Di 7’ê Îlona 2021’an de li herêma Kato Marînos a Colemêrgê ji aliyê Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) ve êrişeke hewayî hat kirin. Di êrişa hewayî de 2 endamên HPG’ê yên bi navê Abdullah Yîgît û Agît Acar ên li ser Elkê ya Şirnexê qeydkirî jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyên endamên HPG’yî ewil birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê û piştre jî birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Wanê. Cenazeyên Yîgît û Acar bêyî agahiyê bidin malbatan li goristana bêkesan defin kirin. Malbatan cenazeyên xwe di 18’ê Mijdara 2021’ê de wergirtin. Piştî 3 salan Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan bi hinceta “Ji ber tazmînat ji bo personelan hatiye dayîn cemawerî zirar kiriye” ji malbatan tazmînat xwest. Fermandariya Cendirmeyan malbatan da ber îcrayê û tazmînat ji wan xwest. Di çarçoveya biryara îdarî de bi rêya Daîreya Îcrayê ya Wanê teblîxata tazmînatê ji malbatan re hat şandin.
Di teblîxatê de Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan bi hinceta “Ji ber tazmînat ji bo personelan hatiye dayîn cemawerî zirar kiriye” ji dê, bav û birayên Acar û Yîgît 44 hezar 743 TL xwest. Di teblîxê de hat diyarkirin ku 5 hezar û 901 TL faîz lê hatiye zêdekirin.
Birayê Abdullah Yîgît Ahmet Yîgît ev yek li derî mirovahiyê pênase kir. Yîgît diyar kir ku piştî 3 salan hem ji malbata Acar hem jî ji malbata Yîgît tezmînat hatiye xwestin û wiha got: “Di 18’ê Mijdarê de ji Daîreya Îcarayê ya Wanê teblîxat hat. Li gorî vê teblîxata ji aliyê Serfermandariya Giştî ya Cendirmeyan ve hatiye şandin, li warîsên qanûnî yên birayê min û hevalên wî doza tazmînatê hatiye vekirin. Ji malbata me, ji dê û bavê min, ji dê û bavê Agît Acar, bi giştî ji 16 kesan tazmînatê dixwazin.”
Yîgît diyar kir ku ev daxwaz li derî mirovahiyê ye û got: “Pêşî dikujin û paşê jî tên pereyan dixwazin. Ev zilm e. Em vê şermezar dikin.”
Bavê Abdullah Yîgît Selîm Yîgît jî got: “Ev bêexlaqî ye. Cezakirina malbatê ye. Yê dimire kî dibe bila bibe, ew çûye êdî. Ma wê li yên mayî doz bê vekirin? Dixwazin gel ji bawerî û edetên wê dûr bixînin. Dixwazin mirovan ji zimanê wan û nasnameya wan dûr bixînin. Bi van pêkanînan dixwazin wan çavtirsandî bikin.”
Selîm Yîgît, anî ziman ku ji bo biratî bê misogerkirin divê pêşî li van pêkanînan bê girtin û got, “Bi van polîtîkayên qirêj biratî çawa pêk tê? Eger behsa biratiya gelan bikin, divê pêşî li wekheviya mafan bê girtin. Biratî nikare. bê wekhevî pêk were.”
Bav Yîgît diyar kir ku bi van pêkanînan dixwazin gel bitirsînin û wiha got: “Bi van pêkanînan nikarin gel bitirsînin. Ji roja ku em ji dayik bûne ve me ceza dikin. Her roj ceza li me tê birîn, lê me tu carî desy ji têkoşîna xwe bernedaye û em ê dest jê bernedin jî.”
ÇAVKANÎ: MA / Omer Akin