25 ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan a Navnetewî ji bo bal kişandina tundîya li ser jina tê kirin e. Di sala 1999’an de bi biryara koma miletên navnetewî derketiye holê. Bûye rojev û ketiye bernameya rêvebirên navnetewî.
Pêwistiya rojek bi vi rengî, bi serê xwe diyar dike ku, jin beramberi şideta, fizikî, zayendî, aborî û psikolojik dimînin, heta ku di salnameyan de cih girtiye û li ser vê bernamê çalekî, civîn, xebat tên lidarxistin.
Bindestiya li jinê tê rewakirin, zor û zehmetiyê jin dikişinîn, li hember kijan zext û zordariyan xwe diparêzin an ‘naparêzin ‘ di şert û mercên çawa de dijîn û dengê xwe çiqasî dikarin derxin, bilind bikin? An li ber xwe bidin, li pêşberî tundiyek bi çi awayî rû bi rû dimînin?
Tundîya fizikî, zayendî, derûnî, aborî, her wiha dijital, di her warê jiyanê de, di her qadê de derdikevê pêşiya jinan. Di hundirê malê de, li derve, li ser kar, di rêwitiyê de, li kolanan, di her cihî de dibê ku rastî tundiya cinsî, an fizikî, an derûnî werê.
Civak, netew, ol, nijad qet ferq nake bi tenê pileya tundîyê an jî şêwaza wê diguhere. Şîdet nexweşiyeke xirab di nava rihê mirovan de ye, lê bi pênaseya ‘nexweşiyê’ tenê jî nayê ravekirin.
Destpêk û sedem di bingehê de her çibe ji dîroka mirovahiyê ve heta roja îro berdewam dike.
Mirovên hêrs û xezeba xwe bi şîdetê didin der, hêza xwe yî fizîkî weke amûra pêkarînê bi hovane bikartinîn û tesira vê jî digihijê kesên derdorê, bêtir yên herî nêzîk. Zext û tundiya derdikevê holê, gelo di esasê xwe de veşartina kêmanî û qelsiya kesayeta xwe ye?
Ango aloziya di nava xwe de çareser nekin û vê jî weke tevgerek bi zirar derbixin, bikarbînin. Bi hesta kompleksî hewl bidin serdestiya xwe ava bikin. Lê tu rêbaz, zagon, di danûstandin û têkiliyê mirovan de mafê desthilatdariyê nadê.
Mafê tu kesî tine li ser jiyan û keseyata hinek din biryarê bidin,zordariyê bikin. Lêbelê şîdet û desthilatî mixabin heye û rastiyek tehl e. Pêşî ji malbatê ji hundirê malê dest pê dike û berbelavî derve dibe.
Tundiya psikolojik an jî şideta bi gotin, çêr û tevgera tê kirin, ji şideta fizikî berbelavtir û bi qasî wê jî bi bandor e.
Di her civakê de ev yek pêkan e, carina bi riya qels kirinê, çewisandinê, kêm kirinê, sûcdarkirinê, astengkirinê, heta ku bişaftinê, derdikevê holê.
Ji ber ku reftar xwediyê şîdetê vê yekê gelek caran veşartî dike, bi awayekî manipulatif mebesta xwe tînê cih. Bi rêya xwedî derketinê an nişandayina hez kirinê, parastinê, sûcdarkirinê, di çewisîne û manipule dike.
Dibê ku jina li hember vê rewşê dimîne jî, hay jê nebe! Weke tiştekî normal bibîne û hînî vê tundiyê bibe, neçariyê qebûl bike.
Bi vi awayî jî li riya xwe parastinê û berxwedanê negerê.
Kesa hate çewisandin êdî zext û tundî lê hêsan dibe. Wexta jin mafê xwe bizanibe û ji xwe bawer be, riya berxwedanê jî dibîne.
Ji ber ku şîdeta psikolojik têkbirina hêza kesayetê ye û hêsan tê bikaranîn zêde berbelav e.
Weke tê zanin di her civakê de bi piranî di civakên di hêla aborî, çandî, hunerî û
perwerdehiyê de li paş mabin şîdet amûrek sereke ye.
Di civaka me de jî bi bandora çand û olê, kevneşopiyên civakî, kêmaniya rêbazên qanûnî, gelo jin çi qasî dikare dengê xwe derxinê!
Li hember bav û bira, mêr, bertek nişan bide li dij derkeve, an xwe biparêze? Ji bilî yên dengê xwe derdixin, li ber xwe didin serî radikin têdikoşin heta ku nav û dengê wan li dinyayê belav dibe jî, gelek xwedî çîrokên veşartî û nedîyar jî hene. Yên qêrînê wan nayên bihîstin hebûna wan nakeve ber çavan, çîrokên wan nabin rojev bêdeng dijîn û bêdeng dimirin…
Ji pêşî ve fêrî bêdengiyê bûne, bêdengiya li ser hatiye ferz kirin, rola xwe yî civakî, ya jê re hatiye revakirin bi cîh tînê. Carinan çarê di xwe kuştinê de dibînê, her xwe kuştinek darizandina civakê bi xwe…
Tên kuştin, ‘xwe’ dikujin…
Li cihê rêgezek bi rêkûpêk nebe, maf û zagonê heqî nebin, berpirsiyarê vê yekê dewlet û civak in. Kêmbûn û kêmasiya sazî û dezgehê civakî, dadweriya dewletê rê li ber van bûyera vedike. Çend kes û çi qasî dikarin xwe bighijinîn van rêxistinê civakî, derdê xwe bêjin û guhdarî li wan bê kirin, çareseriyê peyde bikin! Diviya bi hêzek xurt tevbigerin û xwe bighijînin her derê, destê xwe dirêjî hewcedaran bikin.
Hebûn û parastina sazî û dezgeha bandora ewlehîyê dike, qet nebe ji hêla derûnî ve, xwe bi tenê hîs nakin. Hêza li ber xwe danê, serî rakirinê ava dike. Heger jin dil bike û hêza di nava xwe de ferq bike, bi xwe bawer be, wê rê li ber her tiştî bigirê.
Ji bo vê jî hinek destek û piştgirî pêwist e, ev jî dikevê ser milê her kesên bi qewet,xwedî wicdan û berpirsyar. Di demên dawî de salên çûyî de, em dibînin û agahdar dibin ku zext û qetla li ser jina çi qas zêde bûye.Mixabin ev jî hêviyê me kêm dike lê nayê wê wateyê ku bi qedera xwe razî bibin…
Çareserî mimkin e, her dem riyek ji bo xilasiyê heye. Divê, em hay ji hêza xwe hebin, paşê bi xwe bawer bin, bixwînin, bigerin, binerin, bixebitin û bi cesaret li berxwe bidin, hebûna xwe dîyar bikin. Hebûna jinê mal avayî ye, cihê destê jinê bigihijiyê xweşik dibe…