12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xizmên windayan li 3 bajaran daxwaza edaletê kirin

Endamên ÎHD’ê û xizmên windayan li Colemêrg, Amed, Êlih û Îzmîrê ji bo lêgerîna edaletê hatin ba hev û li aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatin windakirin, pirsîn.

Endamên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan, ji bo kesên di salên 1990’î de di bin çavan de hatin qetilkirin û kujer bên darizandin çalakiya xwe ya heftane berdewam kirin.

Colemêrg

Endamên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Colemêrg û xizmên windayan, di çalakiya xwe ya hefteya 150’emîn de li Kolana Hunerê ya li navçeya Geverê hatin ba hev. Di çalakiya vê heftê de kujerên Îslam Terkoglu yê ku di 23’yê Mijdara 2006’an de li gundê Oremarê yê Geverê dema dar kom dikir ji aliyê leşkerên Tirk ve hat qetilkirin, pirsîn.

Çîroka Terkoglu ji aliyê rêveberê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Colemêrgê Ozan Tekîn Akbaş ve hat xwendin.

Êlih

Li Êlihê endamên ÎHD’ê û xizmên windayan, di hefteya 660’an a çalakiya xwe de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Kolana Gulistan hatin ba hev. Di çalakiya vê hefteyê de, aqûbeta Halît Boran ê ku di 19’ê Cotmeha 1995’an de li navçeya Fatîh a Stenbolê piştî binçavkirina wî careke din agahî jê nehat girtin, hat pirsîn.

Endamê ÎHD’ê Zana Yucel Bozkurt, çîroka Boran ê ku ji gundê Heregê yê navçeya Licê ya Amedê ji bo xebatê çûbû Stenbolê xwend.

Îzmîr

Endamên Şaxa İHD’ê ya Îzmîrê ji ber şert û mercên xirab ên hewayê daxuyaniya vê hefteyê li avahiya komeleyê dan. Ji ber 25’ê Mijdarê daxuyaniya vê hefteyê ji aliyê Komîsyona Jinê ya Komeleyê ve hat dayîn. Di çalakiya vê heftê de aqûbeta Gulistan Doku ya ku ji 5’ê Çileya 2020’an û vir ve li Dêrsimê winda bû û ti agahî jê nayê girtin, hate pirsîn.

Rêvebera Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê Gulay Gûn Bîlîcî, di çalakiyê de bal kişand ser bûyera windabûna xwendekara Beşa Pêşxistina Zarokan a Zanîngeha Mûnzûrê Gulîstan Doku.