Şêniyên bajarê Hesekê bi dirûşma “Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav” meşeke girseyî li dar xist û pergala êşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir. Meşê ji çerxerêya Kevokê ya taxa Til Hecer dest pê kir û ber bi taxa Miftî ve bi rê ket.
Li wir, endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Hena Mustefa berxwedana Rêber Abdullah Ocalan silav kir û got: “Silava Rêbertî ji bo her azadîxwazekî/ê banga bilindkirina têkoşîn, xwedî li berpirsiyariyê derketin û xebitîna ji bo pêşerojeke geşe.”
Hevserokê PYD’ê ya Hesekê Ferhan Dawûd silavên xwe ji Rêber Abdullah Ocalan şandin û destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji pergala êşkence û qirkirinê, têkbirina îradeya gelê Kurde.
Ferhan Dawûd soza domandina berxwedan û têkoşînê heta têkbirina pergala êşkence û qirkirinê û pêkanîna azadiya fîzîkî a Rêber Abdullah Ocalan, da.