12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li dijî tundiyê xweparastin

Hêlîn Asmîn

Xweparastin rêxistinbûna nasname, ziman û jiyaneke aram îfade dike.

25’ê Mijdarê Roja Tekoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî, bingeha xwe ji têkoşîna xwişkên Mîrabal digire. Li Komara Dominikê Patria, Minerva û Maria Teresa çalakvanên siyasî bûn ku li dijî pergal û siyaseta serokkomar Rafael Trujillo serî hildabûn. Di 14’ê hezîranê de di dema şahiyê de Rafael Trujillo hewl da ku Minerva ya ku beşa parêzerî li zanîngehê dixwend tacîz bike, Minerva helwesta xwe nîşan da û şeqam lê xist.

Piştî wê bûyerê bi pêşengiya Minerva rêxistina bi navê ‘Tevgera 14’ê Hezîranê’ hat avakirin ku navê xwe ji dîroka şeqama Rafael Trujillo xwariye digire û perperîkê jî weke nîşaneya tevgerê hildibijêrin.

Piştî wê bi demekê Rafael Trujillo fermana dîlgirtin û îşkencekirina her sê xwişkan dide û Minervayê ji bawernameya wê mehrûm dike. Paşê her sê xwişk ji girtîgehê derdikevin û di 25’ê Mijdara 1960’î de bi rengekî hov ji aliyê çekdarên Rafael Trujillo ve tênnkuştin. Ev bûyer dawiyê li pergala Rafael tîne û ew jî 6 mehan piştî kuştina xwişkên Mîrabal, tê kuştin.

Desteya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî di 17’ê berfanbara sala 1999’an de biryar dide ku 25’ê Mijdarê wek roja kuştina xwişkên Mîrabal bibe ‘Roja Cîhanî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan’.  Bang tê kirin ku hemû hikûmet, rêxistinên navneteweyî, rêxistinên mirovî û yên jin ji bo têkoşîna li dijî tundî û parastina mafên jinan rist û peywirên xwe binin cih.

Xwişkên Mîrabal berî 63 salan hatin kuştin, ji wê rojê heta niha têkoşîna jinan di hemû qadên jiyanê de berdewam dike. Beriya xwişkên Mîrabal û piştî wan jî jinên ku li dijî baviksalariyê li ber xwe didan hebûn. Ji Jeanned Arc bigire heta Fata Reş, Clara Zetkîn, Leyla Qasim, Rose Luxemburg, Sakîne Cansiz, Evîn Goyî, Leyla Wan, Jiyan-Roj-Baharîn, Yusra, Reyhan, Delal Amed, Raperîn Amed, Nagihan Akarsel, Gulê Selmo, Arîn Mîrkan, Avesta Xabûr û bi hezaran jinên pêşeng ên li dijî vê pergala serdest a mêran têdikoşiyan ji aliyê hêzên serdest û dagirker ve hatin kuştin. Îro li rojhilatê Kurdistanê- Îran’ê ev yek berbiçav e. Piştî kuştina Jîna Emînî û jinên li ser şopa wê meşiyan dirûşma ‘JIN JIYAN AZADÎ’ li giştî cihanê belav kirin.

Jinên ku di çeperên herî pêş ên şerî de ji bo hemû jinên berxwedêr dibin remz/sembol û rêya me ronî dikin û hêza me ya têkoşîna li dijî pergalê xurtir dikin.

Şoreşa Rojava tovên pêrgala jinan belav dike, jinên Rojhilata Navîn û cîhanê li ser pergala ku îro li Rojava heye xwe bi rêxistin dikin. Pergala hevserokatî, bingeha modela civaka azad, jiyana azad e. Ev model, ji aliyê Tevgera Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ve li ser bingeha pergala rêxistinî hat destpêkirin û wekî nûnertiya wekhev bû rêgeza jiyana azad û wekhev.

Di tevahiya qadên jiyanê yên civakî de avakirina xwerêxistinkirinê mîna meclis, komîn, kooperatîf, rêxistinên tenduristî, perwerde û ekolojî tê wateya mîsogeriya ewlehiyê. Xweparastin tenê weke pêkhatineke çekdarî bi dest nayê girtin. Xweparastin di her qadê de, bi taybetî di rêxistinbûna civakê de xwe wek nasname, ziman û jiyanekî aram îfade dike. Rêber Abdullah Ocalan gava mijarên weke akademî, meclis, kongre û konseyê tîne zimên, di heman demê de wan weke navendên xweparastinê jî dinirxîne.