12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ayla Akat Ata: Deriyê Îmraliyê vekin!

Aktîvista  TJA’yê Ayla Akat Ata di mîtînga Demokrasî û Azadiyê de bang li rayedarên dewletê kir û got: “Gel careke din nîşan dide ku vîna çareseriyê li Îmraliyê ye. Em dibêjin deriyê Îmraliyê vekin. Rêzdar Ocalan 20 sal in ji bo çareseriyê amade ye.

Platforma Saziyên Demokratîk, li Êlihê bi beşdariya hezaran kes ji bo balê bikişîne ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û nerazîbûna dijî qeyûman mitînga “Azadî û Demokrasî” li dar xist. Mitîng li Çerxerêya Çarrêyanê li ber avahiya DEM Partiyê pêk tê. Xelkê Êlihê bi gelek aliyan ve meşiyan û hatin qada mitîngê. Jin li ber Parka Yilmaz Guney kom bûn û heta qada mitîngê bi reng û dengê xwe meş li dar xistin. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogûllari, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar, aktîvîstên TJA’yê û bi sedan jin tev li meşê bûn. Bi girseyî hatin qada mitîngê.

Qada mitîngê tije bû û bi alên DBP’ê û DEM Partiyê hatin xemilandin. Pankart û dovîz hatin hildan. Pankarta bi nivîsa “Silav tên ji rojê, em pey te ne her gavê” hat hildan. Beriya axaftinan li ber stranên kurdî govend hat gerandin û bi hezaran kes dirûşman li dijî qeyûman berz kir. Dirûşma “Qeyûm talan e, berxwedan jiyan e” olan da.

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogûllari, aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata, parlamenterên DEM Partiyê, hevşdaredarên DEM Partiyê, pêkhateyên Platforma Saziyên Demokratîk, Dayikên Aştiyê, nûnerên rêxistinên sivîl û bi sedan kes ji bajarên bakurê Kurdistanê hatin tev li mitîngê bûn. Ewil Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û Aktîvîsta  TJA’yê Ayla Akat Ata axivîn. Herî dawî Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogûllari axivî û bi kurdî, erebî û tirkî gel silav kir.

Gel di mîtîngê de helwesta xwe ya li dijî qeyûman û daxwaza azadiya  Rêber Abdullah Ocalan anîn ziman. Zêdeyî sed hezar kesên ku li qadê kom bûn bê navber dirûşmeya “Bijî serok Apo” û “Jin Jina Azadî berz kirin.”

Ewil Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di Mîtînga Azadî û demokrasiyê de axivî û wiha got: “Merhaba ji berxwedan û têkoşîn awe re. Her bijî gelê kurd û Kurdistan. Bila seydayê Ehmedê Xanê êdî kesere nekişîne. Bila Seydayê Cegerxwin xem neke êdî gelê kurdl i ser piyan e. Her bijî gelê Kurdistan û Êlihê.”

Em ê teqez bi ser bikevin  

Keskin Bayindir anî ziman ku ew ê helbet bi ser bikevin. Em ê teqez bi ser bikevin. Ev têkoşîn u berxwedan dê teqez bigeje azadî û serkeftinê. Ev 15 rojin li Kolanên Êlih, Mêrdîn û Xalfetiyê liidjî zilm û zordariyê li dijî desteserkirina vîna gelê kurd gel li ber xwe didin. Kirin bajarên egîdan. Kirin bajarê berxwedanê. Bila ev îqtîdara ku her tim zilmê li gelê kurd dike bila vêqadê binere. Ev qad, qada azadî û berxwedanê ye. Bila ev dewlet û îktîdar zanibe ku tu hêz û qutret nikare pêşiya têkoşîna gelê kurd bigire. Êdî tîrê têkoşîna azadiyê ji kevan derketiye û tu hêz nikare vê têkoşînê rawestîne. Em li vir slavek şoreşgerî ji gelê Êwropa re dişine. Duh bi sed hezaran gel li Kolnê kom bûn û slavên xwe ji gelê me re şandin. Em jî ji Êlihê slavên xwe yên şoreşgerî ji wan re dişînin.”

Ev têtoşîn dê azadiya Rêzdar Ocalan mîsoger bike

Keskîn Bayindir bal kişand ser têkoşîna gelê kurd û wiha axivî: “Gelê kurd li çar aliyê  Kurdistanê û cîhanê têkoşînek dîrokî dimeşîne. Ev têkoşîn dê azadiya Rêzdar Abdullah Ocalan û azadiya gelê kurd mîsoger bike. Eger çareseriyek pêk bê, ew jî dê di pêşengiya  Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de pêk bê. Eger pêvajoyek hebe, em dixwazin vê pêvajoyê ji devê Rêberê Gelê  Kurd Abdullah Ocalan bibihîzin. Lê Rêber Abdullah Ocalan got “tecrîd didome.” Got ez dikarin pêvajoyê ji şer derbasî pêvajoya aştî, hiqûq û siyasî bikim. Lê tecrîd didome. Eger tecrîd didome ev pêvajo derew e. divê gelê me ji Têkoşîna xwe bawer bike. Bila bawer bike. Em ê heta dawî têbikoşin. Careke din em dibêjin yên dixwazin çareseriyê pêş bixin, navnîşan diyar e. Ew der jî Îmralî û Rêzdar Abdullah Ocalan e. Li aliyekî dê tecrîdê giran bikin. li  aliyekî qeyûm tayînî vîna gelê kurd dikin. Li aliyekî operasyonên qirkirinasiyasî dikin. Lê li aliyê din jî dibêjin em birayên hev in. Biratiya bi vî rengî nabe. Eger biratiyek hebe divê li ser esasê wekhevî azadî û aştiyê pêş bikeve.”

Gelê kurd tu carî serî natewîne

Keskin Bayindir, da zanin ku yek ji mînaka xwişk û biratiyê Şaredariya Xalfetiyê bû û wiha lê zêde kir: “Li wir jî qeyûm tayîn kirin. Êlih navenda têkoşîna azadiya gelê kurd e. Qeyûm tayînî 3 bajaran kirin û peyam dan. Diyar kirin ku ew dê vê modela alternatif ku demokrasî û çareseriyê pêş dixe qebûl nakin. Lê ew çi dikin bila bikin gelê kurd dê tu carî serî netewîne û tu carî qebûl nake.

Îktîdara AKP-MHP’ê bi awayekî hovîtî qeyûm tayînî şaredariyên Kurdistanê dike. Gelê kurd ji pêvajoyek bi rûmet re amade ye. Em vê vînê îro li vir li ser piyan dibînin. Em ê vê vînê li hemû cîhanê belav bikin. Em aştiyek bi rûmet û demokratîk dixwazin. Lê em vê zilm û tundiya wan jî qebûl nakin. Ji ber vê yekê divê vîna gelê kurd azad bibe. Gelê kurd dê bi têkoşîna xwe qedera xwe û siberoja xwe diyar bike. Em dibêjin ev sedsala, sedsala gelê kurd e.”

Gel bi ‘Bijî Serok Apo’ bersîv da

Keskîn Bayindir, ji gelê kurd rîca kir û wiha bi dawî kir: “Divê ev tifaqî, ev yekîti û ev têkoşîn tenê li vê qadê bi sînor nemîne, divê heta serkeftinê bidome. Heta serkeftinê an azadî an azadî. Ji hemû kesî re serkeftin. Gel jî bê navber dirûşma  “Bijî Serok Apo” bersîv da Keskîn û biryara têkoşînê da.

Ayla Akat Ata: Deriyê Îmraliyê vekin!

Aktîvîsta TJA’yê Ayla Akat Ata jî gel silav kir û wiha got: “Vê desthilatê qeyûm tayînî vîna gel kir. Lê em li vê qadê dinerin 15 rojin gel li qadan e. Îro dîsa nişanî cîhanê da ku qeyûm qebûl nakin. Careke din dibêjin “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin”. Îro bi sed hezaran kes ji bo îlan bikin ku rêya çareseriyê di vekirina Deriyê Îmraliyê re derbas dibe û îspat bikin li vir kom bûne. Em hemû gelê xwe yên li ber xwe didin û ji qeyûm re dibêjn na silav dikin. Careke din me dît yên qeyûm tayîn kirin gelê Êlihê nas nakin. Em careke din Êlihê bînin ziman. Gel got ez heme e. Ez Kurdistanî me. Ev der Êlih e. Ev der qeyûman nas nake. Êlih hinekî Amed, Sêrt û Mêrdîn e. Êlih yekûna hemû bajaran e. ÊLih hinek xerzî, torî, koçer in. Êlih Koçer e. Nasnameya hemû pêkhateyan e. ÊLih bi 12 hezar salên dîroka xwe Heskîf, Sason û Xerzan e. Bi deşta xwe Bişêrî ye. Êlih cihê Cegerxîn e. Êlih bajarê ku nayê bêdengkirin e. Êlih hinek Cengîz Altun, Mehmet Sîncar û Hamît Kiliç ên nayên bêdengkirin e. Êlih tirsa xewna qeyûman e.”

Gel li vir e

Ayla Akat Ata da zanîn ku di demokrasiyan de bi hilbijartinan mirov tên hilbijartin û wiha berdewam kir: “Di demokrasiye de muxalif hene. Di demokrasiyê hilbijartin serbest e.  Bi hilbijartinê kes tên ser kar. Lê li Tirkiyeyê û Kurdistanê 3 serdem, ev gel bihilbijêran nayê rêvebirin. Qeyûm tayîn dikin û vîna gel xesp dikin. Ji ber vê yekê yên ku gel wan hildibijêre em ji wan re dibêjin “Hevserok e”. Yên ew tayîn dikin em dibêjin “Qeyûm”. Yên gel hildibijêrin Hevşaredar in. 15 roj in ciwan dibêjin “Em li vir in. Dawiya dawî tê qeyûm biçin, lê em livir in. Dê qeyûm biçin lê em ê li vir bin.” Lê mixabin yên dengê ciwanan nabihîzin di polîtîkayên qirêj de israr dikin. Ew şerm nakin. Ruyê van polîtîkayên darbeyan dikin û tune dihesibînin qeyûm e. Ji ber vê yekê em ji Qeyûman re dibêjin na. Em ji vîna gel a bi demokrasiyê tên hilbijartin re dibêjin erê.

Qeyûm dijminê jinan e

Aktivîsta  TJA’yê Ayla Akat Ata bal kişand ser politikaya qeyûm û wiha pêde çû: “Qeyûm berî her tiştî dijminê jinan e. Berî her tiştî dijminê vîna jinan a azad e. Em li partîkên wan binerin. Di hilbijartina dawî de ev bajar li gel 2 caran qeyûm tayîn kiribûn bi dengê rekar Hevşaredara jin hilbijartin. Lê ew vê yekê nabînin. Seroka me Gulistan zaroka vî gelî ye. Ew ji sedî 65 bi rekora dengan hat hilbijartin.  Seroka me Gulistan 15 roj in li qadan din ava gel de li ber xwe dide. Em bi hevre li ber xwe didin. Em bi hevre qeyûm qebûl nakin. Jiber ku qeyûm dijminê jinan e. Di sala 2016’an de dema cara yekem qeyûm tayîn kirin di serî de deriyê saziyên jinan kilît kirin. Saziyên jinan ji bo meran kirin Qiratxane. Ji vê yekê şerm nakin. Lê em vê yekê ji bîr nakin. Ev nêzîkatiya wan sedema têkoşîna TJA’yê ye. Ji bo jin xwe bi rêxistin bikin û jiyana azad ava bikin em têdikoşin. Ji ber vê yekê ew ditirisin. Ew ji Jin Jiyan Azadî ditirsin. Jin Jiyan Azadî rastiya gelê kurd e. Em dibêjin heta jin azad nebe civak azad nabe.

Ew çawa dikin. Qeyûm tayînî şûna hevşaredaran û saziyên jinan dikin. Li şûna wan meran tayîn dikin. Deriyê şaredaiyan li gel û jinan girtin. Ji ber vê yekê em ê têbikoşin, xwe bi rêxistin bikin û azad bibin.”

Gel dixwaze dengê Rêzdar Abdullah Ocalan bibhîze   

Ayla Akat Ata anî ziman ku ev politikaya  qeyûm politikaya şerê taybet û neçareesiryê ye û wiha bi dawî kir: “Bi tayînkirina qeyûm vîna gel nas nakin. Em bi salan dibêjin li vî welatî şer naxwazin. Em dibêjin em dixwazin vê pirsgirêkê bi rêya çareseriya demokratîk pêk bînin. Lê vê daxwaza gel naxwazin têxin rojeva xwe.  Niha li vê qadê 14 roj in tevî terora dewletê gel li ber xwe dide. Yên dibêjin gotina we tiye. Em li vê qadê bersîv didin. Em dibêjin hûn rastiyan şolî dikin. Rastiyan berovajî dikin. Gel her tim li qadan, li kolanan, di girtîgehan û binçavan de got rêya çareseriyê di Îmraliyê re derbas dibe. Got rêya çareseriyê, çareseriya demokratîk ku hemû gel bi hevre bijîn e. Lê îktîdara siyasî vê yekê red dike.  Di 2013’an de Rêber Abdullah Ocalan got 20 sal in em çareseriya demokratîk û aştiyê dixwazin. Got ez ji çareseriyê re amade me. Ji wê rojê heta niha gel li ser piyan e. Gel got “Rêya Abdullah Ocalan rêya me ye.” lê hûn ker û kor in. Em dibêjin êdî tu mafê kesî tune ku şaşiyan bikin. Vîna gel li vir e. Nûnerên gel li vir e. TJA li vir e. Gel li vir e. Tevgera jinên kurd li vir e. Ji bo çareseriyê amade ye. Ji bo gavan bavêje amade ye. Heta dawî em ê têbikoşin. Heta dawî heta çareseriyê em ê têbikoşin. Bila her kes amade be. Lê divê tişta dawî ewil nebêjin. Em dibêjin van deriyan vekin. Gel dixwaze dengê Rêber Abdullah Ocalan bibhîzin. Vekin wî derî. Gel Bahçelî jî guhdar kir. Gel Erdogan guhdar kir. Edî dizane kî derewan dike û kî rastiyan dibêje Gel xwedi vîn e. Em careke din li vir ji bo çareseriya demokratîk dengê xwe bigînin.”