12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ciwanan li Geverê tecrîd şermezar kirin

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê komek ciwan kom bûn û tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û tayînkirina qeyûman şermezar kirin. Ciwanan agir pêxistin û dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirin.

Li taxa Esentepe ya navçeya Geverê ya Colemêrgê komek ciwan kom bûn û tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û tayînkirina qeyûman ên şaredariyên Êlih, Mêrdîn û Xelfetiyê şermezar kirin. Ciwanên ku li tawa Esentepe kom bûn, agir pêxistin û bê navber dirûşma “Bijî Serok Apo”, “Bê serok jiyan nabe”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan” berz kirin.

Komê piştî agir pêxistin û dirûşm berz kirin polîs hatin cihê çalakiyê û êrîşî ciwanan kirin. Ciwanan jî bi kevir û molotofan bersîv dan polîsan. Di çalakiyê de agir bi maşîneyek zirxî ket. Çalakiya ciwanan heta saetên derengê şevê berdewam kir.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê