Romana Mardîn Îbrahîm ‘Xewna Mêrikên Îranî’ ji hêla karekteran ve pirreng e, di romanê de demên cuda hene, mekana bûyerê û ya gotarê ji hev cuda ne. Her wiha di vê romanê de metefora xewnê hatiye bikaranîn.
Mardîn Îbrahîm, di sala 1974’an de li Silêmaniyê ji dayik bûye. Îbrahîm, nivîskarekî piralî ye. Bi helbestê dest bi nivîsînê kiriye. Li Başûr nivîskarekî navdar e, em jî bi saya weşanxaneya Peywendê û wergêrên Eyûp Subaşi bi wî hesiyan. Li gor daneyên li ser înternetê berhemeke wî ya helbestan (Tu Meçe Şerî) û sê romanên wî ( Xewna Mêrikên Îranî, Ketina Boreqelayê Di Çîrokeke Kevn de û Mirina Meymûn) hatine çap kirin. Ji bilî van berheman wergêrên wî jî hene.
Di destpêkê de rewşeke seyr heye kurekî derûnas di rojekê de dewlemand dibe jê re qerta yansîbê (piyango) derdikeve û dewlemend dibe. Di vê beşa destpêkê de nivîskar li ser rewşa vî kurikî sekiniye û mirov di mereqê de dimîne gelo çi têkîlî di navbera kurekî ji Ingilîstanê û hinek mêrikên Îranî de heye. Ta ku ev kurik bi wî pareyî ji xwe re cihekî ji bo nexweşên ji hêla derûnî ve pêdîwiya wan bi alîkariyê heye vedike û keçeke ciwan a bi navê Ofîlya tê dibe nexweşa wî. Her tişt bi nivîsîna romana ku Ofîla nivîsiye dest pê dike. Ofîlya, ji ber kuştina bavê xwe trawma derbas dike û lal dimîne û ji ber derûniya wê herku diçe xirabtir dibe diya wê, wê tîne vê navendê. Grîzgaha romanê bi vî şiklî dest pê dike. Piştî ku Ofîlya romanê dinivîse dide lawikê derûnas û ew ji me re dixwîne, çêjeke wisa dide mirov ku mirov ji bîr dike ku niha ew lawik vê romanê li odeya xwe dixwîne.
Di vê beşê de nivîskar wek ku ecele kiribe gelek mijar û çîrok di carekê de daye, kurtejiyana lawikê derûnnas, rewşa dê û bav û zirbavê bi devê derûnînasekî vedibêje ji ber wê hin rewşên derûnî jî ji me re vedibêje. Di vê beşê de vegêr kesê yekem e.
Piştî beşa yekem vegêrê çîrokê dibe kesê sêyem ku em dizanin ku ew kes Ofîlya ye. Çîrok me dibe sala 1692’an û em daxilî sohbeta Ehmedê Xanî û bavê wî Şêx Elyas dibin ku bahsa komekê dikin ku li seranserê erdnîgariya Împaratoriya Osmanî li destnivîsarên biqîmet digerin û wan dişewitînin. Şêx Elyas ji Ehmedê Xanî dixwaze ku baldar be û nusxeyên destnivîsara xwe zêde bike. Xanî du nusxeyan zêde dike tevlî ya orîjînal dibe sê nusxe, yekê dişîne Rihayê, cem melayekî ku mêrê dotmama wî ye, yekê jî dişîne Bedlîsê cem hevalekî xwe û ya orîjînal jî li ba xwe dihelê û wê vedişêre. Lê di maweya 13 salan de her sê destnivîsar ji hêla koma ‘Xençerên Nîvêşevan’ ve tên dizîn. Lê piştî dizîna nusxeya sêyem rewş diguhere. Vê komê bi dehan destnivîsar dizine û şewitandine. Rewşa seyr ev e ku piştî destnivîsara sêyem ya li gel Xanî ye didizin, piştî dizînê serokê wê tîmê Şewket, xeberê dişîne Stenbolê ji Qere Mistefa re,destnivîsarê dibe Meletiyê û dest bi xwendina wê dike Mem û Zîn bandoreke mezin li Şewket dike û piştî vegera birayê xwe ji Stenbolê biryara xelaskirina destnivîsara Mem û Zînê dike û ew û birayên xwe berê xwe didin nav sînorên Împaratoriya Sefawiyan û heta ku dimire li wir dimînin lê berî ku bimire xewnekê dibîne û wesiyetê li zarok û neviyên xwe dike dibêje, ew ê rojekê yek derkeve û bê vê destnivîsarê xelas bike divê hûn bidine wî.
Di vê beşê de dem demeke dîrokî ye em xwe li sedsala hevdemîn dibînin. Nivîskar panaromaya dîroka Îranê radixe ber çavên me. Ziman, zimanê wê serdemê ye rewş û tevgerên karekteran jî ji roja me dûr in. Sedema ku Şewket destnivîsar neşandiye Stenbolê ne hesteke netewî ye lê ji ber ku rewşa Mem dişibe jiyana wî, ji ber wê destnivîsarê nade şewitandin.
Beşa duyem me dibe Ingilîstanê Ofîlya di vê beşê de bahsa kuştina bavê xwe dike. Kuştina bavê wê bandoreke mezin li ser Ofîlya dike û bi wê trawmayê lal dibe. Ev keça ciwan heta dawiyê dê bi vê trawmayê re bijî, hinek caran rewşa wê dê baş bibe û hinek caran rewşa wê dê xirabtir bibe, di beşên pêşiya me de em ê vê yekê zelaltir bikin. Piştî definkirina bavê Ofiya Hîlbert, Xaniyê mêrê metka Ofîlya û keşeyê ciwan dibine dost,Xanî jê re bahsa wêjeyê dike û helbestên Ferîdudûnê Etar, Mewlana, Hafiz û Sadî dixwîne ev yek bala Ofîlya pir dikişîne. Ofîlya di vê beşê de ji bo ku xwîneran şiyar bihêle van tiştan dibêje; “Ez niha li wê binkeya qaşo ji bo nehiştina depresyona kesên wek min hatine avakirin, vê çîrokê divivîsim. Mebesta min ji nivîsîna vê çîrokê ew e ku di bingehê de dixwazim behsa Mîlyas ji we re bikim, behsa tekane kurê meta min Rêbîka û Xaniyê mêrê wê…” (31). Di vê paragrafê de çarçoveyekê jî ji me re çedike bê ew ê bahsa çi bike. Piştî mirina bavê Ofîlya Mîlyas ji zankoyê vedigere. Mîlyas ji malbata xwe re bahsa xewna xwe ya ku berî mirina xalê xwe bi çend rojan dike. Dibêje ku min di xew de dît ku heloyekî bi çar perîkan ku di her perîkekî wî de zilamek hebû bi perîkên çaran jî xalê min direvand û digot ku ew li benda mirina xalê xwe bû.
Di vê romanê de metefora xewnê hatiye bikaranîn herwiha ji bo dîtina destnivîsarê jî xewn hatibû bikaranîn û Mîlyas mirina xalê xwe jî dibîne ku ev xewn di dawiya romanê de bêtir zelal dibe û ew sê zilamên din jî bi Mîlyas nas tên.
Ofîlya dema ku diçe dikana bavê xwe û wî di nav xwînê de dibîne wê keliyê dişibîne tabloya Endriye Montêgna ya Îsayê Mirî. Di romanê de şibandinên bi vî rengî hene em dikarin vê yekê bi xeyala nivîskar re girêbidin.
Roman heta vê beşê bi awayekî klasik hatiye vegotin zêde kelecanê nade xwîneran lê di beşên din de kelecan zêde dibe. Ji vir şûndetir her karekterek çîroka xwe vedibe û her çîrok bi devê kesê yekem tê vegotin. Sernav li beşan hatîne kirin û beş bi navê karekteran tê bi navkirin carinan hîsa ku gelo çîrok ji hev cuda ne dide xwîner lê di perspektîfa giştî de çîrok bi hev ve girêdayî ne. Ji ber ku nivîskar çîroka giştî dernexistiye pêş li ser bûyerên kesan û karekteran vegotiye mirov dikarê bibeje ku terzê romanê terzekî postmodern e. Em bên ser çîrokên karekterên xwe da ku em wan baş nas bikin û wêneyê giştî yê romanê jî bibînin.
Rojekê Mîlyas û Ofîlya di nava bajêr de digerin keçeke biçûk dikeve çem û tê ku bixeniqe Mîlyas ji bo wê xelas bike xwe diavêje çem û ew jî dixeniqe. Ev yek tabloya ku Mîlyas û Ofîlyayê navê xwe jê girtibûn tîne bîra xwîneran. Piştî xeniqîna Mîlyas êdî di romanê de realîzma efsûnî derdikeve hemberî me, çimkî Las bi sedan masiyan re dikeve rêyekê û ber bi kûrahiya behrê ve diçe. Di kûrahiya behrê de keştiyekê dibîne ku gelek kesên nas di wê keştiyê de ne; bavê wî, xalê wî, Îşmaîlov, Las, Mêrikên Îranî, çar xwendekarên zarok yên Îlya û Îşmaîlov, ev keça ku ji bo wê xelas bike xwe avêt çem. Karekterên ku di romanê de miribûn hemûyan dibîne lê Ehmedê Xanî û ew kesên ku di beşa pêşî de miribûn nabîne. Em vê yekê dikarin bi dema romanê ve girêbidin ji ber ku ew dem dema dirokî ya romanê ye ji ber wê ji nivîskara romanê Ofîlya dibe ku têkîlî di navbera Ehmedê Xanî û Mîlyas de dananîbe ku ew jî li wê keştiyê siwar nekiribe. Lê em dizanin ku têkiiliye xurt di navbera karekteran hemûyan de heye, ji ber ku rêya hemû karekteran li cîhekî li Mîlyasê karekterê sereke ketiye û yê ku karê Las ê nîvcomayî tîne serî jî Mîlyas e. Xalekê din jî navê bavê wî jî Xanî ye; ev ne tesadufek e, nivîskar ev yek bi zanebûn kiriye, wek ku bixwaze peyama hebûna Xaniyên nûjen bide me çimkî Xanî karekterekî bihêz e. Li welêt gelek tişt kirine û ji neçarî dev ji welatê xwe berdaye hatiye ewrûpa jî û li vir lawê xwe li gorî çanda xwe jî mezin kiriye em dizanin ku Mîlyas pir xweş bi kurmancî jî dizane. Ev yek jî hestên neteweyî tê ku em dizanin bavê kanona neteweyî ya kurdan jî Ehmedê Xanî ye.
Şîrove û analîzên giştî ku em li ser vê romanê bikin jî ev in; roman ji hêla karekteran ve pirreng e, karekter gelek bûn, li hinek cihan mirov tênagihê bê ka ew ê çawa peywendiya karekteran bi hev bê dayîn, li gel vê yekê jî karekter serketî ne, her karekterek li gorî rewş û dema xwe yan jî sedsala xwe hatiye bijartin. Li gor teybetiyên wan deman e, karekter bijartî ne.
Rûdan, ji çîrokan pêk tê. Jixwe me li jor yek bi yek behs kiribû lê bi giştî mirov dikare vê yekê bibêje; honaka romanê serketî ye girêdana rûdanan û karekteran bi awayekî hostayî hatiye kirin, ev jî serkeftina nivîskar e. Em vê hostatiyê di romana wî ya bi navê ‘Ketina Boreqelayê di Çîrokeke Kevn de’ jî dibînin.
Dem; di romanê de demên cuda hene, dema çîrokê cuda ye. Lê ji ber ku vebêjer kesê yekem e mirov dibêje qey dema çîrokê û dema gotarê yek e. Em dizanin ku çîrok di gelek deman de derbas dibe. Di destpêka romanê de dema gotarê û çîrokê yek e. Lê di beşa yekem de dema behsa Ehmedê Xanî dike em diçin salê 1692an û dîsa em vedigerin demeke nêzîk dema kuştina Mêrikên Îranî cuda ye, dema zaroktiya Mîlyas û Ofîlya cuda ye, dema xelaskirin û çapkirina destnivîsara Mem û Zînê jî cuda ye û di dawiyê de em diçin demeke nenas. Ji ber ku Mîlyas dimire û edî dem bêwate dibe, lê li ser avê dem derbas dibe rewşa Ofîlya nebaş dibe û diçe binkeya ji bo nexweşên depresyonê. Li vir dem demeke nêzîk e êdî.
Mekan; mekana bûyerê û mekana gotarê ji hev cuda ye. Mekana bûyerê tê guhertin car caran Kurdistan e, car caran Îran e, car caran Bosna ye û Ewropa, bi piranî Ingilîstan e. Mekana gotarê jî odeyek e; odeyên wê binkeya ku ji bo nexweşên derûniya wan xirab hatibû avakirin e. Em wî mekanê gotarê di romana Îbrahîm ya bi navê ‘Ketina Boreqelayê di Çîrokeke Kevn de’ jî dibînin ku mekana gotarê jî hucreyeke mizgeftê ye.
Ziman, zimanekî herikbar e. Ji ber ku berhem ji soranî hatiye wergerandin gelek peyvên soranî tê de hene. Ew çêjeke xweş dide berhemê. Mirov tama berhema eslî distîne. Wek ku tê zanîn Mardîn Îbrahîm helbestan jî dinivîse, di hinek cihên berhemê de ew zimanê nivîskar ê helbestî xwe dide hîskirin. Ev yek jî serketineke wergêr e jî ku zimanê eslî parastiye.