Gelek pirs hene ku mirov li ser vê mefhumê bipirse. Hewce ye ku em hemû van pirsan bipirsin. Divê em bi hev re li bersivan bigerin. Reçeteyeke hema wisa li ber destan tune ye mixabin. Ev têgîn xwe dispere têgîna fransî; Raison d’Edat. Herçend di polîtîkaya hundirîn de bê bikaranîn jî herî zêde ji bo polîtîkayên karê derve tê şixulandin.
Aqilê dewletê li gor polîtîkayên rojane û helwesta aktuel a hikûmetan teşe nagire. Ew îşaret bi basîret, feraset, pêşbînî, xwînsariyê dike. Berjewendiyên dewletê esas digire lê pê re rasyonaliteyê jî destnîşan dike. Aqil nabe li derveyî rasyonaliteyê be. Zemanên berê ji vê têgînê re digotin; hikmet. Îcar serdestan wateye wisa li vî aqilî bar kirine ku dixwazin ji me re bibêjin hişê we nagihîje vê aqilê bilind; ev aqilekî welê ye ku em fanî pê nizanin, heta em nikarin bixin ber lêpirsînê jî.
Li wekatekî wek Tirkiyeyê ‘aqilê dewletê’ ji têgînê wêdetir bûye bîrdoziya esasî ya dewletê. Li dor vê bîrdoziyê û ji bo xurtkirina wê di qesr û serayên xwe de çîrokan dinivîsin. Ev çîrok dibin sirûd, dibin menqîbe, dibin destûr, dibin stran û film. Dibin xwarin û vexwarin. Li dibistanan, li mizgeftan li qişleyan heta li nava mal û malbatan xwe her roj ji nû ve bêyî ku haya ‘faniyan’ jê hebe hildiberîne. Qeweteke îlahî lê tê barkirin. Her daîm heye, hazir û nazir e. Dikare her pirsgirêkê çareser bike. Rayedarên dewletê dixwazin ev sêhr qet betal nabe. Hemû tebaa û reaya ji çîroka wan bawer bikin.
Di vê derê de em careke din li fehm û feraseta Rêber Apo heyran dimînin. Rêber Apo dibêje; “Madem hûn dibêjin qeweta aqilê dewletê ji her tiştî re heye, dikare çêbike; de kerem bikin, bi aqilê dewletê çareser bikin.” Rêber Apo nîşan da ku dewlet ‘pilingeke ji qartonê’ ye. Reng, şekl û şemal weke pilingê xuya bike jî ne piling e, vik û vala ye. Rêber Apo bi fehm û feraseta xwe wê bîrdoziya ku bûye celadê civak û gelan, bûye kujerê bîr û baweriyan, bûye qesasê jin û zarokan li bin guhê erdê dixe. Rêber Apo bi derba lêdayî dixwaze kesên ku li ser post û hikmê ne, hişê xwe bidin serê xwe. Dixwaze jiyaneke nû, modeleke nû bi pêş bixe.
Li vê derê divê em li xwe mikur bên ku hînbûnên me, hewisînên me jî weke zincîran bi lingê me ve ne. Em jî heta radeyekê li bin bandora çîroka serdestan li aqilê dewletê dinihêrin, dewletê ewqas xwe berdaye nav can û giyanê me. Lê heke em hinekî li dengê dilê xwe, li êşên xwe vegerin û binihêrin em ê bibînin bê ka aqilê dewletê çi jehrek e û divê ew jehr bi jehrkujê bê şûştin. Gelo jehrkuja ku em bikaribin xwe ji vê jehrê biparêzin heye? Ji bo vê receteyek li ber destê me heye. Parêznameyên Rêber Apo! Li dijî jehra modernîteya kapîtalîst a şaristaniya serdest Rêber Apo rê û şopên modernîteya şaristaniya demokratîk datîne. Dem ew dem e em zêdetir bixwînin, nîqaş bikin, binirxînin, di jiyana xwe de pêk bînin. Vî zemanî ancax bi vî awayî em dikarin pêşiya xwe bibînin.