19 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Qeyûmê Batmanê şaredarî veguherandiye avahiya emniyetê

Qeyûmê ku li ser şaredariya Êlihê hatiye tayînkirin afîşa bi nivîsa 'Yek dewlet, yek al, yek milet, yek welat' li deriyê Şaredariyê daliqand û li her qatê avahiyê polîs bi cih kirin

Waliyê Batmanê Ekrem Canalp ê ku li şûna Hevşaredarên Êlihê Gulistan Sonuk û Yeşîl Işik weke qeyûm hate tayînkirin afîşa bi nîşaneya Rabîa ya bi nivîsa ‘Yek dewlet, yek al, yek milet, yek welat’ li deriyê şaredariyê daliqand. Canalp dora şaredariyê bi bendên polîsan girt û gelek polîsên Midûriyeta Emniyetê ya bajêr weke ‘tedbîrên ewlekariyê’ li nava avahiya şaredariyê bi cih kir.

Canalp ê qeyûm careke din cîhaza X-Ray li şaredariyê bi cih kir, ku beriya niha ji aliyê hevşaredarên DEM Partiyê Gulistan Sonuk û Yeşîl Işik ve hatibû rakirin.

Her wiha Sendîkaya Karkerên Xizmetên Giştî ya Tirkiyeyê (GENEL-ÎŞ) ragihand ku cihê 300 karkeran hatiye guhertin. Li gorî agahiyan qeyûm gelek hevjînên leşker û polîsan jî li şaredariyê tev li kar kiriye.