Di 4’ê çileya 2016’an de bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” doz li rojnameger Ozgur Paksoy hatibû vekirin. Cezayê hefsê yê dabûn Paksoy, hate erêkirin. Dadgeha herêmî bi hinceta 16 nûçeyên Paksoy di sala 2014’an de li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal parve kirî, xwest ceza were dayin. Her wiha parvekirinên li ser hesabên medyaya dijîtal ên ne aydê Paksoy jî li dosyayê hatin zêdekirin. 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê bi hinceta parvekirina nûçeyan, di 15’ê sibata 2019’an de 2 sal û 13 meh û 15 roj cezayê hefsê da.
Parêzerên Paksoy jî li dijî vê biryarê li îstînafê îtîraz kir. 3’yemîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Edliyeyê ya Herêmî ya Dîlokê serlêdan red kir. Li ser vê yekê parêzerên Paksoy serî li Dadgeha Bilind da.
Dadgeha Bilind jî di biryara xwe de got “biryareke li dijî hiqûqê nîne” û di 11’ê hezîranê de bi piraniya dengan serlêdan red kir û biryara cezayê hefsê erê kir.