12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Polisan li Amedê bi ser gelek malan de girt

Polîsan li Amedê bi ser gelek malan de girt. Di nav de Hevaredarê Navçeya Peyasê ya Amedê Cengiz Dundar û Seroka MKG’ê Roza Metîna jî heye.

Polîsan li Amedê di saetên serê sibê de bi ser gelek malan de girt.

Amed 
Polîsan bi ser malên Hevşaredarê Peyas a Amedê Cengîz Dundar, Seroka Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) Roza Metîna û mamosteyên Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) de girtin.
Mêrdîn 
Di serdegirtinên malan ên li navçeya Artuklu ya Mêrdînê de Mehmet Şîmdî (40), Mehmet Şîmdî (22), Mehmet Nûr Şîmdî (22), Medîne Şîmdî (20) û Ronî Şîmdî (17) hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Bajar. Hat zanîn ku kesên behsa xeberê bi hinceta tevlibûna protestoyên li dijî qeyûm hatine binçavkirin.
Êlih 
Li Êlihê jî di serdagirtina malan de rojnameger Mehmet Ucar hat binçavkirin.
Şirnex 
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî bi ser gelek malan de hate girtin û gelek kes hatin binçavkirin.
Stenbol 
Li Stenbolê di saetên sibê de polîsan bi ser gelek navnîşanan de girt. Di serdegirtina malan de Erdogan Alayumat, Hamza Kagan, Bîlge Aksu, Ahmet Sûmbûl, Ardin Dîren û endamê Komeleya Mafên Mirovan Nîmet Tanrikûlû hatin binçavkirin. Her wiha hat hînbûn ku di serdegirtina mala rojnameger Gulcan Derelî de jî ew ne li malê bû ye.
Riha 
Li Rihayê di serdegirtina malan de 2 welatiyên bi navê Kubilay Yildiz û Ayfer Haykır hatin binçavkirin.
Dêrsim
Li Dêrsimê jî danê sibehê di serdegirtina malan de 4 kes hatin binçavkirin. Hate hînbûn ku di serdegirtinê de welatiyên bi navê Enes Boran, Şiyar Ataş, Velî Akyol û Aynur Can ên nûnerên kargeha Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetê (SES) hatin binçavkirin.
Mêrsîn
Di serdegirtinên malan ên li navçeya Tarsus a Mêrsînê de welatiyên bi navên Muhammet Ayten, Mehmet Can Kiziltaş, Tamer Aslan, Nûjiyan Ezer, Mehdiye Çîçekdag, Îlhan Bal, Bîlal Sakmak, Gulistan Otlaş û Berfîn Hacer Çîçekdag hatin binçavkirin. Kesên hatine binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Tarsusê. Di serdegirtinên malan ên li navçeya Akdenîzê de jî Serokê Şaxa DÎSK’ê ya Mêrsînê Kemal Goksoy hatin binçavkirin.
Edene
Li Edeneyê jî parêzer Şîar Rîşvanoglû hate binçavkirin.
Çanakkale 
Di serdegirtinên malan ên li Çanakkaleyê de 11 ciwan û Hevserokê DEM Partiyê yê Navçeya Gokçeadayê Bedîrhan Şeker û rêveberê partiyê Savaş Saribulak hatin binçavkirin. Sedema binçavkirinan nehat zanîn.