Bi minasebeta 25’ê Mijdarê li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de peyama hevpar a jinan berxwedana bi rêxistinî bû.
Riha
Navenda Mafên Jinan a Baroya Rihayê, li ber avahiya xwe daxuyaniyek da çapemeniyê. Endamên OHD, ÎHD’ê û gelek parêzer tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de jinan diyar kir ku dê li dijî şîdetê dê bi hev re têbikoşîn û li di jî polîtîkayên bêcezahiştinê jî berxwedanê bidomînin. Daxuyanî bi dirûşm û çepikan bi dawî bû.
Mêrdîn
Navenda Mafên Jinan a Baroya Mêrdînê, li salona Konferansê ya Tahîh Elçi daxuyaniyek da û gelek parêzer tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de qetilkirina jinan û şîdeta li hemberî jinan hat şermezarkirin banga têkoşîna hevpar hat kirin.
Agirî
Parlamentera DEM Partiyê ya Agirî Nejla Demîr, Rêxistinên DEM Partiyê yên bajar û navçeyan, hevserokên şaredariyên bajar û navçeyan û gelek welatî beşdarî meşê bûn. Di meşê de jinan pankarta “Li dijî dewlet-mêr, Jin jiyan azadî” hat vekirin. Girseya ku ji avahiya DEM Partiyê ber bi Kolana Cumhuriyetê dest bi meşê kirin ji aliyê polîsan ve hat astengkirin.
Li dijî astengkirinê parlamenter Nejla Demîr axivî û bertek nîşanda û got: “Em zîhniyeta qeyûm û rêjîma qeyûm şermezar dikin. Em carek din bang dikin em ji bo civakek azad û ji bo jiyaneke bi rûmet dibêjin jin jiyan azadî.”
Girseya ku hat astengkirin carekdin ber bi avahiya DEM Partiyê bi dirûşma “Jin jiyan azadî” meşiyan. Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.
Stenbol
Baroya Stenbolê bi wesîleya 25’ê Mijdarê pankarta “Ne edaleta mêr, edaleta rast” li avahiya Baroya Stenbolê ya li Kolana Îstîklalê daliqand û bal kişand ser rola darazê ya di dozên tundî û qetlîamên li ser jinan de.
Colemêrg
Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi boneya 25’ê Mijdarê û li dijî polîtîkayên şerê taybet ên li bajarê Colemêrgê meşek li dar xist. Endamên Meclîsa Jinan a DBP’ê, Parlamentera DEM Partiyê Oznûr Bartîn, endamên Meclîsa Jinan a DEM Partiyê, Dayikên Aştiyê û gelek jin tevlî meşê bûn. Di meşê de pankartên “Li hemberî şerê taybet, Jin jiyan azadî” hat vekirin û dowizên wekî “Şoreş jinê azad dike” û “Jin jiyan e jiyana nekuje” hatin hilgirtin. Her wiha wêneyên jinên ku hatine qetilkirin di meşê de hatin hilgirtin.
Jinan tevî barana zêde û hewaya sar ku digihêje kêm pileyan, jinan bê navber dirûşmeyên “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana jinan”, “Bijî berxwedana zindana”, “Berxwedan jiyan e”, “Jin natirsin, hesab dipirsin” berz kirin. Ji nexweşxaneya giştî ber bi mala mamosteyên kevin ve meşiyan. Piştî meşê daxuyaniyek hat dayîn û jinan bal kişand ser têkoşîna li hemberî polîtîkayên şerê taybet.
Dû re jinan bi dirûşma “Jin jiyan azadî” dawî li çalakiya xwe anîn.
Edene
Komîsyona Mafên Mirovan a Şaxa ÎHD’a Edeneyê li avahiya komeleyê daxuyanî da. Endamên Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Edeneyê û aktîvîstên TJA’yê jî tev li bûn. Zehra Aydin li ser navê komîsyonê rapor eşkere kir û bal kişand ser dîrok û têkoşîna jinan. Zehra Aydin, diyar kir ku ew ê li dijî her cureyên şer derkevin û jiyanê biparêzin.
Zehra Aydin diyar kir ku di mehên çile û cotmehê de 15 jin hatine qetilkirin û ev agahî parve kir: “Piraniya jinan bi çekan û kêran hatine qetilkirin. Jin, li her qadê rastî zayendperestî û çanda tundiyê ya zîhniyeta nêrza diafirîne re rû bi rû dimînin. Em careke din banga bidawîkirinê vê dikin û dibêjin; dewlet mecbûr e ku ji bo parastina jinan a ji tundiyê her cureyên tevdîran bigire. Divê cihêkariya bingeha xwe ji zayendperestiyê digire ji holê rake. Divê dev ji polîtîkayên necezakirinê berde. Weke jinên ÎHD’î dê têkoşîna me ya li dijî tundiyê ser jinê bidome.”
Piştî daxuyaniyê, jin çûn Şaxa PTT’ê ya Cumhuriyetê û ji bo Peymana Stenbolê dîsa bikeve meriyetê ji Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş re name şandin.
Wan
Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê (KHM) bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê li Salona Konferansê ya Baroya Wanê Tahîr Elçî daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em bi dirûşmeyên ‘Heta hemû jinên cîhanê azad nebin ez azad nabim’ û ‘Jin jiyan azadî’ dizanin. Em dixwazin diyar bikin ku em li dijî qedexekirina van dirûşmeyan rawestin. Divê em jin li her qada ku em tê de ne, hevdû xurt bigrin û têkoşîna jinê mezin bikin.”
Îdir
Jin bi pêşengiya TJA’yê li ber avahiya DBP’ê ya Îdirê li hev civiyan û li ber Bîrdariya Musa Anter meşek organîze kirin. Meclisa Jinan a DBP, DEM Partiyê, Hevşaredara Îdirê Necla Kum, hevşaredar û gelek jin beşdarî meşê bûn. Di meşê de jinan gotin, “Li dijî tundiya mêr-dewletê; Di meşê de pankarta “Jin, jiyan, azadî” vekirin.
Endama PM’ê ya DBP’ê Sînem Seven di çalakiyê de wiha axivî: “Ya ku herî zêde ji tecrîdê bandor dibe jin in. Em jin azadiya jinê di azadiya Birêz Ocalan de dibînin. Li Kurdistanê li dijî parastina ziman û çanda zikmakî polîtîkaya şerê taybet tê meşandin. Hikûmet ji ber ku ji têkoşîna jinan ditirse rêbazên zextê li ser jinan bikar tîne.”
Meş bi dirûşma “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.