Şoreşa Jin Jiyan Azadî tenê bi Îranê re ne sînordar e. Ev şoreş ji bo jinên li Afganistanê û civakên din ên îslamî yên Rojhilata Navîn asoyeke zelal afirandiye ku di nava qefesa dewlet û tevgerên paşvero yên îslamî de ne.
Tundûtujiya li ser jinan trajediyeke berbelav û gerdûnî ye ku bi salan e bûye mijara tekoşînê. 25’ê Mijdarê ji aliyê sê xwîşkên ku li dijî dîktatoriya Domînîk têkoşiyane, ji bo balê bikişînin ser vê kêşeya cîhanî derfetek e. Lê li Îranê tundiya li ser jinan ne tenê meseleyeke çandî ye, diyardeyeke sîstematîk û hukmî ye ku bingeha xwe ji qanûn, têkilî û polîtîkayên hikûmeta îslamî digire.
Di şert û mercên wiha de şoreşa “Jin Jiyan, Azadî” ji bo jinên Îran û cîhanê bûye sembola berxwedan û hêviyê.
Li Îranê tundiya dewletê ya sîstematîk a li dijî jinan di bin serweriya Komara Îslamî de tê pêkanîn. Ev tundî bi amûrên wek qanûna hicab a mecbûrî, qedexekirina çûyîna jinan a stadyûmê, nehiştina mafên wek hevberdanê, Lênerîna zarokan piştî hevberdanê, derketina derveyî welat, mûsîk û gotina stranan, siwarbûna bisîkletan û heta bi dest xistina lîsansa motorsîkletan pêk tê…
Li aliyê din, şertên wek “jêrdestkirina jinê ji mêrê xwe re” şêweyeke êrîşa zayendî ya qanûnî ya li dijî jinan e. Kuştina qaşo ji ber namûsê, xweşewitandin û xwekuştina jinan rasterast encama qanûn û zextên hikûmetê ne ku jinan di malbatê de heps dike û difetisîne.
Ev tundûtûjî bi amûra dadwerî, ewlehî û leşkerî ya Komara Îslamî tê bihêzkirin û sepandin. Û dema ku ev çeper tên şikandin jî, parastina qanûnî, parastina dewletê û parastina darazê ji bo jinên ku li mafên wekhev û azadiyê digerin tune ye.
Ji aliyekî din ve, bêtirî çil salan raportên piştrastkirî yên tecawizê û tacizên devkî û heta tecawizkirina xwepêşander û çalakvanên jin ên di dema lêpirsina li navendên zîndanan, bilindbûna tundûtûjiya hovane û sîstematîk ya rejîmê li dijî jinan nîşan dide.
Şoreşa Jin Jiyan Azadî li dijî zilm û zordariya sîstematîk a bi dehan salane didome pêk hat. Ev şoreşa ku weke “şoreşa jinan” tê bi nav kirin ji bo bidestxistina rizgariya jinan dest pê kir û li hemû Îranê belav bû.
Jin bi wêrekiya xwe ya bêhempa pêşengiya vê şoreşê dikin. Bi tepisandina ser hîcabê ku sembola tundiya zayendî û siyasî ya li dijî jinan e, bingehên bîrdozî yên Komara Îslamî kirine hedef.
Ji şewitandina şapikan heta negirtina hîcabê ya li seranserê welat, ev çalakî gihiştin e kolan, zanîngeh û heta girtîgehan. Beşa jinan a Girtîgeha Evînê bûye yek ji sembolên vê berxwedanê. Şoreşa jinan ne tenê ji bo bidawîkirina tundiya li ser jinan e, di heman demê de ji bo hilweşandina rejîma dije-jin û zextê ye ku li pêşiya ewlehiya fizîkî, psîkolojîk û cinsî ya jinan asteng e.
Şoreşa Jin Jiyan Azadî tenê bi Îranê re ne sînordar e. Ev şoreş ji bo jinên li Afganistanê û civakên din ên îslamî yên Rojhilata Navîn asoyeke zelal afirandiye ku di qefesa dewlet û tevgerên paşvero yên îslamî de ne.
Ev şoreş mîna ronesansê bandorên kûr li civaka Îranê û li cîhanê jî kiriye û eger ev şoreş bi temamî bi ser bikeve û Komara Îslamê weke yek ji sembolên îslama siyasî were hilweşandin, îhtîmala rizgariya jinan û van civakan li tevahî herêmê gelekî zêde ye.
Ev şoreş ji bo xurtkirin û pêkînana modernîzm, laîktî, rizgariya jinan ji hemû jêrdestiyan û wekhevî li Îran û Rojhilata Navîn fersendeke dîrokî ye.
Em bi têkoşîna radîkal û şoreşgerane a jinên ku dîrokê dinvîsin, bi kesên wek Ahû Deryayî ku li dijî hîcabê nerazîbûna tazî nîşan da, Nîka Şakeremî û Nîkayan ku agir berdan desmalên serê xwe û bi Vîda Movahed ku xawika xwe nav kolanê li darekê daliqand heta nav dilê dijmin bixe girêdayîne.
Ev têkoşîn berdewama rêya jinên berxwedêr û şoreşger e ku di xwepêşandanên 8 ‘ê Adara 1979’an de li dijî biryarnameya Xumeynî ya ji bo hîcaba mecbûrî rabûne ser lingan. 25’ê Mijdarê li gel 8’ê Adarê dilsoziya dubare bi berdewamkirina vê rêya dîrokî ye.
Îro ji her demê zêdetir ji bo şidandina îzolasyona cîhanî ya Komara Îslamî pêwîst e çalakvan û bi taybet aktîvîst, rêxistin û partiyên siyasî yên muxalefeta rejîma îslamî bi pankart û dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” bibin yek.
Divê hikûmetên cîhanê û Yekîtiya Ewropayê IRGC’ê weke rêxistineke terorîst bi nav bikin. Rêxistina ku di dema şoreşê de bi rola xwe ya rasterast di tundî û êrîşa cinsî ya xwepêşandêrên jin û girtiyan de navdar e, tehdîteke cidî ji bo mafên jinan û azadiya fikir, bawerî û îfadeyê ye.
Çawa ku me bi piştgiriya Şoreşa Azadiyê ya Jinan re Neteweyên Yekbûyî îqna kir ku cihê rejîma dije-jin a Komara Îslamî di komîsyona jinan de nîne û me karî li vir bavêjin, divê hemû rêxistinên din yên navnetewî mecbûr bikin ku rejîma Îranê boykot bikin.
Derxistina cezayên îdamê ji bo jinên weke Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî hewldaneke aşkere ye ji aliyê rejîmê ve ji bo çavtirsandina jinên ku hêza sereke ya ajotina vê şoreşê ne.
Divê cîhan ji her demê bêhtir armanca Komara Îslamî ya germkirina şerê navxweyî û derve fêm bike. Şerê li kolanan li dijî jinan û darvekirina ciwanan li girtîgehan, amûreke ji bo tepisandina şoreşa Jin Jiyan Azadî.
Ji ber vê yekê, têkoşîna me pêwîstî bi hevgirtina gerdûnî zêdetir heye da ku em di zûtirîn demê de ji rejîma îslamî ya li dijî jinan rizgar bibin.
Sereftin a me ye
Şoreşa Jin Jiyan Azadî, yekane derfet beriya me ye ku em tundiya li dijî jinan biqedînin, her şêwe cihêkariya zayendî, etnîkî û çînî bidawî bikin.
Em ji bo azadî, wekhevî, modernîzm û laîktî, rûmeta mirovahiyê, refah û edaleta gerdûnî têdikoşin û bi vî awayî em pêwîst dibînin ku têkoşîna xwe ya kolektîf û rêxistinî bi nerazîbûnên seranserî xurt bikin û ji bo hilweşandina Komara Îslamî divê greva giştî lidar bixin.
Me ku kariye hîcabê “bi gotina rejîmê bereya despêk e” fetih bikin û civakê di pratîk de bidin ser rêya rakirina hîcaba zorê, Bê guman em serkeftiyê vê meydanê ne.
Ev serbilindî ya me jinan û ya gelê azdîxwaz a Îranê ye ku rûpelek ji dîroka têkoşîne kirin ser navê xwe û ilhambexş bûn.