Em derbarê ‘25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî’ bi endama Jineolojiyê Hêja Zerya re axivîn.
Di rojeva me hemûyan de bivê nevê tundî heye. Gelo divê em tundiyê çawa pênase bikin?
Em dikarin tundiyê wek hişmendî, pergal, polîtîka, sazî û têkiliyên ku jinê ji jinê re, xwezayê ji xwezayê re civakê ji civakê re dike biyanî pênase bikin. Pişaftin, dûrxistina ji ax, ziman û çandê, tunehesibandina kedê, nirxnedayîn, rêznegirtin û talan di nav tundiyê de cih digirin. Tundî pergala kapîtalîzmê, netew-dewlet û faşîzm bi xwe ye.
Yekemîn têkiliya îstîsmar, serdestî-koletiyê ya ku di navbera jin û mêran de dest pê dike, li tevahiya civakê belav dibe û li ser civakê tê ferzkirin. Têkiliyeke rasterast di navbera tundî û îstîsmarê de heye. Em dikarin behsa pergala tundiyê ya ku li ser têkiliya ked û laş, hest û raman, jiyan û hemû têkiliyan belav bûye û veguheriye karakterê pergala zilam-dewletê bikin. Ev pergala qirkirin û komkujiya sîstematîk di nav xwe de îstîsmar, tecawiz, komplo, talan, derew, tunehesibandin û jiholêrakirinê dihewîne. Tundiya ku di nava malê de tê jiyîn û tundî, zext û îstîsmara ku sazî û mekanîzmayên pergala kapîtalîst, netew-dewlet li ser civakê ferz dikin rasterast girêdayî hev in. Pergala kapîtalîst tundî li derê belav kiriye.
Tundiya leşkerî ya ku bi şer, dagirkerî û êrîşan digihije komkujiyên fizîkî di heman demê de li ser beşên civakê yên birdozî, çandî, aborî û li ser zayendan dibe çavkaniya tundiyê. Ji bilî hêza leşkerî, olperestî, zayendperestî û zanist jî di destê desthilatdaran de bûye çavkaniya tundiyê. Zanista ku ji civak û jinan hatiye stendin di destê mêran de veguheriye zanista pozitivîst. Desthilatdarî anku hişmendiya mêrperest îro vê zanistê li dijî jin, xweza û civakê bi kar tîne.
Tundî bingeha xwe ji ku digire û tundî çawa dikare bê kêmkirin anku ji holê bê rakirin?
Tundî herçiqas wek kiryareke şexsî bê dîtin jî mijar berovajiyê vê ye. Tundî rasterast bingeha xwe ji hişmendiya mêrperest, dewlet û desthilatdariyê digire. Jixwe dewlet û desthilatdarî li ser talan û istismarê hatine avakirin. Ji ber vê yekê em dikarin tundiyê wek dîroka şaristaniyê bibînin.
Kesên ku li dijî kolebûna ku pergala dewletbûnê ava dike derketine îro rê li ber lêgerîna jiyana azad vedikin. Lê pergala mêr-dewlet hewl dide ku desthilatdarbûnê li hemû hucreyên mirovan bi cih bike. Ji bo ku vê bike jî azadiya şexsî ya derewîn ava dike û kesan bi hîs, fikir û çandê ji rastiya wan dûr dixe.
Dema ku mirov çavkaniya tundiyê bifikire qasî têkoşîna li dijî tundiyê têkoşîna li dijî pergala dewletê jî divê. Li her qadê divê li dijî kapîtalîzma ku êrîş dike û her cureyê îstîsmarê têkoşîn bê xurtkirin. Li dijî êrîşên pergala hegemonîk ên bi armanca parçekirin û tunekirina yekparebûna civakê, parastina ziman, çand, ax, ked û azadiya ku di van hemûyan de watedar e girîng e. Ji bo ku em bigihijin vê jî divê em hişyar bibin, xwe bi rêxistin bikin, qadên têkoşînê yên hevpar biafirînin û têkoşîneke berfireh bi pêş bixin.
Em dibêjin ku li dijî pergala netewdewletê ya ku çavkaniya qirkirina jin, xweza û civakê ye têkoşîn rêya jêveneger e. Ev tê wê wateyê ku ji bilî jîndarkirina paradîgmaya azadîparêziya jinê ya ekolojîk a demokratîk tu vebijêrkeke din nemaye.
Malbat rêyeke çawa li pêşiya tundiyê vedike?
Dibe ku gotinek klasîk û naskirî be, lê divê em her tim bibêjin û baş fêm bikin ku malbata heyî hucreya herî biçûk a dewletê ye. Malbata heyî saziyeke ku weke dewleteke biçûk hatiye birêxistinkirin e. Malbata heyî ji sedî sed têkiliya milkiyetbûnê ye. Kesên ku gelek jin û zarokan wan hene li ser vê erdnîgariyê wek kesên dewlemend tên pênasekirin. Dema mirov di nav malbatê de li têkiliyên di navbera jin û mêr, bav û zarokan binihêre dê ew tekiliya milkiyetbûnê zêdetir ferq bike.
Bala xwe bidinê dewlet bav wek sermiyanê malê dibîne. Di vir de divê em bifikirin ku têkiliyek anku berjewendiyeke çawa di navbera mêr û dewletê de heye. Ev serdestiya ku ji aliyê dewletê ve tê pejirandin li ser jin û zarokan tê bikaranîn. Kedxwariyeke kûr a ked, beden, hest, raman, hêza jiyanê heye. Tevî têkoşîna bi dehan salan, hê zehmet e ku mirov li têkiliyên nava malbatê bipirse, ku di olên yekperest de pîroz tê dîtin û bi zagonan pergala netewedewletê hatiye ewlekirin.
Bi kîjan rêbazê mirov dikare malbatê li pêşiya tundiyê bike bend?
Têkoşîna Azadiya Kurdistanê di civak, jin û mêran de guhertinên cidî derxistiye holê. Pêşvebirina malbata demokratîk dê li dijî malbata klasîk a koledar pêşî li desthilatdarbûn û milkiyetkirinê bigire. Ji bo vê jî têkoşîneke cidî divê. Divê têkoşîna li dijî pergala statuperest-desthilatdar û têkoşîna li dijî hişmendiya zihniyet û têkiliyên civakî yên zayendperest bi hev re bên meşandin. Divê mêr-bav dev ji serweriyê berde û di ked û jiyanê de berpirsyariya hevpar esas bigire. Bergeha Rêber Apo ya ‘kuştina mêr’ ne tenê bergeha ji bo têkoşerên di nav tevgera azadiyê de ne. Li dijî tundî, zordarî û têkiliyên serdestiyê yên ku di nav civak, malbat û eşîrêtê de ji aliyê mêran ve pêk tê, têkoşîneke cidî û radîkal armanc dike.
Jixwe pîvanên bingehîn ên welatparêziyê ‘kuştina mêr’, qebûlkirina xeta azadiya jinan, têkoşîna ku dide û pergala nirxê demokratîk a ku afirandiye ye.
Ji bo jiholêrakirina tundiyê divê nêzikatiyên di destpêkê de nêzikatiyên mêrperest ên di nav malbat, sazî û derdora ku em tê de dijîn bê guhertin. Divê zemîneke wisa bê avakirin ku ji vîna jin û zarokan re rêz bê girtin. Ew kesayeta ku li derve demokrat li malê desthilatdar e divê demildest bê terikandin. Dema guherîneke di van mekan û nêzikatiyan de bê destpêkirin dê tekoşîneke xurt li dijî çavkaniya tundiyê anku dewletê bê kirin û rê li ber azadiyeke rast bê vekirin.
Dema ku behsa tundiya li ser jinan tê kirin wek formûl dibêjin ku divê jin we ji aliyê aborî, perwerde û zanîna mafên xwe de pêş bixin. Gelo pêşketina jinan bi tena serê xwe dikare tundiyê ji holê rabike?
Bi rastî, çarçoveya ku me di pirsên li jor de danî holê, aşkere dike ku haydarbûna pirsgirêkan û xweewlegirtina şexsî têrê nake. Çareseriyên ku ne bi têkoşîna azadiya civakî û jinan ve girêdayî ne û ne li ser esasê têkoşîna mafên kolektîf in, parçeyî û demkî ne.
Dema ku em rewşên wek kuştin, tacîz, destavêtin, desteserkirina kar û hwd. yek bi yek vedikolin, gelo bi tenê bikaranîna mafên xwe yên aborî, perwerdehî û hwd. bes e ku sedemên vê ji holê rabin?
Li gor îstatîstîkên heyî rêjeya kesên xwediyê ‘azadiya aborî’ û xwende ya di nav kesên ku tundiyê pêk tînin de zêde ye. Anku mirov dikare bibêje kesên ku tundiyê pêk tînin mafên xwe dizanin. Li cihekî heke rêxistinbûn û lêgerîna azadiyê ya hevpar tunebe mirov nikare behsa rizgarkirina jinan bike.
Kesê ku di welat û civaka wî de azadî, demokrasî û ewlehiya wî tune ye û civak, ziman, çand û jiyana wî di bin gefa înkar û îmhayê de ye, çawa dikare xwe bi ferdî biparêze? Tiştekî wiha tune ye. Ji bo ku rûyê şidetê yê pergala dewletparêz-desthilatdar a li dijî civakê û jinan bê veşartin, polîtîka, sazî û dezgehên cuda tên avakirin, an jî hinek saziyên sivîl jî bi vê ristê tev digerin. Kes li ser çavkaniya tundiyê nafikire. Tu însiyatîfeke ku tundiyê wek mijareke şexsî bigire dest û li ser pirsgirêkên kêmbûna xwendin, xizanî û binpêkirina mafan nesekine nikare encamên radîkal bi dest bixe. Em nebêjin ku tu bandora wê tune ye, di vî warî de rêxistinbûn û lêgerîn girîng e, lê pirsgirêkê bi awayekî radîkal çareser nake. Ji bo jineke ku dema derkeve derve tu ewlehiya wê tune ye, kîjan mafê wê yê şexsî dikare hêza xweparastina wê pêş bixe.
Li gor Jineolojiyê tundî çawa dikare bê bidawîkirin?
Girîng e ku ji mafên ferdî zêdetir ji bo mafên hevpar têkoşîn bê dayîn. Ji bo vê jî divê mirov ji bo welat, ax, gel û jiyana xwe berpirsyar be. Li cihekî ku zora desthilatdariyê û şerê mêtinger lê tê ferzkirin tu ewlehî tune ye. Têkoşîna civakî ya ji bo rawestandina şîdeta neteweyî, çînayetî, zayendî û çandî, îstîsmar û tunehesibansin li dijî pergala netew-dewlet û mêtingeriyê, xweparastina bi mirovatî ya ferd û civakê ye. Pergala alternatîf, hişmendî û ezmûna azad a takekesî û civakî ya bi têkoşînên şoreşgerî derketiye holê heye.
Çanda demokratîk, azadîxwaz, wekhevîxwaz, jiyan û têkiliyên bi têkoşîna nîvsedsalî ya azadiya jinan û Kurdistanê re derketiye holê, weke kes, malbat û civakê tercîheke bizanebûn dixwaze. Pêkanîna vê têkoşînê dijwar e, lê bi wate ye. Rawestandina tundî û îstîsmarê bi hestiyarbûna li dijî xeletiyên lîberalîzmê yên jiyana materyalîst, azadiya takekesî û rizgariya ji wan dest pê dike.
Ger pergala baviksalarî li çar aliyên cîhanê bi koletiya jin û mêr belav bibe û navendên xwe yên îstîsmarê yên zîgurat bilind bike, divê em hişmendiya xwe ya dîrokî û civakî bi hêz bikin û têkoşîna xweparastinê li her çar aliyên cîhanê belav bikin. Têkilêyên jin-mêr ên ku xwe dispêrin hişmendiya azadiyê dê li ser têkiliyên civakî bibin çavkaniya hêzê.
Paradîgmaya modernîteya demokratîk a Rêber Apo û parêznameyên ku pêşkêş dike, her cure derfetan dide ku em wek gel, jin û ciwan çawa bikaribin xwe û hev biparêzin, azad bikin û tundiya mêr-dewletê bi dawî bikin. Ger her ferdek, jinek wateya berxwedana Rêber Apo ya ku nîşan dide wek berxwedana gel bibîne, xwe bi rêxistin û çalak bike dikare ji malbatê bigire heta dewletê pêşî li hemû tundiyê bigire. Ji bilî hişmendiya xweparastinê û rêxistinbûna li dijî tundî û îstîsmarê tu hebûn û jiyaneke azad nîn e.
Wek Jîneolojî ji roja destpêka xebatên we heta niha li dijî tundiyê we kîjan rêbaz bi kar anîn û we pêşketineke çawa bi dest xist?
Hemû xebatên me ji bo aşkerakirina pergala baviksalar û desthilatdariya wê ya li ser xwezaya jin û mêran û biyanîbûna li hember xwe ne. Dahûrandinên me yên civakî û lêkolînên dîrokî, perwerde, lêkolînên nivîskî û dîtbarî û materyalên me rê li ber xelasbûna ji tundrawiyê vedikin û berê xwe didin hişmendî û çalakiya xwebûnê. 5 rêgezên bingehîn ên bîrdoziya rizgariya jinan hene; welatparêzî, fikir û vîna azad, birêxistinbûyîn, têkoşîn û bedewkarî/estetîk in. Di van mijaran de kûrbûn û xurtkirina pêşketina kesayet û nasnameya jinan a azad û xurtkirina pergala xweser û konfederal a jinan in. Neteweya demokratîk bi sazkirina diyalektîka xwecihî/xwebûnî-gerdûnî ya vê yekê, torên xwe yên navneteweyî saz dike û xebatên ku bandorê li pêşketina konfederalîzma jinan a demokratîk a cîhanê bike dimeşînin.
Perwerdeya jineolojiyê ya li gorî pîvanên neteweya demokratîk, komîn û meclis, kooperatîf û akademî û torên enternasyonal, bi nîqaşên xwe re hewldana ji bo bicihanîna rista zanista paradîgmaya modernîteya demokratîk e. Em armanc dikin ku rê û rêbaz, hişmendiya dîrokî û civakî geş bikin, li her qada ku modernîteya kapîtalîst bi têkiliyên dewlet û desthilatdariyê qirêjî dike çalakiya xweparastinê û rizgariyê xurt bikin û tundî û kedxwariyê tune bikin.
Hişmendiya jinan, ji ber ku civak, jiyan û xwezayê diparêze û di nava girêdana dostaniyê de ye, panzehîra sîstemê û zîhniyeta li ser bingeha tundî û zorê ye. Bi gihandina vê panzehîrê ji hemû erdnîgariyên cîhanê re, em rê li ber vedikin ku ji sîstema baviksalar a jehrî rizgar bibin.
Ji bo perwerdeya jineolojiyê, lêkolînên dîrokî, berhemên nivîskî û dîtbarî eleqeyeke mezin heye. Ji Kurdistanê heta Rojhilata Navîn, Ewropa, Amerîkaya Latîn, Efrîqa û Asyayê, xebatên jineolojiyê li dor azadkirina zanîn û zanistê civakîbûneke nû diafirînin û vediguherin sînerjiyekê.
Divê em bandora şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’yê ku jinên cîhanê dike yek û wan ber bi deng, çalakî û siberojeke hevpar ve dibe, bi rêxistin bikin û bidomînin. Divê em firsendê ji dest bernedin ku sedsala 21’an bikin sedsala jinan û şoreşan.