12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nivîskar Fatma Îzol: Birêz Abdullah Ocalan feylozofê serdemê ye

Nivîskar-lêkolîner Fatma Îzol bal kişand ser tecrîda li ser Abdullah Ocalan û got: “Tecrida li ser Birêz Abdullah Ocalan naşibe tecrîdên din. Ew xwedî unvana feylezofê serdemê ye. Divê ji Mafê Hêviyê sûdê bigire.”

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an heta niha li girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Îmraliyê di bin tecrîdê de tê girtin. 44 meh in tecrîdek giran li ser wî tê sepandin. Di 23’ê cotmehê de parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan li ser navê malbatê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di hevdîtinê de got “Tecrîd didome. Lê şert bên avakirin hêza min a pratîk û teorîk heye ku ez pêvajoyê derbasî zemîna hiqûqê û siyasî bikim. Lê piştî vê hevdîtine disa hevdîtin qut kirin û 6 meh qedexeya hevdîtina parêzeran dan wî.

Lêkolîner-nivîskar Fatma Îzol têkildarî tecrîdê, mafê hêviyê û felsefeya Abdullah Ocalan ji JINNEWS’ê re axivî.

Nivîskar Fatma Îzol anî ziman ku li cîhanê tecrîdeke ku wisa nehatiye dîtin û got: “Tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan naşibe tecrîdên din. Divê ev tecrîd di çarçoveyek cuda de bê lêkolînkirin. Felsefeyeke Birêz Ocalan a ji bo avakirina jiyanek nû heye. Dema em lêkolîna vê ya akademîk dikin, di navenda vê de jin heye. Jinê dike navenda siyasî û rêveberiyê. Birêz Ocalan yekparêziyê red dike.”

Serî li dijî tu hêzê netewand

Famta îzol da zanîn ku rêxistinbûnê Masonîk di çarçoveya projeyan de serî ditewînin û xwe digihînin statuyan û wiha awivî: “Birêz Ocalan ji aliyê cîhanê ve teslîmê Tirkiyeyê hat kirin. Di gelek nirxandinên akademîk de ev heye. Birêz Ocalan ev di îfadeyên xwe de aşkera kir. Yanî got ev projeya dewletan bû û biryarek wisa dane. Birêz Ocalan xwe naspêre rêxistinên din. Birêz Ocalan mirovekî fikr û ramanê ye û xwe ji fikrên yobaz dûr girtiye.”

Lêkolîner Fatma Îzol destnîşan kir ku piştî çend salan şûnde hevdîtin bi Birêz Ocalan re hat kirin û wiha berdewam kir: “Em fêr bûn ku rewşa wî baş e. Lê hîna tecrîda giran nehatiye rakirin. Li cîhanê tecrîdeke bi vî rengî tuneye. Hevdîtin tên astengkirin. Birêz Ocalan jî di hevdîtinê de dibêje ‘tecrîd ranebûye’. Devlet Bahçelî her çiqas zimanekî paqij bikar neyne jî ev titşekî girîng e. Divê ev hewldana Bahçelî  ji rêzê û şexsî neyê destgirtin.”

‘Muxatab bi aşkera Birêz Abdullah Ocalan e’

Nivîskar Fatma Îzol bilêv kir ku gelek aliyên pêvajoyên cezakirinê yên bên nîqaşkirin hene û wiha pêde çû: “Di pîvanên mafê mirovan de mirovên demekê bên girtin piştre ji nûve bi jiyanê re tên gel hev û tevli jiyanê tên kirin. Bêguman seranserê jiyanê girtina mirovekî li dijî mafê mirovan e. Di serî de Birêz Abdullah Ocalan û girtiyên din bi van cezayan re rû bi rû hatine hiştin. Mafê hêviyê bi sererastkirinên qanûnî pêngaveke dikare pêk bê ye. Birêz Abdullah Ocalan ku xwedî unvana feylezofê serdemê ye, divê ji mafê hêviyê fêdeyê bigire. Daxwaza gelê Kurd bi aşkera azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e. Muxatab bi aşkera Birêz Abdullah Ocalan e.”

ÇAVKANÎ: Arjîn Yuksekbag/JINNEWS