Ajansa Welat (AW) ku yekem ajansa xwerû bi Kurdî ye dest bi weşana xwe kir. Ajans bi dirûşma “Deng û Rengê Welat” dê weşangeriya xwe bike. Ajans kategoriyên wek, “Jin, Çand, Aborî, Polîtîka, Ekolojî, Tenduristî, Daraz, Cîhan, Podcast, Video, Wêne” di nava xwe de dihewîne û wê bi van kategoriyan nûçeyan pêşkêşî raya giştî bike.
Ajansa Welat hewl dide bibe deng û rengê gelê Kurd û tevahiya neteweyên din. Hewl dide di serî de li Kurdistanê, Tirkiyeyê, Rojhilata Navîn û hemû cîhanê nûçeyan û agahiyan ragihîne.
AW bi tîmek nû li pêşberî we ye û di nava tora medya dîjîtal de jî wê hewl bide bibe deng û rengê welatê me. Her wiha ajans hewl dide tora xwe ya nûçegihanan berfireh bike û li hemû bajarên bakurê Kurdistanê nûçegihanan bi cih bike.
Ajansa Welat ku dest bi weşana xwe kir, îro roja weşana wê ya yekemîn e û dê ev rêwîtiya wê ya heqîqetê berdewam bike da ku ev rêwîtî bigihîje lûtkeyê.