Dîsa dema tayînkirina qeyûmên rûreş, diz û talanker hat. Piştî tayînkirina qeyûm li ser şaredariya Colemêrgê dor gihişt Esenyurta Stenbolê. Piştî vê jî qeyûm tayînê şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê kirin. Ji bo kurdan qeyûm tên wateya dizî, talan û redkirina çand û zimanê kurdî. Rejîma tirkperest a pêşengiya wê faşîzma kesk dike. Di van demên dawî de ji hêlekê ve qala hebûna kurdan dikin, ji hêla din ve jî siyaseta xwe ya tasfiye û qirkirinê didomîne. Ji aliyekî ve bi gotinên şilo serê civakê tevlîhev dike, li aliyê din jî bi qeyûman stratejiya xwe ya tasfiyekirinê dide meşandin. Bêguman stratejiya rejîma tirkperest tunekirin û tasfiyekirina ramanên kurdperwer e. Ji bo vê pêk bîne jî her rê û rêbazê ji bo vê stratejiyê rewa dibînin. Bi kurt û kurmancî li gorî vê stratejiyê ji bo tunekirina nasnameya kurd û Kurdistanê çiqas êşkence, girtin, qeyûm û kuştin rewa bin, ewqasî jî gotinên xweşik yên li ser biratî, aşitî û wekheviyê jî rewa ne. Kurd êdî dikarin ferqa kirin û gotinên wan ji hev derxînin. Lewra êdî baweriya kurdan van gotinên wan ên beredayî nayê. Jixwe kurdan ji zû de ye tespîta xwe li ser wan danîne û gotine; “bextê romê tune ye.”
Feraseta rejîma tirkperest gihiştiye asta gotinê. Êdî nikarin rastiya kurdan red bikin. Lewra êdî hebûna kurdan bi darê zorê, ne bi dilî qebûl dikin. Lê belê qebûlkirin jî ne bi dilê rejîmê ye. Ji ber vê jî hinek gotinan bi devê Bahçelî dibêjin. Ango gotin heye lê kirinên wan berevajiyê gotinên wan e. Ji bo vê yekê kurdan ji zû ve gotiye ku “dibêje lê napêje”. lewra êdî baweriya ti kesî van gotinên xapînok nayê. Kirin ango pratîka pergala tirkperest li ber çavan e. Ji qeyûman bigire heta tecrîdê û heta bombarandina Şingal, Rojava, êşkenceyên nava kolanan tunekirina kurd û Kurdistanê armanca Dewleta Tirk û rejîma tirkperest e. Helbet van gotinan jî ji ber krîz û rewşa di nav de dikin, rewşa Rojhilata Navîn û krîza navxweyî û têkoşîna kurdan ew mecbûrê van gotinan kirin. Lê Kurd dizanin ku ji van gotinên wan jî bêhna xapandinê tê. Her wiha ji aliyê Bahçelî ve qebûlkirina hebûna kurdan ne xema kurdan e. Ango Bahçelî hebûna kurdan qebûl bike çi ye yan jî qebûl neke çi ye?
Kurdan bi têkoşîn û berxwedana xwe hebûna xwe dan pejirandin. Heke ne dewla serê vê têkoşîna bi bedelên mezin bûya, bêguman dê Kurd jî weke civakên din ên li Anadoluyê bûbûyan tirk û wê îro tirkperestên herî mezin bûyan. Lê kurdan bi têkoşîn û berxwedanê hebûna xwe bi faşîstên herî mezin jî dan qebûlkirin. Ango gotinên Bahçelî ne ji ber rehma dilê wî ye û ew ne hatiye îmanê, bi dewla serê keç û xortên cangoriyên Kurdistanê ji neçarî van gotinan dibêjin. Van cangoriyan bi xwîna xwe qurmên kurdeyatiyê av dan, mezin kirin û şaxên kurdayetiyê gihiştine her devera dinyayê. Lewra rejîma tirkperest nikare vê rastiyê ji nedîtî ve bê. Bi dewla serê têkoşîn û berxwedana cangoriyan dagirkeran hebûna kurdan qebûl kirin û di heman demê de jî kurdan xwebûna xwe pejirandin. Cangoriyên Kurdistanê bi hemû dinyayê û taybetî jî bi faşîstên tirkperest dan îspatkirin ku azadî, hebûn û xwebûn di têkoşînê de ye. Ji ber vê jî divê têkoşîna li hemberî qeyûman jî li her derê belav bibe û têkoşîna li hemberî wan jî domdar be. Ancax bi vî awayî em ê karibin emcam biirin.
Di mesele kurdan de dewletên dagirker her tim xwedî taktîk û stratjiyên demkurt û demdirêj in. Taktîkên wan ji bo xapandina kurdan e û stratejiyên wan jî ji bo tunekirin û qirkirina kurdan e. Taktîkan wan demkurt û rojane ne, stratejiyên wan jî demdirêj in. Li ser meselê gotinên Bahçelî taktîkî ne û kirinên Erdogan jî yên tayinkirina qeyûman jî stratejîk in. Di esasê xwe de armanca her duyan jî heman tişt e. Ji bo bigijin armancên xwe rê û rêbazên wan û her wiha rolên xwe diguherînin. Çawa ku polîsê baş û nebaş hene ku di bingehê de her du jî polîs in û nebaş in, lê armanca wan kesê/a lihemberî wan bidin axaftine, Erdogan û Bahçelî jî xwedî heman rêbazê ne û armanca wan tasfiyekirina deskeftiyên kurdan e.
Gelek armancên wan hene ku qeyûman tayîn dikin. Yek ji van û ya herî girîng jî bêguman bêhêvîhiştina civaka kurd e. Bi qeyûman dixwazin kurd bêhêvî bibin, moral û motîvasyona kurdan bişkînin. Heta astekî jî vê yekê pêk tînin. Lê ji bîr dikin ku hêvî û vîna kurdan ji qeyûmên wan mezintir e. Bîr û baweriya kurdan, çand û zimanê kurdî ji heft bavê qeyûman qayimtir û saxlemtir e. Ji bo negihijin armanca xwe divê têkoşîneke domdar hebe. Ji ber ku têkoşîn hêvî, bîr û baweriyê xurt dike. Ango divê em li hemberî dizan mala xwe bi têkoşîneke mezin û cur bi cur biparêzin.
Divê em rê û rêbazên nû biceribînin da ku careke din diz nekevin mala me. Divê em dizên di mala xwe de jî rûreş bikin ku nikaribin derkevin nav civakê. Li hemberî dizan her kes xwedî maf e ku berteka xwe nîşan bide. Lewra di serî de pêşengên civakê divê bertek nîşan bidin da ku ji her beşa civakê mirov wî ziravî di xwe de bibîne û ew jî berteka xwe nîşan bide. Divê li hemberî qeyûmên diz û dagirker li her deverê çalakiyên bêîtaetiya sivîl pêş bikevin. Li ser meselê parlementer, siyasetmedar, rewşenbîr û saziyên civaka sivîl ên van bajaran dikarin her meh li ber şaredariyên qeyûm hatine tayînkirin, fatureyê xwe yên avê bişewîtinin û heqê avê nedin. Baca mal û milkê xwe nedin. Heke pêkan be gel jî tevlî van çalakiyan yekê bikin.
Xurtkirina têkoşînê û mezinkirina berxwedanê wê dagirkeran rûreş bike. Bi têkoşîn û berxwedanê em ê karibin gotinên wan ên beredayî pûç bikin û berê kirinên wan ên tasfiyekirinê bidin wan. Bi kurt û kurmancî çareserî û azadiya Kurdistanê ne di gotin û kirinên dagirkeran de ye. Çareserî û azadî di têkoşîn û berxwedana domdar de ye.