Endamên Înîsiyatîfa Hunerê ya ji bo Azadiyê li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Êlihê bi endamên DEM Partiyê re hatin gel hev. Hunermend û partiyiyan li dijî xespkirina îradeyê li pêşiya avahiya DEM Partiyê daxuyanî dan.
Hevseroka DEM Partiyê ya Êlihê Songul Korkmaz bertek nîşanî dorpêça polîsan da û got: “Sepanên OHAL’ê li vir di meriyetê de ne. Protestokirina xespkirina îradeyê ya ji hêla qeyûm ve mafê sereke ye lê destûr nayê dayin.”
Ji Înîsiyatîfê, Sevînç Koçak jî berxwedana gelê êlihê silav kir û ev tişt anî ziman: “Em bi îktîdareke ku destûra bingehîn nas nake rû bi rû ne. Gel jî bi roja ye li dijî vê xespkirina îradeyê li ber xwe dide. Îktîdareke ku dijminê hunerê ye li pêşberî me ye. Konser tên qedexekirin, dijminatiyê li ziman, çand û xwezaya me dikin. Em ê li dijî vê li ber xwe bidin.”
Arzû Fîlîz Gungor metna hevpar a li ser navê Înîsiyatîfa Hunerê ya ji bo Azadiyê hatiye amadekirin xwend û wiha got: “Em êdî ji vê re dibêjin Êdî Bes e. Em bi hêviya rojên ku bikarin bi azad stranên xwe bibêjin, bêyî sansûr diafirînin, mafê wan ê bijartin û hilbijartinê nayê xespkirin û bi hêviya rojên aştiyê li vir in. Em li dijî qeyûman banga bihevrebûn û piştevaniyê li her kesî dikin.
Hevbedevka Komîsyona Ziman Çand û Hunerê ya DEM Partiyê Cemîle Turhalli jî wiha got: “Li dijî ziman, îrade û hunera kurdî êrîşek heye. Gel van êrîşan qebûl nake. Şaredarî, şaredariya gel e. Hezar silav ji gelê li ber xwe dide. Sekna hunermendên ji bo piştevaniyê hatine vê derê girîng e. Li Mezopotamyayê şoreşeke pirçandî çêbû. Li vir jiyaneke pirzimanî û pirçandî naxwazin. Lewma êrîş dikin. Bi hedefgirtina îradeya gel re îktîdar êrîşa herî mezin dike. Qeyûm çima dijminatiyê li kurdî dike? Hevalên îro hatin vê derê, girîngiya piştevaniya şoreşger nîşan dan. Piştevanî dide jiyîn.”
Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk jî destnîşan kir ku îktîdara yekperest tehemûla pirdengiyê nake. Gulistan Sonuk, wiha got: “Yên îradeya vî gelî dizîn, di serdemek berê de 3 milyar lîre dizîbûn. Kesên ev dizî kirin, îro polîs derxistine pêşiya me. Dixwazin her kes serî li ber wan bitewîne. Bila li dîroka me binêrin, dê yek kesê serî tewandî nebînin. Vî gelî her tim pir mezin li ber xwe da û dê li ber xwe bide. Dîroka me dîroka berxwedanê û ya wan jî ya şermê ye. Dîroka dizî, xesp û êşkenceyê ye. Paşvegavavêtin bêrûmetî ye. Em ê vê bêrûmetiyê qebûl nekin. Em xwediyên vê xakê ne. Em xwediyên wê şaredariyê ne. Yên biyanî hûn in, hûn ê biçin. Heta em şaredariya xwe distînin dê têkoşîna me bidome. Hezar silav ji xelkê Êlihê re ku bi berxwedana xwe nehiştin faşîzm rakeve. Dê felsefeya jin, jiyan, azadî bi ser keve.”
Girseyê dirûşmên “Jin jiyan azadî”,”Dê qeyûm biçin gel dê were”, “Bijî berxwedana Batmanê” û “Berxwedan jiyan e” berz kirin û stran gotin. Daxuyanî, piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
Înîsiyatîfa Hunerê ya ji bo Azadiyê: Piştevanê mezin bikin
Endamên Înîsiyatîfa Hunerê ya ji bo Azadiyê li dijî tayînkirina qeyûm li Êlihê daxuyanî dan û ji hemû kesan xwestin ku piştevaniyê mezin bikin.