Platforma Saziyên Demokratîk li Êlihê mîtînga ‘Demokrasî û Azadiyê’ lidar dixe. Li qada mîtîngê pankarta “Di pirsgirêka Kurd de ji bo çareseriya demokratîk em meşa xwe ya azadiyê mezin dikin” û “Li hemberi tecrîde jin li ber xwe didin” dimeşin qada mîtîngê. Girseya gel bê navber dirûşmeya “Jin jiyan azadî” û “Qeyûm talan e, berxwedan jiyan e” berz dikin û dikevin qada mîtîngê. Gel dowîzên “Ev yek hişyariya gel e; şaredariyan vala bikin”, “Rê ji qeyûm re nîne, qeyûm talan e” û “Çareserî jî muxatab jî diyar e” hildane û dimeşin.
Gelek ji şêniyên herêmê ji bajarên derdorê hatin jî li Xaçerêya Heskîfê kom bûn û govend gerandin. Koma ji Sêrtê hatî bi pankarta “Em ê li dijî xespkirina îradeyê li ber xwe bidin û bi ser kevin, ne qeyûm demokrasî” hilgirtin û amadekariya ketina qadê dikin. Dayikên Aştiyê û gelek jin jî di korteja Tevgera Jinên Azad (TJA) a li Parka Yilmaz Guneyê de cih girtin. Jin bi cil û bergên xwe yên Kurdî tevlî bûn.
Girseya li ser Heskîfê dihat qadê, li noqteya kontrolê hate astengkirin. Li ser vê yekê welatî ji wesayîtên xwe paya bûn û bi dirûşma “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” ber bi Êlihê ve dest bi meşê kirin.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Siyasetmedar Ayla Akat Ata jî hatin qada mitîngê.
Herikîna gel a ber bi qada mitîngê ve didome.
Bi hezaran girseya li qadê kom bûn bê navber dirûşmeyan berz dikin û li qadê li ber muzîkê govendê digerînin.