12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

ÎHD ji bo Îmraliyê dê serlêdanê bike

Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Prz. Eren Keskîn, anî ziman ku ew her tim ji bo heyetê bişînin Îmraliyê serî li Wezareda Dadê didin û di demên pêş de ji bo dîsa heyetê bişînin Îmraliye dê serî li Wezareta Dadê bidin.

Rêber Abdullah Ocalan ku ji 15’ê Sibata  1999’an heta niha li Girtîgeha Tîpa  F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê girtî ye, 44 meh in di tecrîda giran dijî. Piştî 43 mehan di 23’ê Cotmehê de li ser navê malbatê Omer Ocalan çû Îmraliyê û bi Rêber Ocalan re hevdîtinek kir. Lê piştî wê dîsa hevdîtin qut bû. Parêzer jî ji bo biçin îmraliyê her hefte serlêdan dikin. Lê hemû serlêdanên wan bê bersîv dimînin.

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar ên li Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê de ne, di tecrîda giran de ne. Abdullah Ocalan herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de bi parêzerên xwe re, di 3’ê Adara 2021’ê de jî bi malbata xwe re hevdîtin pêk anîbû. Herî dawî di 25’ê Adara 2021’ê de bi rêya telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtin kir û di 23’ê Cotmeha 2024’an de jî Omer Ocalan hevdîtin kir.

Rewşa Îmraliyê di lîteratura hiqûqa navneteweyî de weke “incommunicado” tê binavkirin. Serlêdanên parêzer û malbatan ên li dijî vê rewşê dewam dikin. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê û malbat her hefte serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê didin û daxwaza hevdîtinê dikin. Ji 25’ê Adara 2021’ê û heta 25’ê Îlona 2024’an parêzeran 414 caran û malbatê jî 186 caran bi giştî 600 serlêdan li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Girtîgeha Îmraliyê hatin kirin. Lê serlêdan an bêbersiv hatin hiştin.

ÎHD jî ji bo biçin Girtîgeha Îmraliyê û lêkolîn bikin dem bi dem serlêdan dikin. Lê ev serlêdana wan her tim bê bersîv dimîne. ÎHD ji bo heyetê bişînin Îmraliyê dê dîsa serlêdan bikin. Hevseroka  Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn anî ziman ku weke Komaleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji bo heyetê bişînin Girtîgeha Girava Îmraliyê her tim serlêdanê dikin û got: “Em van daxwazên xwe dem bi dem nû dikin. Em her tim diyar dikin ku hiqûqa li girtîgeha Îmraliyê dixin meriyetê, ne hiqûqa Tirkiyeyê ye. Em diyar dikin ku ev hiqûq li dijî peymanên ku îmze kirine ye. Em her tim diyar dikin ku ev îzolasyon û tecrîd îşkence bu xwe ye. Dîsa di vê mijarê de em bi taybetî her tim serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrpayê jî didin. Dê di nava pêvajaya nû de dîsa ji bo em heyetê bişînin îmraliyê em ê serî li Wezareta Dadê bidin.”