Polîsan di 12’ê Gulana 2010’an de xwendekarê Zanîngeha Mûglayê Şerzan Kûrt ê 21 salî bi giranî birîndar kir û di 19’ê Gulanê dê de Şerzan Kurt ji yiyana xwe ji dest da. Dadgehê di danişîna doza Şerzan Kûrt de biryar da. Parêzerên malbata Kûrt û parêzerên polîsê kujer Gultekîn Şahîn di danişînê de amade bûn. Dadgehê cezayê polîsê kujer 3 sal kêm kir û 5 sal û 2 meh ceza li polîsê kujer Gültekin Şahîn birî.
Çîroka bûyerê
Xwendekarê Zanîngeha Mûglayê Şerzan Kûrt ê 21 salî di 12’ê Gulana 2010’an de rastî êrişa komên nijadperest û faşîst hat. Kûrt ê ji ber gulebarana polîsên hatin cihê bûyerê birîndar bû, di 19’ê Gulanê de jiyana xwe ji dest da.
Doza ku bi hinceta ewlehiyê sewqî Eskîşehîrê hatibû kirin, di sala 2012’an de 8 sal cezayê girtîgehê li polîsê kujer Gultekîn Şahîn hatibû birîn. Piştî ku Dadgeha Bilind ceza betal kir, di sala 2014’an de 16 sal cezayê girtîgehê li polîsê kujer hatibû birîn. Di sala 2016’an de Dadgeha Bilind careke din îtîrazê biryarê kir. Cezayê polîsê kujer Gultekîn Şahîn di sala 2019’an de daketibû 7 sal û 6 mehan. 1’emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Bilindev biryar di sala 2021’an de erê kir. Lê belê Serdozgeriya Komarê ya Dozgeriyê îtîraza biryarê kir. Serdozgeriyê careke din bi daxwaza “bi îhmalkariya hişmendî sedema mirinê” li Lijneya Cezayê Giştî da. Di encama ve yekê de biryara Cezayê 7 sal û 6 mehan jî xira bû.