Bi pêşengiya rêveberên zilam ên rêxistinên DEM Partiyê û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Amedê bi beşdariya gelek zilaman bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî li ber AZC Plaza semta Ofîsê daxuyanî dan çapemeniyê. Hevserokên DEM Partiya Amedê Abbas Şahîn, Hevserokê DBP’a Amedê Şîrîn Gurbuz, hevşaredarên zilam ên navçeyên Amedê û gelek zilam tev li daxuyaniyê bûn.
Polîsan wêneyê Nagihan Akarsel desteser kir
Beriya daxuyaniyê polîsan hemû dowîzên hatibûn amadekirin kontrol kirin. Yek bi yek xistin ber lêpirsînê. Polîsan wêneyê rojnamevan-akademîsyen Nagihan Akarsel a li Silêmaniyê hat qetilkirin û Hevrîn Xelef a li rojavayê Kurdistanê hat qetilkirin desteserkirin. Piştî lêkolînê polîsan wêneyê Nagihan Akarsel desteser kir û wêneyê Hevrîn Xelef paş de dan rêveberan. Rojnamevan Bîlal Guldem kêliya ku desteserkirina wêneyan dikişand ji aliyê polîsan ve hat astengkirin.
Zilaman got ‘Jin jiyan azadî’
Piştre zilam li hev kom bûn û daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Jin jiyan e, zîhniyet mêrane li dijî jiyanê xiyanet e” vekirin. Di çalakiyê de bênavber bi dengekî bilind dirûşma “Jin jiyan azadî” berz kirin.
Hevserokê DEM Partiya Amedê Abbas Şahîn daxuyanî da. Şahîn destnîşan kir ku ew ê her dem li dijî tundî û kuştinên jinan derkevin û bi jinan re li dijî tundiyê têbikoşin.
Şahîn anî ziman ku ew biryara qedexekirina “Jin jiyan azadî” ya ji aliyê Walîtiya Amedê ve nas nekin û her tim li dijî zîhniyeta mêrane ku tundiyê dike û zîhniyeta qedexeker bêjin “Jin jiyan azadî.”