12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dewleta Tirk hebûna xwe di DAIŞ’ê de dibîne

Berdevkê Ragihandina YPG’ê Siyamed Elî bal kişand ser rewşa DAIŞ’ê û got: “Eger rê li pêş DAIŞ’e neyê girtin ji bo hemû cîhanê talûke ye. Tirkiye hebûna xwe di DAIŞ’ê de, DAIŞ hebûna xwe di Tirkiyeyê de dibine.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) 6ˈê Mijdarê Operasyona Ewlehiya Domdar dabû destpêkirin. Di operasyonê de ku hefteyekê dewam kir, 79 çete hatin girtin, cenazeyê jinekê hate dîtin ku ji aliyê jinên “El Hesbê” ve hatiye kuştin, tunelên çeteyan hatin rûxandin û miqdareke çek hat desteserkirin. Berdevkê Ragihandina YPG’ê Siyamed Elî der barê rewşa DAIŞ’ê agahî dan.

Siyamed Elî anî ziman ku Reqqa wekî paydexta DAIŞ’ê hatibû nişandan û wiha got: “DAIŞ piştî li Reqqa têk çû, herî dawî li Baxoze têk çû. DAIŞ’ê di aliyê derûnî, fizikî û manevî de di rewşa herî xerab de bû. Bihostek axa erdnîgariya Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê êdî di bin serweriya DAIŞ’ê de nema. Eger piştî van operasyonan tekoşîna tunebûna DAIŞ’ê hatibûna berdewamkirin dê îro nehata vê rewşê. DAIŞ’ê heta 2021’an rewşeke pir xerab jiya. Lê piştî 2021’an ji ber xemsariya hêzên navdewletî bingeha vegera DAIŞ’ê hatin avakirin û hin hêz ji DAIŞ’ê re bûn alîkar. Ji ber van sedeman em dibînin ku DAIŞ îro dîsa dixwaze xwe zindî bike. Dikare çalakiyên terorîstî bike û di aliyê fikrî û teknîkî de xwe komî ser hev dike. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îsal li gorî salên borî zêdetir e. Ev ji êrîşên wan ên li dijî gel xuya dibin. Ev êrîş bi rêya şaneyên veşartî pêk tên. Li dijî hewldanên DAIŞ’ê têkoşînek heye. Ev operasyonên li dijî DAIŞ’ê heta astekê rêya DAIŞ’ê digirin. Lê ev bar tenê li ser milê YPG, YPJ û rêveberiya xweser maye. Ji ber vê yekê mirov nikare bibêje DAIŞ li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye tunekirin.

Dewleta Tirk hêzê dide DAIŞ’ê

Siyamed Elî da zanîn ku sedemên vegera DAIŞ’ê hene û wiha axivî: “Ji bo DAIŞ dîsa zindî bibe, zemîn ji bo wê hatin avakirin. Bi taybetî êrîşên Dewleta Tirk a dagirker a li ser axa me, dihêle ku DAIŞ bi hêz bibe. Li aliyekî bi tang, top û balafiran êrîşî gelê Efrîn Girê Sipî û Serêkaniyê dikin, li aliyê din, çeteyên girêdayî Enqereyê gelê herêmê dike armanc. Odeyên hevpeş ên di navbera MÎT, DAIŞ, El Nusra, Cehş El Watanî li herêmê hatine avakirin. Ev ode li ser herêma navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Bakurê Kurdistanê li dijî Neteweya Demokratik hatine avakirin. Dîsa ji ber xemsariya navneteweyî heta niha dosyaya DAIŞ’ê nehatiye çareserkirin. Bi taybetî piştî sala 2019’an girtîgeh li ser vê erdê bi hezaran endamên wan hene. Li aliyê din kampan malbatên wan hene. Ev dibe sedem ku DAIŞ di milê manevî de ji nûve xwe zindî bike û di milê fizîkî de gelek ciwanan tev li xwe bike. Dewleta Tirk di aliyê lojîstîk û teknîkê de li herêmê dagirkirî piştgiriyekê dide. Di operasyonên YPG, YPJ, QSD’ê yên li herêmê têne meşandin ev yek diyar dibe. Êrîşên Dewleta Tirk hêzê dide DAIŞ’ê.”

Siyamed Elî bilêv kir ku şervanên kurd destûr nade DAIŞ xwe bi hez bike û wiha berdewam kir: “Şervanên kurd heta astekê ew dane sekinandin.  Lê Dewleta Tirk hebûna xwe di hebûna DAIŞ’ê de dibîne. Eger DAIŞ bi ser bikeve DAIŞ bi ser dikeve, eger DAIŞ bi bin binkeve Tirkiye bi bin dikeve. Ji ber vê yekê di rolê nava xwe de hevsengiyekê dilîzin. Hin caran DAIŞ, hin caran El Nusra û hin caran El Watanî vî rolî dilîzin. Ev hêz niha çekên NATO li dijî me bikar tîne.”

Siyamed Elî bibîr xist ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nêzî 27 zindanên ku DAIŞ’î têde girtî hene û wiha pêde çû: “Zêdeyî 12 hezar DAIŞ’î li van zindanan girtî ne. Ev xeteriyek mezin e. Heta ku ev zindan li ser ruyê erdê hebin ji bo DAIŞ’ê di milê manevî de wekî hêzek e. Em hêza leşkerî û siyasî bang li hêzên navdewletî dikin ku demek bi lez li ser van zindanan rawestin. Ev tenê li ser milê hêzên me nayê çareserkirin. Bi sedan nasname di nava wan de hene. Ji bo vê yekê divê hemû hikûmet û hêzên cîhanê piştgiriyek xurt bidin vê yekê.”

Siyamed Elî da zanîn ku zêdeyî 50 hezar nifûsa malbatên DAIŞ’îyan heye û wiha berdewam kir: “Ev 50 hezar metirsiyek pir mezin ji bo gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Ev zarok û ciwan û kesên li ser hişmendiya DAIŞ’ê mezin dibe, avakirina nifşekî nû yê DAIŞ’ê ye. Heta astekê hin dewletan welatiyên xwe birin. Lê li gorî hêjmara heyî wekî bombeyekê ye.

42 welatan endamên DAIŞ’ê hene

Siyamed Elî bilêv kir ku DAIŞ bi her hawî hewl dide ku xwe zindî bike û got: “Çima sor dibe û geş dibe. Sedemê vê yekê hene. Kamp û ev zindan ji bo wan dibe bingeh. Li kampan û zindanan xwe perwerde dikin. Dîsa piştgiriyê ji derve digirin. Tirkiye raste rast piştgiriyê dirin. Axa ku Tirkiye dagir kiriye ji bo wan dibin hêlin. Hêzên me jî dem bi dem operasyonan dimeşînin. Li gorî agahiyan çalakî tên lidarxistin. Bi koalisyona navneteweyi re jî têkoşînek tê meşandin. Ji bo DAIŞ dîsa xwe bi rêxistin neke operasyonên bi vî rengî pêwist e. Herî dawî Operasyona  Ewlehiya Domdar a me li Kampa Holê û li derdora wê da meşandin hebû. Ev operasyon li qadek pir mezin ku nêzî 100 kîlometre ye pêk hat. Li nêzî 200 gundî operasyon pêk hat û ev gund ji DAIŞ’ê hatin haqijkirin. Dîsa li kampa holê lêgerîn hatin kirin. Di van operasyonan de gelek alav, amûr, çek hatin kom kirin. Be di operasyonê de zêdeyî 70 endamên çeteyan girtin. Cihê wan ên operasyonê hatin rawestandin. Operasyonê hefteyekî berdewam kir û lingekî DAIŞ’ê hat şikandin. Operasyon dê bidomin.”

Siyamed Elî anî ziman ku şerê li kêleka koalîsyonê li dijî DAIŞ’ê bi erênî pêş ket û wiha bi dawî kir: “Em ketine qonaxeke nû. Li dijî me êrîşên mezin hene. Di vê qonaxê de stratejî û rêbazên DAIŞ’ê hatine guhertin. Rojhilata Navîn rewşa wê gur û har dibe. Divê gavên ji rewşa Rojhilata Navîn mezintir bên avêtin. Di aliyê siyasî, dîplomasî û leşkerî de divê gavên mezintir bên avêtin. Divê hêzên koalîsyonê hem di aliyê navneteweyî û hem aliyê Rûsî heta niha li dijî DAIŞ’ê gavên erênî neavêtine. Eger gav neyên avêtin DAIŞ dikare li kampan ji kontrole derkeve. DAIŞ xeteriyeke navneteweyî ye. Xetaya herî mezin a tevahiya cîhanî, hikûmet û rêxistinen cîhanê xemsariya li dijî DAIŞ’ê ye. DAIŞ tu ol, civak û çandan nas nake. Mînaka vê yekê li Şengal, Reqa û gelek aliyê din hat dîtin. Eger DAIŞ li ser linge xwe bisekine, dê siberoja hemû cîhanê têşe talûkeyê.”