12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jin Jiyan Azadî

JIN, JIYAN, AZADÎ ruhê têkoşîna kurdan, ruhê berxwedana şehîdên azadî û rizgariyê ye! Ew nikare bi zimanekî din were qêrîn. Ji xwe bi zimanê neyarê xwe qet û qet nikare were qêrîn.

Her tişt di xwezaya xwe de xweş e. Gava tiştek ji xwezaya xwe derket, mirov jê re dibêje, “Ev tişt ji ser eslê xwe çûye, ji eslê xwe dûr ketiye, sixte ye.”

Dirûşmeya JIN, JIYAN, AZADÎ destpêkê li Kurdistanê bi sedema berxwedana jinên têkoşer ên Kurdistanê ji nav lêvan derket û vegirt giştiya cîhanê. Îro ji Meksîka bigire heta Japonya, ji Afrîqa bigire heta Îskandênavya ti welatekî, ku dirûşmeya, banga JIN, JIYAN, AZADÎ bi zimanê xwe biqêre tine ye. Tev bi Kurdî diqêrin. Çima. Ji bo ku orîjînaliya wê xera nebe, ruhê wê neyê valakirin, ji cewherê xwe dûr nekeve, ji ser eslê xwe neçe û sixte nebe. Lê li Amedê li nava dilê Kurdistanê çend tirkên ji eslê xwe dûr ketine, dikevin nav girseya kurdan û bi wan banga JIN, JIYAN, AZADÎ bi tirkî didin qêrandin. Ew dixwazin vê banga me jî ji eslê wê dûr bixin, ruhê wê vala bikin, wekî di sed salên dawî de her tişta destê xwe avêtinê ji eslê wê derxistin û kirin sixte, dixwazin vê dirûşmeya me ya ruhê têkoşînê vedijene jî bê ruh bikin.

Valîtiya Amedê çima qêrîna vê dirûşmeyê qedexe kir? Ew dizane. Di banga JIN, JIYAN, AZADÎ de ruhê têkoşîna jinên Kurd ên di serhildanan de bedena xwe ji panzeran re kirine bend heye. Di banga JIN, JIYAN, AZADÎ de berxwedaniya jinên ji bo nekevin destê xiyanetkaran xwe di lat û zinaran re avêtine kevandeyê heye. Di banga JIN, JIYAN, AZADÎ de biryariya jinên dilê xwe kirine bombe û di nav keleha dijmin de teqandine heye. Di nav banga JIN, JIYAN, AZADÎ de dilsoziya Jîna Amînî heye. Ji bo wê walîtiya Amedê dixwaze qedexe bike û ajanên xwe dişîne nav kurdan, an ajanên di nav kurdan de bi rê dixe, dibêje, vê dirûşmeyê ji ser eslê xwe derxin, bila ruhê wê vala bibe. Û ew kes dikevin nav girseya gel û diqêrin, „kadin, yaşam, ozgurluk“, û ji girseya kurdan ên nezan, ne di ferqiya dek û dolabên dewleta tirk de, ew jî tev lê dibin, êdî de ka bibêje çi wateya banga vê dirûşmeyê dimîne?

Dewleta tirk dewleteke xwediyê karaktereke wiha sixte ye, ku piştî fetisandina endamên Partiya Komunistên Tirkiyê Mustefa Suphî û 14 hevalên wî, ku di 28ê Çileya 1021ê de kuştin û piştre di salên navbera 1930-40î de valiyê Enqerê yê CHPê Newzat Tandogan got:  Ger wê komunizm were vî welatî, wê jî emê bînin. Yanî wî dixwest bigota, em komunizma orîjînal naxwazin, lê em dikarin ji bo pêşî li wê bigirin a sixte bi destê xwe çêkin.

Bi kinayî sixtekarî di karaktera damezirandina komara Tirkiyê de heye. Mustefa Kemal di kongreya Erzirûmê (23. Juli 1919 – 7. Aug. 1919) de ji bo desteka eşîretên kurdan bistîne, qala avakirina komareke her du gelan dike, lê roja şiyandariyê bi dest dixe, dest bi dardekirina serokên kurdan û înkarkirina maf û hebûna wan dike. Ev durûtî û sixtekariya dewleta tirk, ev sed sal in bi guhertina navên kurdî, navên gundan, kolanan, bajaran, mirovan didome, vê komarê her tişta li ser erda Kurdistanê ji eslê xwe da dûrxistin û bi awayekî sexte pêşkêşî bazarê kir. Heta bi xwarinên kurdî, bi muzîk, stran û awazên kurdî, çîrok, serpêhatî û gotinên kurdî tev orîjînalên wê qedexe kirin û sixteyên wan pêşkêşî bazarê kirin. Heta bi Newroza me ya 2656 sal in bi ruhê xwe tê pîrozkirin, xwestin bikin malê xwe û bi awayekî sixte pêşkêşî bazarê bikin.

Tirk, tirkitî, tirkbûn, Tirkiye, tev damezirandinên sixte ne û destê xwe diavêjin çi dikin sixte, ji eslê wê derdixin. Tirkbûn kombûna kesên eslê xwe înkar dikin e, tirkî kombûna peyvên ji zimanên din hatine dizîn û guhertin e, Tirkiye navê welatê ji destê gelan bi dek û dolabê hatiye sitendin û bi awayekî sixte kirine welatê van gelên mazlûm e.

Kurd şiyar bin, neyên lîstika ajan û nezanan. Kurdistan navê welatekî orîjînal e, ew ji çêbûna cîjanê û vir ve hebû û wê hebe, kurdî navê zimanê vî welatî ye, ev zêdeyî 13 hezar salan e li ser vê axê bi awayekî orîjînal tê bikaranîn, kurd navê miletekî orîjînal ên bi deh hezarê salan e li ser axa Kurdistanê dijîn e.

JIN, JIYAN, AZADÎ ruhê têkoşîna kurdan, ruhê berxwedana şehîdên azadî û rizgariyê ye! Ew nikare bi zimanekî din were qêrîn. Ji xwe bi zimanê neyarê xwe qet û qet nikare were qêrîn. Li vê cîhanê ger ev dirûşme bi zimanekî din were qêrîn, zimanê herî dawî pê were qêrîn wê tirkî be, ji ber ku ruhê hebûna tirk, tirkî, Tirkiyê li dijî banga ruhê JIN, JIYAN, AZADÎ yê ye. JIN, JIYAN, AZADÎ kurdî ye û heta bi kurdî dimîne wateya xwe heye, bi zimanekî din qet û qet wateya xwe tine ye, kurdino vê yekê ji bîr nekin, her tişt di xwezaya xwe de û bi eslê xwe xweş e, tenezulî tiştên sixte mekin.

Dewleta faşîst a dijminê kurdan her ku di banga teslîmbûna kurdan de bi bazara li îmraliyê bi ser nakeve êrîşî şaredariyên kurdan dike û qeyûman tayîn dike. Ji ber ku bazar dirêj dibe ew jî yek bi yek şaredariyan desteser dike. Ji aliyekî ve dixwaze kela kurdan a li hember zilma dewletê hil dibe parçe parçe bigire dest û bitemirîne, ji bo wê şaredariyan bi navber desteser dike. Divê gelê kurd di vî aliyî de jî şiyar be, divê hemû Kurdistan ji bo şaredariyekê, şaredariyek ji bo hemû Kurdistanê li ser piyan be. Gava li kîjan seriyê Kurdistanê êrîşeke dijmin çêbibe, divê hemû Kurdistan bi yek dengî, yek bangê rabe ser piyan. Neyar dixwaze wek serpêhatiya gurê kal û sê mangeyên li mêrgê bîne serê kurdan, her carê mangeyekê ji wan vedize û bixwe, ji ber hêza wî nagihêje giştiya Kurdistanê, ew dixwaze wiha yek bi yek şaredariyên Kurdan ji wan veqetîne û daqurtîne. Ji bo wê divê giştiya Kurdistanê rabe ser piyan û heta qeyûm necehimin, neçin malên xwe kes rûnenê û li her kolanê, li ser her dîwarî, li her meydanê, li ser her dîrek û depî ciwanên kurd binivîsin JIN, JIYAN, AZADÎ. Wiha li her derê binivîsin û her dem binivîsin, ku hêz û butçeya dewleta neyar têrê neke, nivîsên we jê bibe. Bila Kurdistan tev bi dirûşmeya JIN, JIYAN, AZADÎ bixemilê, da neyar bibîne dew birayê mêst e, ka êl yeman an beg yeman e.

Em di demeke pir hesas re derbas dibin, li cîhanê wê guhertinên sedî sed li berjewendiya kurdan bi pêş kevin. Di van guhertinan de wê derfeta rizgarkirina Kurdistanê jî bi dest bikeve. Dijmin vê yekê dibîne û dixwaze ji bo ev yek bi ser nekeve ji niha ve tedbîran bistîne. Ew dixwaze wiha nîşan bide, ku di dil de dixwaze pirsgirêka kurd çareser bike, lê belê Îmralî, Qendîl, Gerîla, Rojava, Dem partî li hemberî vê ne, Bahçeliyê dev bi xwîn, Erdoganê destbixwîn dixwazin pirsgirêka kurd çareser bikin, lê Kurdên têkoşer li dij in, ji bo wê divê kurdên netêkoşer, werin hember kurdên têkoşer, da ku dewleta gurê kal bi hêsanî wan daqurtîne heta dor tê hemû cureyê kurdan. Ji bo em kurd wek berê neyên van lîstikan em hemû bi hev re tev bigerin: Şaredariyek giştiya Kurdistanê ye, giştiya Kurdistanê şaredariyek e, bi vî ruhî em tev li hev xwedî derkevin, emê bi ser kevin, emê Kurdistanê ji destê van gurên devbixwîn rizgar bikin û bikin a xwe, ya orîjînal, a ne sexte ku ne bi tirkî bi ruhê kurdî JIN, JIYAN, AZADÎ biqêre. Kurdistaneke bi destê dewleta tirk, AKP, Erdogan û Baxçeli yên dev bi xwîn çêbibe, ewê Kurdistaneke sixte be û ti Kurd wê Kurdistanê nexwazin, em Kurdistaneke bi kurdî, Kurdistanî, sedî sed orîjînê kurdî, bi ruhê têkoşerên azadiya kurdî dixwazin. Ev sed sal in em şehîdan ne ji bo Kurdistaneke bi destê xwînxwarê Bahçelî û Erdogan damezire didin, em ji bo Kurdistaneke bi ruhê Şêxseîd, Seyîd Riza û nemirên têkoşîna azadiyê didin. Çawa ku hozanê Kurd nemir Cigerxwîn gotiye, ez naxwazim herim bihuşta bi minet, lê ezê biçim dojeha bêminet, em Kurd jî naçin Kurdistana Baxçelî û Erdogan emê biçin Kurdistana kurdî ya bi banga JIN, JIYAN, AZADÎ.