12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li hember tundiyê mertalek: Mala Jinê

Mala Jin ji bo jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûye navnîşana sereke ku li dijî tundî, zewicandina zarokan, tacîz, binpêkirina mafan û hemû pirsgirêkên civakî serî lê didin. Mala Jin di nava 10 mehan de 2 hezar û 828 pirsgirêk çareser kirin.

64 sal bi ser qetilkirina Xwişkên Mîrabal ku ala serhildanê li dijî dîktatoriya 30 salî ya li Komara Domînîk bilind kirin re derbas bûn. Jinên ku bi Şoreşa Rojava re mîrateya Xwişkên Mîrabal û bi hezaran jinên şoreşger tacîdar kirin, li dijî tundiya fîzîkî, zayendî, derûnî, aborî û dijîtal xwe bi rêxistin dikin.

Jin şoreşa xwe diparêzin û di hemû qadên civakî (parastin, aborî, siyasî û civakî) de di eniyên herî pêş de cihê xwe digirin û di birêxistinbûyîna jin de, li cîhanê dibe diyardeyeke destpêkê. Mala Jin jî mînakeke vê tecrubeyê ye.

Mala Jin cara yekemîn di 20’ê Adara 2011’an de di bin banê Yekîtiya Star (Kongra Star) de ku di sala 2005’an de hat birêxistinkirin, li Qamişloyê wek saziyeke civakî hat avakirin.

Mala Jin, di çarçoveya paradîgmaya demokratîk, ekolojîk, azadîparêziya jin de xwe bi rêxistin kiriye û hewl dide rêgezên edaleta civakî pêk bîne, di heman demê de gelek pirsgirêkên civakî yên wekî tundî, zewicandina zarokan, hevberdan, mîrate û hwd çareser dike.

Mala Jin hewl dide pirsgirêkan qonax bi qonax çareser bike; li her du aliyan û şahidan guhdarî dike, nîqaş dike û dûre jî çareser dike. Pirsgirêkên ku di qonaxa 4’an de jî nayên çareserkirin, sewqî Dîwana Edaletê ya Jin dike.

Navnîşana Çareseriyê

Mala Jin navnîşana yekemîn a jinên ku li herêmê ye ku tundî lê dibe. Herçî jina ku tundî lê bû, serî li Mala Jin dide û heke lêdan an jî derb çêbûbû li gel jineke li Mala Jin li nexweşxaneyê raporê distîne û ji dozgeriyê re tê şandin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi destûra dozgeriyê bersûcan digirin, lêpirsînê didin destpêkirin û Meclisa Edaleta Jin dozê vedike. Nûnereke Komîteya Dadweriyê ya Mala Jin dozê ji nêz ve dişopîne. Di dema darizandinê de jin li Stargeha Jin a Demkî tê parastin û desteka madî û manewî jê re tê dayîn.

Heke tundî li jinekê bûbe û dîl hatibe girtin, an bi telefonê li Mala Jin digere yan jî bûyer ji aliyê xizmên wê, niştecihên taxê yan jî keseke din ve şîkayet li komînê tê kirin û Mala Jin tê agahdarkirin. Mala Jin li gel Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin ku erêkirina dozgeriyê wergirtiye, jinê diparêze, rapora derbkirinê hildide û kesê tundî kiriye, tê destgîrkirin û pêvajoya hiqûqî didin destpêkirin.

Ji bo ku xwe bigihînin hemû jin, endamên Mala Jin diçin serdanên malan. Di van serdanan de, ew jinên ku şopên derbkirinê li ser bedena wan hene û bi zimanê laş alîkariyê dixwazin, dixin bin parastina xwe.

Stargehên jinan

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di sala 2015’an de stargeheke jin a daîmî û 4 ên demkî yên girêdayî Desteya Jin hatin avakirin. Jinên ku di bin tehdîdê de ne, li stargehan daîmî dimînin û li stargehên demkî jî herî zêde 3 mehan dimînin. Lê heke dozên wan di wê demê de bi encam nebin û gef dewam bike, ji ya demkî vediguhêzin ya daîmî. Li Stargeha Daîmî 5 jin û li Stargeha Demkî jî 50 jin hene. Ji bo jinên dixwazin ji stargehan derkevin, ji bo ku di jiyana civakî de zehmetiyan nekişînin, derfetên kar û malê tên afirandin.

Li stargehên jin çalakiyên wekî perwerde, werzîş, xwendin û destkarî hene. Li wir jin li dijî tundiyê û zehmetiyên ku dikişînin, piştgiriya derûnî distînin. Navenda Şêwirmendiya Derûnî a Amara ku di sala 2015’an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye avakirin û 4 navendên wê hene, hefteyê du caran desteka derûnî dide jin.

Xebatên mala jinê

Mala Jin ji komîteyên sulh, perwerde, agahdarî-lêkolîn û arşîv, piştgiriya civakî ya jin û têkiliyên giştî pêk tê.

Komîteya Sulhê; pirsgirêkên ku jin pê re rû bi rû ne, di çarçoveya Zagona Malbatê de çareser dike. Pirsgirêkên nehatine çareserkirin jî dişîne Meclisa Edaleta ya Jin. Nûnereke komîteyê beşdarî rûniştinên dozên girêdayî jin dibe, di dadgehan de mafên jin diparêze û dozên nehatine çareserkirin dişopîne.

Komîteya Perwerdeyê; ji bo birêxistinkirina li dijî zîhniyeta bavikslar dewreyên perwerdeyê, semîner û konferansên bi zimanê kurdî û erebî li saziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê organîze dike. Komîteyê di Cotmehê (2024) de 45 endamên Malên Jin ên temenê wan di navbera 18-62 saliyê de perwerde kirin. Di perwerdeyan de dîroka jin, hevjiyana azad, neteweya demokratîk, zayendperestî, zagona malbatê, rêgezên jin û jineolojî tên hînkirin. Komîte di rojên pêş de vekirina dewreyên perwerdeyê li kantonan armanc dike.

Komîteya Agahdarî-Lêkolîn û Arşîvê; xebatên Mala Jin bi belge dike û dike arşîv. Bûyerên ji Komîteya Sulhê tên, qeyd dike û arşîv dike. Hemû biryar û daxuyaniyên Mala Jin li ser malperên xwe diweşîne.

Komîteya Piştgiriya Civakî ya Jin; rewşa jin dişopîne û xizmetên civakî ji kesên hewcedar re pêşkêş dike.

Komîteya Têkiliyên Giştî; koordînasyonê di navbera komîn, meclis, sazî û rêxistinên jin de bi rêxistin dike.

47 malên jin hene

Li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 47 Malên Jin hene. Li gorî bîlançoya 10 mehan (1 Çile-31 Cotmeh 2024) Mala Jin 2 hezar û 828 pirsgirêk çareser kirine û 725 pirsgirêk ji Meclisa Edaletê ya Jin re hatin şandin.

Li gorî bîlançoya 10 mehan;

59 jin li 11 navendên Malên Jin ên Hesekê, Til Birak, Şedadê, Hol, Til Temir, Zirgan û Dirbesiyê dixebitin. Ji 1479 pirsgirêkên ku hatin navendên wan, 1141 hatin çareserkirin, 73 pirsgirêk sewqî Meclisa Edaletê ya Jin hatin kirin, 210 pirsgirêk sewqî saziyên têkildar hatin kirin.

Li bajarên Qamişlo, Amûdê, Tirbespiyê, Çilaxa, Girgê Legê, Dêrik, Til Hemîs û Til Koçerê di 9 navendên Malên Jin de 51 jin dixebitin. Ji 1517 pirsgirêkên hatin van navendan, 1163 htin çareserkirin, 56 jê tên şopandin, 241 jî sewqî Meclisa Edaletê ya Jin kirin û 57 jî sewqî saziyên pêwendîdar hatin kirin.

Li 12 Malên Jin ên Efrîn, Şehba û Helebê jî 46 jin dixebitin. Malên Jin ji 1002 pirsgirêkan 314 heb çareser kirine, 350 jê tên şopandin, 159 jî sewqî Meclisa Edaletê ya Jin û 179 jî sewqî saziyên pêwendîdar kirine.

Li kantona Firatê di 14 Malên Jin de 34 jin dixebitin. Di nava 10 mehan de ji 484 pirsgirêkan 210 heb hatin çareserkirin, 159 tên şopandin û 115 jî sewqî Meclisa Edaletê ya Jin kirin.

Têkoşîna guhertina hişmendiyê

Berdevka Mala Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rîma Mehmûd der barê xebatên Mala Jin de ji ajansa me re axivî û destnîşan kir ku Mala Jin li dijî hemû pirsgirêkên jin tê dikoşe. Rîma Mehmûd diyar kir ku ji dema avabûna saziyê ve wan di çarçoveya Zagona Malbatê de bi hezaran pirsgirêk çareser kirine û got: “Me li hemû taxên xwe çavkanî afirandin, bi taybetî komînên li herêmê dema ku sûcek li dijî jin tê kirin, yekser agahdar dikin. Têkilî û dan û standina me bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn, dozgerî û dadgehê re gelekî xurt in da ku mafên jin werin parastin. Em serdana malan dikin, saziya xwe didin naskirin û li pirsgirêkên jin guhdarî dikin. Ji bo guhertina zîhniyeta baviksalar, em tê dikoşin.”

Rîma Mehmûd diyar kir ku armanca wan ew e ku xwe bigihînin hemû malan û wiha lê zêde kir: “Em ê zagonên malbatê li her malekê rave bikin û nîqaşan bikin. Em ê ji bo vê yekê komîteyan ava bikin. Ji bo fêmkirina û bicihanîna hevjiyana azad, em ê têkoşîna xwe xurt bikin.”