Komeleyên Elewiyan a Demokratîk (DAD) têkildarî cezayê girtîgehê yê li Hevşaredarê Dersimê Cevdet Konak hate birîn daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku cezayên li Hevşaredarê Dêrsimê Cevdet Konak û Şaredarê Pulurê Mûstafa Sarigul hatiye birîn biryarên siyasî ne û ji bo xelkê Dêrsimê hukmê xwe nîne.
Di daxuyaniyê de hate gotin, cezayên li şaredaran hatiye birîn amadekariya ji bo tayînkirina qeyûm e û xwest, tavilê bê betalkirin.
DAD’ê bang li her kesî kir ku piştgiriyê bide hevşaredarên bi dengê xelkê Dêrsimê hatine hilbijartin.