12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Neparastina mafê zarokan

Peymana mafên zarokan ku 196 dewletan qebûl kirine hewl dide ku mafê jiyan, perwerde, tenduristî, xweparastin û istismara ku ji aliyê zayendî û aborî ve li zarokan bê kirin, zarokan biparêze.

Hinek aktivîstên mafên mirovan di destpêka sedsala 20’emîn de ji bo mafên zarokan ketin nav lêgerînê.  Di encama van lêgerînan de ji bo mafên zarokan hinek pêşnûma amade kirin û ji bo ev xalên ku hatine diyarkirin bikevin meriyetê ketin nav tevgerê.

Ji aliyê amadekirina mafên zarokan ve Englantyne Jebb cara yekemîn di sala 1923’yan de metneke berfireh amade kir û ev metn di sala 1924’an de ji aliyê Cemiyeta Neteweyan ve wek Danezana Mafên Zarokan a Cenevreyê hat qebûlkirin. Ev danezan di 20’ê mijdara 1989’an de hat berfirehkirin û navê Peymana Neteweyên Yekbûyî ya li Ser Mafên Zarokan girt.

Ev peymana ku li 196 dewletan hatiye qebûlkirin hewl dide ku mafê jiyan, perwerde, tenduristî, xweparastin û istismara ku ji aliyê zayendî û aborî ve li zarokan bê kirin, zarokan biparêze.

Herçiqas em îro bibêjin ku li 196 dewletan ev peymana parastina mafê zarokan hatiye qebûlkirin jî em nikarin ji bo zarokan behsa jiyaneke asayî bikin. Ji ber ku zarok bin li banê dewletên ku ev peyman îmze kirine rastê tacîz, tecawiz, tundî, revandin û kuştinê tên. Mixabin di gelek bûyeran de zarok ji aliyê kesên ku herî zêde jê bawerin ve rastê van kiryaran tên. Di gelek bûyeran de zarok ji ber trawmayên ku dijîn nikarin tundiya ku li wan tê kirin vebêjin. Di hinek bûyeran de dema kesek ji derdorê bi mijarê dihese vê carê ji ber bertekên ku tên avakirin, bêcezakirina bersûcan û dozên ku bi salan encam nagirin wijdana xwe ker û kor dike û bêdengiyê hildibijêre.

Elbet di vir de qasî dewletên ku qaşo parastvanê mafên mirov û zarokan e kesên ku xwe bi hincetên cur be cur bêdeng dikin jî hene. Lê divê neyê jibîrkirin ku dewlet bi kesên ku dide axaftin û agahiyên ku belav dike hem dibe sedema van sûcan û hem jî bertekên heyî ditepisîne.

Ne pir dûr, di kuştina Narîn Guran de bi belavkirina hinek angaştên wek têkiliya zayendî ya di navbera dayika Narîn û apê wê de, xwestin ji kujer wêdetir balê bikişînin ser mijareke din. Ev hewldana ku bi rêya çapemeniya alîgir hat kirin heta asteke bi ser jî ket. Îro herçiqas derbarê mirina Narînê de hinek kes hatibin girtin jî ji kujer û sedema kuştina Narîn bêhtir angaştên ku hatine bi pêşxistin tên axaftin.

Dîsa ne dûr, niha di rojeva Tirkiyeyê de çeteyeke ku ji bo pareyan çav berdaye jiyana zarokên ku hê nû ji dayik bûne heye. Lê kesên ku di nav vê çeteyê de cih digirin û pêşengiyê jê re dikin erkdarên di nav dewletê de ne. Herwiha dewlet bi nekontrolkirina raporên nexweşxaneyan dibe sedema avakirina van çeteyan.

Dîsa çend roj berê li Îzmîrê 5 zarokên ku temenê wan di navbera 1 û 5’an de bûn di encama agirê ku ji ber sobayê derketibû jiyana xwe ji dest dan. Dema agir bi malê ketibû dayika wan li ser sergoyan li pey komkirina kartonan bû. Piştî ku bûyer li ser medyaya dijîtal hat parvekirin û bertek derketin pêş parlementera AKP’ê Ozlem Zengîn got ku wan alîkarî şandiye ji malbatê re, lê divê civak mijarê bi dahatê ve girê nede. Li vir Ozlem Zengîn dayika zarokan wek hedef nîşan da, lê li ser berpirsiyariya dewletê qet nesekinî. Mirov nikare gotinên Ozlem Zengîn tenê wek gotinên kesekê bibîne. Ev gotinên ku hatine kirin hişmendiya dewletê ya mêrperest bi xwe ye. Herçiqas bi zimanê jinekê hatibe gotin jî rastî ev e.

Dîsa niha di rojevê de mirina zarokê ku di encama AIDS’ê de jiyana xwe ji dest daye heye. Wek tê zanîn vîrûsa HIV a ku dibe sedema nexweşîna AIDS’ê yan ji dayikê derbasê zarok dibe yan jî bi rêya têkiliya zayendî derbas dibe. Di encama testên ku hatin kirin de derket holê ku zarok ji aliyê bavê xwe ve hatiye îstîsmarkirin.

Di encama van mînakên ku me ji bo Tirkiyeyê dan de dertê holê ku Tirkiye ji bo parastina zarokan tu gavan naavêje û ji bo parastina êrîşkaran dikeve nav hewldanan. Îro ne li Tirkiyeyê li hemû welatên ku dibêjin em parastina mafê zarokan dikin de zarok kêm zêde di bin heman kiryaran de jiyana xwe didomînin. Îro li Xezayê di encama şerê di navbera Hamas û Îsraîlê de her roj zarok tên kuştin. Dîsa zarokên kurd li ser axa xwe dibin hedefa Dewleta Tirk.

Di encamê de em dikarin bibêjin ku her çiqas 196 dewletan peymana parastina mafên zarokan qebûl kiribe jî di encamê de li bin banê van dewletên mêrperest de jiyana zarokan wek ku di nav dojehê de be derbas dibe.