Beriya çendekî ez çûm dîtina hevala xwe ku mala xwe bar kiribû û çûbû gundekî ber çemê Erezê. Xatûnê ji min re pir hurmetkar bû, em herdu jî bi dîtina hev gelek bextewar bûn. Di demên berê de me tenê konên xwe li ber çemê Erezê vedigirtin, qet me ew xweşikiya li wan der û doran ne didît, ji ber ku kar û barê me di nava ewqas heywanan de hebû ku tenê me digot hema bila îro jî karê me biqede em hinekî bêhna xwe vedin. Lewma em qet nediçûn gera li der û doran.
Niha ez û hevala xwe her roj diçin gera li dora çemê Erez, bê çiqas xweşik û delal e, bê çiqas bêhnvekirî ye, çiqas bi eşq e. Her roj em bi kêf ji xwe re digerin. Cînarekî wê heye, mala mêrik çend sed mêtre dûrî mala hevala min e, mêrik bi tena serê xwe dijî, kar û barê wî tenê ew e ku her roj pelên di nav daran û bin daran de paqij dike. Dema ku tu dêhna xwe didî darên mêrik tu dibê qey bi pênûsî xêz kirine. Min ji hevala xwe pirsî: “Gelo ew hinek ji wan nafiroşe me?” Got: “Na, ew hebeke sêvê ne dide cînarekî û ne jî difiroşe. Payîza dereng ew sêv hemû xwe davêjin erdê, di binê wan daran de tenê dibin para kurm û çivîkan.”
Min got: “Wele ez ê herim hinek sêvan jê bixwazim, ger firot ez ê bikirim, ger nefiroşe jî ez ê çend heban jê bixwazim, ma ne ew jî bi wijdan e.” Hevala min got: “Qet xwe nede ber devê wî, agir jî bi wan daran bikeve hebeke sêvê nade tu kesekê/î” Êê min got: “Ez ê herim, ger nede jî bila marê min di xew de here ber serê wî.”
Ez çûm bin darên wan sêvan; ew sêv wisa dirêj, wek hirmiyan, alîk sor û aliyê din jî zer bûn, ez wisa hinekî di nav de geriyam; min dît ku xwediyê daran hat, bi dengekî bihêrs û bi rûyekî pirçî got: “Dayê tu çi digerî li nav darên min? Ger tu bi şaşî hatî ez dikarim rê nîşanî te bidim û derkeve here ji vir.” Min got: “Naa, ez bi şaşî nehatim, bi zanebûn hatim, ez li van deran najîm, hatime mala hevala xwe, ew cînara te ye, hatime mêvaniyê. Lê meriv dema ji dûr ve wan darên te dibîne, tu dibêjî qey tenê li vê cîhanê ev der bihuşt e, min xwest tu hinek wan sêvan bifiroşî min.” Pîîî, mêrik hêrs bû û got: “Ez sêvan nafiroşim, hevala te jî cînara min nîn e, her kes li mala xwe ye, ev der jî mala min e.” Min got: “Li min binihêre, ez hatim min ji te re got, ger tu difiroşî ez ê hinek sêvan bikirim, ger nafiroşî jî çend heban bide min, maneya ku tu hêrs bibî tune ye, ger tu nedî jî wê marê min îşev bê ber serê te.” Dema ku min got marê min ê bê ber serê te mêrik hema di cihê xwe de melisî weke mirîşkan. Got: “Xwedê qehra xwe li te neke, te ziravê min qetand, ez ji maran pir ditirsim, ez çewalek sêv bidim te û here, lê careke din neyê” Min got: “Baş e ez ji tu kesan re jî behs nakim lê divê tu jî hinekî dilvekirî bî, car caran silavê bide cînarên xwe ku dema tiştek hat serê te bila li te xwedî derkevin.”
Min telîsê sêvan girt û çûm mala hevala xwe, ew jî şaşo maşo bû. Ji min pirsî ka min çawa ewqas sêv anîne? Min jê re behsa meseleyê kir û got: “Bi salan e, ew ne silavekê dide û ne jî dixwaze kesek ber bi mala wî ve here. Ez metel im ku te çawa kir?” Me gelek dûr û dirêj xeybê mêrik kir. Piştî çend rojan ew cînarê çikûs û tima, ji hemû gundiyan re xeber şand: “Dema sêvkomkirinê werin ji xwe re para xwe hildin, ez nikarim bi tena serê xwe bigihim hemû malan.”
De nizam mêrik ji ber tirsa xewna maran an jî ji ber kalbûna xwe sêvan belav dike kesek nizane. Lê ew xewna maran ne rast e, derew e. Heta niha tu kesan xewnên wisa ne dîtine, tenê gotineke berê ye. tama sêvan jî weke hingiv xweş in.