12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parêzerên Abdullah Ocalan dîsa xwestin biçin Îmraliyê

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F’yê ya Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdek giran de tê ragirtin, serlêdana hevdîtinek nû kirin. Ji parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk, Rezan Sarica, Faîk Ozgur Erol û Mazlum Dînç ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Di heman demê de parêzeran ji bo hevdîtina bi girtiyên din ên li Îmraliyê tên ragirtin Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serî li serdozgerî û midûriyeta girtîgehê dan.

Piraniya serlêdanên ji bo hevdîtina Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş nayên bersivandin. Hevdîtin, her 6 mehan carekê ji hêla Dadgeriya Înfazê ya Bursayê ve bi hinceta “cezayê disiplînê” tên astengkirin.

6 mehan carekê ceza dibirin

Qedexeya hevdîtina bi parêzeran re di tevahiya Rewşa Awarte (OHAL) a di tîrmeha 2016’an de berdewam kir û ev yek heta sibata 2018’an domiya. Daxwaza hevdîtinê ya parêzeran piştî vê dîrokê her 6 mehan carekê hate dubarekirin û heta îro didome. Biryara qedexeya hevdîtinê ya ji bo 6 mehan a herî dawî jî di 3’yê gulana 2024’an de ji hêla Dadgeriya Înfazê ya Bursayê ve hate dayin.

Bi biryara dawî re di nava 8 salan de herî kêm 13 caran ji bo 6 mehan cezayê hevdîtina bi parêzeran re hate dayin. Abdullah Ocalan piştî tecrîda mûtleq a 43 mehan di 23’yê cotmehê de bi birazayê xwe Omer Ocalan re hevdîtin kiribû.