“Ziman giyanê mirov e; Cegerxwîn bi zindîkirina wî giyanî di helbestên xwe de giyanê zimanê kurdî ji bo kurdan nemir kiriye.”
Cegerxwîn bi navê Şêxmûs Hesen di sala 1903’an de li gundê Hesarê yê li ser navçeya Kercewsê ye hatiye dinê. Di encama destpêkirina Şerê Cîhanê yê Yekem de di sala 1914’an de bi malbata xwe re koçî bajarê Amûdê yê rojavayê Kurdistanê kirin. Cegerxwînê ku di 18 saliya xwe de hatiye Amedê, li ber destê şêxên ku li vê derê di medreseyê de perwerdehiya olî didin perwerdehiya olî wergirtiye. Di vê serdemê de çand û berhemên klasîk ên wêjeya kurdî nas dike. Di sala 1925’an de beşdarî serhildana Şêx Seîd dibe. Piştî ku serhildan hat tepisandin, ew li gel kadroyên Şêx Elî Riza Efendi, kurê mezin Şêx Seîd û serokê duyemîn ê serhildanê, çûn Rewanduzê û piştre jî çûn Bexdayê. Di vê demê de ji Şêx Elî Riza dersên îslamê girtine. Paşê li bajarê Amûdê yê rojavayê Kurdistanê bi cih bû. Li vir li cem Seydayê Mele Ubeydulah û Seydayê Mele Fethulah xwendiye û lîsansa zanistî wergirtiye.
Wek helbestkar û nivîskarekî di wêje û çanda kurdî de şopên kûr hiştiye. Cegerxwîn ku di têkoşîna parastina bîr, ziman û nasnameya civaka kurd de xwedî risteke girîng bû bi berhemên xwe bandoreke kûr li pêkhateyên civakî-çandî yên kurdan kir.
Cegerxwîn di berhemên xwe de her dem li ser nasnameya kurdî radiweste. Helbest û nivîsên wî bûne amûrek ji bo têkoşîna xwenasîn û nasnameya gelê kurd. Mînak, berhema wî ya bi navê ‘Kî me Ez?’ yek ji mînakên herî balkêş ên pirsa nasnameyan e. Helbestkar bi taybetî di pêvajoya avakirina nasnameya kurdî de girîngiya zimên wekî nîşana nasnameyê radixe ber çavan. Di berhemên xwe de peyameke xurt dide ku divê zimanê kurdî li dijî zextan zindî bê hiştin û armanca wê ew e ku bîranîna civakî ya gelê kurd zindî bihêle.
Xebatên Cegerxwîn ên ji bo wêjeya kurdî di çarçoveya parastin û pêşxistina zimanê kurdî de xwedî girîngiyeke mezin in. Wêje yek ji hêmanên sereke ye ku nasnameya çandî ya civakê durist dike û Cegerxwîn bi bikaranîna zimanê kurdî piştrast kir ku çand û dîroka kurdî bi awayekî nivîskî ji nifşên siberojê re bê veguhestin. Di serdemên ku zimanê kurdî qedexe bû de jî, helbest û destanên ku wî ji bo parastina ziman nivîsandine, di tekoşîna civata kurd a ji bo zindîkirina nasnameya xwe kedeke girîng didin. Berhemên wî bi devkî di nav gel de belav bûn, da ku dewlemendiyên ziman neyên jibîrkirin.
Di berhemên Cegerxwîn de gelek caran behsa edaleta civakî û azadiyê tê kirin. Ev mijar weke bersivek e li dijî zilm û neheqiya ku gelê Kurd di dîrokê de jiyaye. Cegerxwîn destnîşan kir ku weke sembola berxwedanê ya li dijî zilma ku li ser civaka kurd hatiye kirin, hişyarkirina gel bilind bike û destnîşan kir ku lêgerîna edaleta civakî beşeke girîng a nasnameya kurd e. Berhemên helbestkar bi ronîkirina hesreta gelê kurd ji mafên civakî û dadmendiyê re dibe alîkar ku hişmendiyeke kolektîf ava bibe.
Berhemên Cegerxwîn berxwedana çandî ya gelê kurd nîşan dide. Berhemên wî gelek caran li ser hevgirtina kurdan û hewldanên wan ên ji bo mayîna bi hev re radiweste. Ev jî berxwedana civaka kurd a li dijî zehmetiyên ku di dîrokê de jiyaye radixe ber çavan. Nivîsarên wî bi vegotina parastina bîreweriya kolektîf û girîngiya hevbûnê hêza hevgirtina civakî radixe ber çavan. Di vî warî de berhemên Cegêxwîn ne tenê xwedî nirxeke wêjeyî ne, di heman demê de weke mîrateyeke ku hîmên berxwedana civakî û çandî ya gelê kurd xurt dike tên dîtin.
Cegerxwîn mirovekî wêjeyî ye ku jiyana xwe ji bo jibîrnekirina dîrok û nasnameya kurdî terxan kiriye. Helbestên wî wek sembolên berxwedanê yên li dijî zilma li ser ziman û nasnameya kurdî tên dîtin. Berhemên wî di xebata parastina ziman û çanda gelê kurd de bûne rêber û kedên girîng di pêkhateya sosyolojîk û bîra çandî ya civaka kurd de dane. Hêjatî û giringiya Cegerxwîn -wek nûnerê wêjeya kurdî yê binav û deng, wek yek ji sembolên xebatên ji bo zindîkirina nasnameya dîrokî û çandî ya kurdan- berdewam e.