin.

Şerê Cîhanê Yê Sêyemîn ku bi kûrkirina alozî û pirsgirêkên heyî li her derê belav dibe di esasê xwe de jinan dike hedef.

Dema em li derdora xwe dinihêrin dikarin bi rengekî pir zelal bibînin ku bi sîstematîk û bi polîtîkayên pir hûr planên qirkirinê li ser jinan tên meşandin. Û li dijî wê firehkirina asoyên xwe û di ruh de meşandina têkoşîna bi tevger û jinên şoreşger re û sûdgirtina ji tecrûbeyên hev dê rê li ber avakirina pergala konfedral a jinan veke û siûda avakirin û sazkirina pergala xwe ya parastinê misoger bike.

Di nava şoreşa jinan de jin bênavber li dijî her cureyên tundiyê tekoşîn û berxwedaneke dîrokî didin meşandin. Lewma em dikarin nimûneya vê tekoşînê ya di pêşengtiya Kongre-Starê de wek rêxistina yekemîn ku li Rojava hatiye avakirin ji bo parastina hebûn û nasnameya jinan bi nav bikin. Di nava 20 salan de her kêliyekê ji bo ku çanda xweparastinê di nava gelan û jinan de bi pêş bixe me bi her awayî perwerde dane destpêkirin. Ev bû bîngeheke ku li ser vê çandê şoreşa jin her ku diçe ber bi mezinbûnê ve diçe. Ji ber vê yekê îsal weke rêxistinên jinan li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê bi bi diruşma ‘BI FELSEFEYA JIN JIYAN AZADÎ XWE BIPARÊZE’ kampanyayek hat destpêkirin. Armanca me ya ji vê diruşmê ew e ku em bi pîvana felsefeyê li dijî qirkirina li ser jinan, li ser hebûn û dîroka jinan û destketiyên ku bi salan bi dest xistine biparêzin û li seranserî Kurdistanê û Rojhilata Navîn û cîhanê girîngiya xweparastin, xwerêxistinê esas bigirin.

Serketina xwebirêxistinkirinê di nava şoreşa jinan de me dît bû bîngeheke mezin ji bo tevahiya jinan. Bi pêşengtiya Kongre Star niha bi dehan rêxistinên jinan hatin avakirin. Bo taybetî ji bo jinên ereb, rêxistina Zenûbiyan, Rêxistina Jinên Êzîdî, Rêxistina Jinên Ermen, suryan û hwd. Ku her rêxistineke li Rojava hatiye avakirin bi armanca jinên her pêkhateyê li dijî tundî, dagirkerî, tecawiz, zewacên temenbiçûk û kuştina jinan têkoşînê dimeşînin. Em bi rêxstinbûna xwe diparêzin. Niha her jinek pişta xwe bi rêxistna xwe xurt dike û dibe xwedî hêzeke mezin ku dikare bi cesaret û bi pîvan tekoşîna xwe bilid bike û destketiyên xwe yên dîrokî biparêze.

Li ser vî bingehê em birêxistinbûyina xwe ya jinan dawî li hemû polîtîkêyên bîrdozî yên pergala desthiladar ku dixwazin di sedsala jinan de planên xwe pêk bînin yekîtiya jinan, hevgirtin û hevaltiya bi rêxistinên jinan pêk bînin û li her welatekî dawî li planên  qirker bînin û konfederalîzma demokratîk a jinan ava bikin. Çawa ku bi her awayî êrîşê dagirkeriyê li ser jinan tên bi pêşxistin dê jin jî bi zanebûn û feraseta xwe xweparastinê li benda tu kesî nemînin. Dê di diyarkirina çarenûsa xwe de weke yek ji erkên bingehîn yê jiyana azad e rista xwe bînin cih. Û dê li dijî cezayên ku siyasetmedar, pêşeng û têkoşerên jin pê têne cezakirin û bi bêedaletî tên darvekirin têkoşîna xwe bilind bike û bi asta têkoşînê li dijî pergalên ku bi navê Xweda jinan darve dikin derkeve.